Rojnameya Ronahî

 ‘Bi berxwedaniyê wê xiyanet û dagirkerî têk biçe’

Avesta Menaf/Qamişlo

Dewleat Tirk a dagirker û bi hevkariya PDK’ê, êrîşên xwe yên li dijî hebûna gelê Kurd dewam dike, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko diyar kir ku wê bi vîn û berxwedaniya gelê kurd  xiyanet û planên dagirkeriyê têk biçin.

 Dewleta Tirk a dagirker ji bo tekbirina vîna gelê kurd bi tevahiya hêza xwe êrîş destkeftiyên gelê kurd dike. Lê Li hemberî berxwedaniya bê hempa ya Tevgera Azadiya Kurdistanê, planên dagirkeriyê têk diçin. Dagirkeriya Tirk wekî her çar PDK ’ê bi kar tîne û wê ji xwe re dike amûr, da ku planên xwe pêk bîne. Xiyaneta PDK’ê jî ne tiştekî nû ye, ev partî ji destpêka damezrandina xwe ve heta niha li dijî tevger û destkeftiyên gelê kurd bi dijminê kurdan re hevkariyê û xiyanetê dike.

Derbarê xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re, sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko ji rojnemeya me re axivî.

‘PDK`ê dixwaze destkeftiyên gelê kurd tune bike’

Ciwan Siko diyar kir ku di êrîşên dagirkeriyê de yên li dijî Qadên Berxwedanê, PDK’ê bi awayekî eşkere xiyanetê dike û wiha domand: “Êdî xiyanet bûye rêbaza PDK`ê, ev ji gelê kurd re ne nûye. Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe li ser Tevgera Azadiyê roj bi roj zêde û girantir dike, hewil dide gelê kurd qir bike,  ev 100 salin ku êrîşên dewleta Tirk li ser gelê kurd berdewam dike. Dewleta Tirk û bi hevkariya PDK`ê dixwaze tevahiya destkeftiyên gelê kurd têk bibe û kurdan tune bike.”

 ‘Bi têkoşînê dagirker têk diçin’

Siko da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo azadiya gelan, xwe feda dike û wiha got: Mala Barzanî herdem destekê dide dewleta Tirk a dagirker û hewil dide Tevgera Azadiyê têk bibe. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ji bo gelê kurd xwe feda dike, ew dibe armnaca dagirkeriya Tirk û PDK’ê. Eger ne bi berxwedaniya Tevgera Azad ba, wê PDK’ê tevahia Başûrê Kurdistanê radestî dijmin û dagirkeran kiriba.”

‘Dagirkerî ji bo ku bighêje armnaca xwe mala Barzanî bikar tîne”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko Ciwan Siko axaftina xwe wiha qedand: “Êdî PDK’ê di cîhanê de xwe îspat kir ku di warê însanî, civakî û di hemû warê jiyanê de xeta îxanetê jî derbas kiriye. Bi destê mala Barzanî, bi 10’an şoreşgerê kurd yên Tevgera Azadiya Kurdistanê tên şehîd xistin. Îro zarokên me li çiyayên azad li ber xwe didin, li hemberî wan jî PDK’ê xeta xiyanetê dide meşandin û wan dike hedefa xwe. Dewleta Tirk jî bi destê mala Barzanî dixwaze bigihije encama xwe.”