Rojnameya Ronahî

Kar û xebatên Rêveberiya Şûnwaran ya herêma Cizîrê

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Têkildarî deverên kevnar yên herêma Cizîrê, rêveberê Rêveberiya Şûnwaran da zanîn ku 35 parêzvan ji bo parastina  hezar û 43’ê deverên kevnar yên ku temenê wan vedgere hezarê salan, hatine erkdarkirin. Herwiha ji bo Girê Tilhelf yê ku ji aliyê dagirkeriyê ve tê  wêrankirin bang li UNESCO Kir.   

Rêvebeiya Şûnwaran ya herêma Cizîrê yek ji dezgehên ku kar û xebatên wê  têkildarî parastina cihên kevnar yên herêma cizîrê ye. Ev rêveberî bi awayekî fermî bi damezrandina Rêveberiya Xweser re di sala 2014’an de hat damezrandin.

Weke ku tê zanîn Sûriyê û bi taybet li Rojava Cihên dîrokî û şûnwaran pir in. Li herêma Cizîrê, bêtirî van cihan jî girên biçûk û mezin in, hejmara  wan girên girêdayî Desteya Şûnwaran hezar û 43’ê gir in.

Rêveberiya Şûnewaran ji du beşan pêk tê, beşek li bajarê Qamişlo û beşeke din jî li bajarê Hesekê heye. Hejmara endamê vê desteyê bi giştî 9 in.  Hejmareke wisa pir ya girên vê herêmê, tekez e ku bê parastina namîne  ji bo vê yekê jî rêveberiyê 35 kesên parêzvan ji bo parastina van cihan erkdarkirin.

Girêdayî xebatên Desteya Şûnwaran û dîroka deverên kevnar rêveberê Rêveberiya Şûnwaran a herêma Cizîrê Şêxmûs Hemo ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Rêveberiya Şûnwaran

Şêxmûs Hemo di derbarê makanîzma karê rêveberiyê de wiha got: “Em weke Rêveberiya Şûnwaran erka me parastina cihên dîrokî û kevnar yên herêma Cizîrê ye. Ev herêm bi deverên kevnar zengîn e, ev yek jî kok û dîroka gelên wê destnîşan dike. Li herêma Cizîrê girên kevnar pir in, hejmara wan jî hezar û 43 gir in. Hejmara girên ku lêkolîn li ser wan hatine çêkirin û hatine kolandin nêzî 30’î ye. Di hundrê van giran de tiştên kevnar; weke peyker, cerên avê yên kevnar û hwd…  hene. Da ku ev dever ji rewşên diziyê û avakirina bêser û ber werin parastin, me 35 parêzvan erkdar kirin, her parêzvanek bi awayekî rojane li gor hejmara girên ku jê re hatine diyarkirin, diparêze. Li aliyekî din jî hin deverên kevnar li herêma me hene ku hatine kolandin û rastî xirakirinê tên. Em jî wan deveran ji rewşa avhewayê yên weke baranê û hwd… her sal diparêzin. Di sala 2021’ê de me bi hevkariya Rêxistina Elşerq navendeke taybet ji bo şûnwaran li navçeya Rimêlan vekir. Şûnwarên ku di vê navendê de ne, hejmara wan 7 hezar û  380’ê ye û beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji hemû girên herêma Cizîrê hatine derxistin. Dema ku Rêveberiya Xweser hate damezrandin, ev şûnwar li cem xwe parastin û piştre di vê navendê de hatin komkirin.”

Cih û dîroka deverên kevnar yên  herêma Cizîrê

Hemo girêdayî cih û dîroka deverên kevnar wiha anî ser ziman: “Li herêma Cizîrê gelek cihên kevnar ku dîroka wan vedgere hezarên salan, hene.  Her devereke ku hatiye kolandin û lêkolîn di derbarê de hatine çêkirin xwedî dîrokeke kevn e.  Nexasim Girê Tilhelef ya ku vedgere serdema  neolotîk û dîroka wî nêzî 6 hezar berî zayînê ye. Ev gir cara yekê di sala 1911’an ji aliyