Rojnameya Ronahî

Li rojhilatê Kurdistanê felsefeya jin jiyan azadî

Kakşar Oremar

Rojhilatê Kurdistan êdî bi leşkeşiyên vê dawiyê re weke qirargeheke leşkerî lêhatiye. Çend roje ku balfirên şer li ser esmanê bajarên weke Seqiz û Sine rabûne û etmosfrekî şer yê mîna serdema şerê Îran-Îraqê(1980-1988) tê ber çavan.

Her çiqasî ku em nêzîkî saeta sifir a salvegera kuştina Jîna Emînî dibin, tedbîrên ewlehiyê û hebûna hêzên Pasdaran û Besîcê tevê hêzên taybetî yên parastin û Êtlaatê li Seqiz, Mehabad, Sine, Urmiye û bajarên din yên Kurdistanê tundtir dibin. Şahidên ku rewşê dişopînîn radigihînin ku xalêyên kontrolê li her dera axa rojhilatê Kurdistanê zêdetir û danîna kamerayan li geleke deran zêdetir kirine. Li hemû cih û deverên ku wan bi pêwîst dîtine cihan jhêzên taybetî hatine şandin. Ji berî pênc rojan li ber deriyê aramistana Ayçî ya ku Jîna lê hatiye veşartin maşîneyeke zirxî tevî dehan kesên bi kincên sivîl hatiye bicihkirin. Çavkaniyek ji Parêzgariya Kurdistanê(Sine) dibêje: Hikûmet plan dike ku deriyên bajarê Seqezê bo bajarên cîran bigirin û rê li ber hatin-çûyîna xelkê bigirin. Sala derbasbûyî di 40mîn roja şehdeta Jîna de hikûmetê hemû hewlên xwe dan ku rê li ber ketina aramistana Ayiçî bigire, lê wan nekarîn li ber lehiya hatin-çûyîna gel rawestin û bi tirseke mezin ji wira derketin.

Jîna Emînî kîye?

Jîna Emînî bi nasnav xwe yê din Mehsa Emînî di sala 2000 de li bajarê Seqez yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Malbata wan Kurdperwer û di nava xelkê de naskirîne. Xwendina xwe heya dîplomê li Seqizê xwend û piştre di azmonên ji bo çûyîna zanîngehê hate pejirandin û yê li bajarê Urmiyê dest bi xwendina xwe ya bilind bikira. Ji bo cî bi cîkirina karên borukrasiyê çû Tehranê, lê li wira hate kuştin.

Di gera xwe ya bo Tehranê de li gel malbata xwe, ew ji ber nebûna hîcabekê weke a jinên Şîî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û birin îdara qaşo şîretkariyê, lê mixabin li wira ew rastî işkenceyên giran hat û derbeyeke giran li serê wê dan. Weke dayîka Jîna daye diyarkirin weke her ciwanekê Jîna jî bi çarşefê serê xwe girêdabû, lê niyeta wan berpirsên dewletê destdirêjî bû.

Jîna Emînî ji ber êşkenceyên zêde ku derbeyên giran li serê wê dabûn, birîndar bû û roja 16.09.2022ê piştî sê rojan li nexweşxaneya Kasrî ya Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Kuştina Jîna bû sedema gelek nerazîbûnên navxweyî û derve, roja 19-09-2022 li rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat ragihandin û hêdî-hêdî gel li Rojhilatê Kurdistan û hemû Îranê rabîn ser piyan.

Hêzên leşkerî yên Îranê gule li xwepêşanderan reşandin û di encamê de berê li Seqiz û Mehabadê û piştre jî li Urmiyê çend kes hatin kuştin û birîndarkirin. Dema Jîna Emînî hate şehîdkirin jiyê wê 22 salî bû.

Pêre jî girevên birçîbûnê di girtîgehên îran û Kurdistanê de, xwepêşandanên xwendevanên zanîngehên Tehran, Isfehan û gelek bajarên din bû sedema destpêkirina pêvajoyeke nû a dijberiyê bi rejîma dîktara Îranê re.

Pêvajoyeke nû li pey 44 salan

Ji 16’ê Îlona sala 2022an û şûnde tevgereke berfireh li dijî hikûmeta Îranê destpêkir û bandora wê li ser gel û opozisyonê, çavdêrên siyasî li hemû Îran û cîhanê matmayî hiştin. Yanî di asta gel de, tevgerek ku piştre bi sernavên wekî “jin, jiyan, azadî” hate nasîn, zêdetir ji tevgerên berê ên li dijî desthilata Tehranê xwedî bandor û rûberê wê yê cografî jî pir berfirehtir bû. Hereketa an jî “Tevgera Jîna” ji aliyê erdnîgarî, cihêrengiya çînên xwenîşander, berdewamî û jimara kombûnan, girevên dijberî dewletê û her wiha ji aliyê tundiya zextên li ser hikûmetê, rekora her tevgereke din a protestoyî di dîroka dewleta îslamî a Îranê de şikand. Rêberê Îranê ew tevger weke tevlîker û li ser şopa hêzên dij îslam û terorîstên cudayîxwaz bi nav kir, lê gel jî bi dirûşmên weke:” Mirin ji dîktator Xaminêyê re, Kurdistan, Kurdistan çav û dilê hemû Îran…” bersiva wî dan.

Awayê bi dawîhatina jiyana Jîna pir tirajî û mezlumane bû, lê di dilê wê tarîkstanê de her dilopeke xwîna wê bû ronahiyek li dilê me de. Rewş bi giştî hate gûherandin û di warê civakî de gel şiyartir û bi cesaretir ji salên berê daketin qadên dijberiyê. Di warê aborî de jî dewlet li pey wê şoreşê rastî zirar û ziyanên pir mezin hatin.

Destkeftên wê şoreşê mezin û ji tevan mezintir hêzên siyasî yên Kurdistanî bêtir nêzî hev kirin. Herî dawiyê ji bo yekemîn salroja şehadeta Jîna Emînî hemû partiyên sereke yên rojhilatê Kurdistanê banga destpêkirina gireva giştî li hemû Kurdistanê kirine. Ev yeka han bû sedem ku dewleta Îranê jî dest bi gefên zêdetir û leşkerkêşiyên xwe bo ser sinorên başûr-rojhilat bike. Rejîmên dîktator li her derê weke hevin û dema ti rêyekê li hemberî daxwazên demokratîk yên gel nabînin ji bo mijûlkirina raya giştî behsa hinek dijminên ferzî-xeyalî dikin û wan weke sebebên sereke yên rewşa tevlîhev a nava sinorên welatê xwe dibînin. Ji Almana Qeyserî ya sala 1914 bigire heya rejîma Baasî ya Îraqê û rejîma totalîtera ya Tirkiyê bi metodên wiha re xwestine û dixwazin rojekê zêdetir li ser piyan bimînin.

Berevajî wan tiştên ku di sala derbasbûyî de li ser yekrêziya bêmînak di navbera Îraniyan de hatiye gotin, ez di wê baweriyê de me ku dîsa jî Kurd weke berê bi tenê ne û divê Kurd bi berxwedana xwe, bawerîya bi hêza xwe a zatî û dahêneriyê re riyên nû ji bo bidestxistina mafên xwe peyda bikin. Sedem jî ew e ku civaka Kurd bêtir ji civakên din yê nava sinorên siyasî ên Îranê xwedî perwerdeke bilind a siyasî ye. Şoreşa Kurdistanê bi hêza gel ve girêdayî ye û yekane sedema mayîna hêzên siyasî û berdewamiya rêbaza Kurdiniyê jî ev rastî ye.

Kurdan di dehan salên derbasbûyî de û herî zêde jî piştî destpêkirina şoreşa Jîn-Jiyan-Azadî de di çalakiyên xwe de yekîtî û biratiya xwe îspat bikin.

Encama gefên Îranê!

Tevî hemû gef û hêrîş û ultîmatomên pratîkî yên ji hêla dewleta Îranê ve, partiyên Kurdistanî bo yekem car bangewaziyeke hevgirtî-hevrêzî bo lêdanên li dijî wan kirine. Ev yeka ku bi şêweyê xwe cihê pesindayînê ye. Herwiha divê ji gelên din ên Îranê re jî ev rastî bê gotin û dubare kirin ku: Ger bi baweriya we dem dema hevgirtin û yekrêziyê ye, niha dem ew deme, lê ka hûn li kûderê ne? Her kesî li hemû cîhanê dengê şoreşa, Jin_Jiyan_Azadî bihîst lê hêşta jî hinek hêzên qaşî opozîsyon naxwazin bawer bikin ku ev şoreş ji bakur û Rojavayê Kurdistanê gehaye rojhilatê Kurdistan û bingeha wê ji felsefeya rêberekî Kurdan yên xwedî felsefeyeke mirovheziyê yê bi navê Abdulah Ocalan e.

Îran di hewldana çareserkirina krîzên navxweyî de ye lê li dijî Kurdan bi şer û pevçûnên leşkerî yên dervey sinor dixwaze rêbaza şoreşa Jin-Jiyan-Azadî ber bi aqarekî din ve bibin. Ev yeka tim awayê nêzîkatiya konvansiyonel a rejîmên otorîter e ku em niha di sîstema desthilatdar a Erdogan de jî dibînin. Di vir de yê ku her mirovekî Kurd divê bi baldarî xwedîtiyê ji destkeftên mezin yên şoreşa xwe bike. Dijberî bi hereketa siyasî ya Kurdistanê tevî kiryarên terorîstî stratejîya komara Îslamî a Îranê bûye û ew kiriye parçeyek yekbûyî ya nûavakirina xwe di qada siyaseta rojane de. Ger îro em şûna piyên Spahê Pasdaran li Dêrezor, Kerkûk û Hewlêrê dibînin, îspata vê rastiyê ye ku ew ji gûherandinên bingehîn yên li pey destpêkirina şoreşa Jin-Jiyan-Azadî gelekî ditirsin û pêre jî Kurdan weke birêveberên wê şoreşa mezin dibînin. Komara îslamî ji dagîrkirina balyozxaneya Amerîkayê li sala 1979an û belavkirina şoreşê bo Îraq û herêmên din yên li Rojhilata Navîn stratejîya xwe ya domdirêj daye diyarkirin. Li her derê hêzeke îslamî a radîkal û dij metodên demokrasiyê hebe, destê Îranê têde ye. Di roja îro de jî pirojeya navokî(Atomî) û rûbirûbûna bi welatên Rojava, Israîl, Amerîka û destwerdanên li welatên: Sûriyê, Îraq, Erebistana Siûdî, Libnan û Yemenê, berdewam kirîzên herêmî û navdewletî dirust dike da ku hebûna bidomîne. Îran bi behaneya “parastina serweriya yekperçeyî ya axê” xwe weke parêzvanê ewlekariya welat dide xûyakirin û di çavê gelên nava sînorên desthilata xwe de jî hikûmeta herî kêm meşrû û serkûtker a li dijî mafên mirovan û rojnamevan û azadiyên jinê hatiye naskirin. Bi dijberiyên xwe yên berdewam re dixwaze motîvasyon û enerjiya xwenîşandanan di hundir de kêm bike. Yanî şerekî rewanî jî li dijî şoreşgerên Kurdistanê dide meşandin. Herwiha bi çêkirina behaneyeke eşkere û li li gor baweriya xwe rewa ji bo tundkirina tepeserkirina tevgerên protestoyî li Kurdistan û Îranê. Lê hêzên siyasî li Kurdistanê ev planên wan jî vala derxistine.

Ultîmatoma dawiyê li dijî hêzên Kurdistanî  

Destnîşankirina demeke diyar ji bo bêçekkirina partiyên Kurdistanî yên li başûrê Kurdistanê ku hevçaxe bi salvegera kuştina #Jîna Emînî û destpêka şoreşa #Jin_Jiyan_Azadî mînaka herî dawî ya kirîz û bêtedbîriyên komara Îslamî ne ku ji metodên leşkerî pêve ti rêyeke din li ber xwe nabîne. Ew rejîm nefesên xwe yên dawiyê dikişîne û yê nikarîbe wiha berdewam bike. Hemû armanca wan bi dijberiyên bi hêzên siyasî tenê kontrolkirina krîza navxweyî ye û bes. Kurdistan navenda şoreş, serhildan, berxwedan û gûherandin-vegûherandinên bingehîn bûye û îro jî Kurdin ku ji bo jiyaneke tije keramet şoreşa û jiyanê ji hev cuda nabînin. Çimkî dirûşma wan a stratejîk  #Jin_Jiyan_Azadî ye. Bi vê yekê re em digehin wê encamê ku ger vê carê jî hêzên Kurdistanî ji vê ezmonê bi awayê serkeftî bêne derê hingî Îran yê bizanîbe ku hilbijartina dem û cihê şerê li hemberî Kurdan yê rewşa wan a xera hîn jî di nava raya giştî a cihanê de xeratir bike. Emê herî dawîyê li benda encamên gefên rejîma îran bin, hingî emê zelaltir li ser mijarê rawestin.

Rewşa herî dawiyê 

Banga dawî ji hêla şeş partiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê yê bibe bersiveke girîng û vala derxistina gelek projeyên Tehranê li herêmê. Seredana Pavel Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê. (Yek ji her du partiyên desthilatdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, ku têkiliyên bi wê re pir nêzî Tehranê ne, serhildana hêzên niyabetî û şerê wan li dijî Kurdan li Kerkûkê bi hevkariya Tirkiyê gelek peyamên girîng bi me dide xûyanîkirin. Hêrişên dawî yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ku Îran û Tirkiye têde beşdarin, dike ku êdî Kurd jî li çar perçên welatê xwe zêdetir nêzî hev bibin. Hêrpşrên li parêzgeha Dêra Zorê yên ku ji aliyê rejîma Esed û Xaminêyî ve hatine teşwîqkirin û çekdarkirin serdemeke nû a xebatê li ber hêzên demokrasîxwaz vedike û û vê yekê dixwaze di warê dîplomasî-leşkerî de zêdetir xwe bihêz bikin. Ev hemû parçeyek ji komployeke berfireh û herêmî ya li dijî tevgera şoreşgerî ya #Jin_Jiyan_Azadî û biser hev de şoreşa hemû Kurdistana mezininne. Şoreşa Jinê paytexta komara Îslamî hejandiye û di heman demê de hemû hêzên paşverû û bavsalarî yên herêmê, Tehran, Enqere û Şamê ber bi Los Angelesê ve dibin û Bexda jî ber bi îtîfaqeke nenivîsandî ya dij-şoreşa Kurd û Kurdistanê li dijî vê tevgera Jin-jiyam-azadî ve birin.

Di rewşeke wiha de pêngava herî mezin û dîrokî pişgîriya #greva_giştî ya banga 16ê Îlonê a ji aliyê partiyên Kurdistanî ve ye. Herwiha bi vê re jî şermezarkirin û rûbirûbûna bi siyasetên şerxwazî yên komara Îlamî a Îranê û Tirkiyê li hemû Kurdistanê yê tabloyekî pir delal û tije peyamên demokratîk be ji bo afirandina rewşeke nû a tije aştî û aramî. Ew nikan li dijî gel û partiyan û tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê biser bikevin. Divê di rewşeke wiha de hemû gelên Îranê tevê Kurdan li dijî kiryarên çewt yên rejîma Îranê derkevin. Ev karên han xwedî girîngiyeke jiyanî ne.

Tê texmînkirin ku proseya vê dawiyê ya şandina hêzên leşkerî a Spahê Pasdaran bo bajarên Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn veguhestina leşkerî ye ku piştî şerê 8 salan ligel Iraqê kirine. Ev tevger ku di salroja kuştina Jîna Emînî de pêk tên, xwedî peyamên girîng in.

Elbete gere em vê rastiyên ji bîr nekin ku gef û kiryarên tije zordarî, terorîstî û hêrîşkarî yên Komara Îslamî ne nû ne. Di 44 salên bihûrî de vê rejîmê bi hesin û agir, îşkence û îdamê, tijekirina girtîgehên xwe yên mezin şerê tunekirina Kurdan kiriye. Lê îro jî bi vê şoreşa nû re di destê Kurdan de hêsîr û bendewar maye. Me dît ku di sala derbasbûyî de pêgeh û populerbûna Kurdan li ber çavê raya giştî a Îran û cihanê zêdetir bûye. Ev yek ne bi dilê wana ye û ji ber wê jî çavsoriyên xwe bi rijandina xwînê didin diyar kirin. Pêngava ku yê dîsa têde biser nekevin. Êdî îro ji her demê zêdetir daxwazên demokratîk û helwesta Kurdan ketiye qada siyasî ya Îranê, cihan û rola wan di tevgera #Jin, Jiyan û Azadiyê de jî piştrastiya vê yekê îspat dike.

Tevgera Kurd niha ji salên berê pir bihêztir û Komara Îslamî belkî bikarîbe bi mûşek, firokeyên bê firokevan, şerê tije wêranî, kuştin û îşkenceyên goran bike, lê ev rêbaz jî êdî bi kêrî wan nayên. Kurd tenê mehkûmî serkeftinê û hevgirtinê ne.

Pirsgirêkên wan yên navxweyî bi şerê çekdarî li dijî Kurdan nayên çareserkirin. Komara Îslamî bi hemû metodên antîdemokratîk û binpêkirina sîstematîk a mafên Kurdan êdî nikare xwe ji daxwazên Kurdan yên rewa veşêre. Cihê sosretê ye ku hinek rayedarên wê dewleta dij azadiyê Kurdan tohmetbar dikin û dibêjin ku ew ji bo pêkanîna demokrasî û mafên wekhev li Îranê têdikoşin û xebatê dikin. Ev yeka li dijî pirensîpên dewleteke îslamî ne.!!!

Pêwîste em bi bîra rayedarên wê komara xwedî karnameya wê antîdemokratîk bînin ku: Şoreşa Jîna Emînî xwedî hêzeke mezin û di temenê xwe yê yeksalî de destkeftên wê yên mezin hene. Dewleta totalîte a Îranê karî hinek dengê wê şoreşê bifetisîne, lê ew şoreş weke “agirê bin xwelîdankê” yê dîsa geştir bibe. Sedem jî mafxwazîyên meşrû û binpêkirî di sedan salên bihûrî de ne. Dema mafên nîva nifûsa civakê neyên dîtin lê li Rojavayê Kurdistanê û di dilê welatên Rojhilata Navîn de jin bibine sedema têkçûna DAÎŞê, elbete hingî yên jinên Kurd li perçên din yên Kurdistan, Îran, Efxanistan û hwd bêdeng nemînin. Ev şoreş yê berdewam û destkeftên wê di xêra hemû çûnên civakê û doza mirovahiyê de bin.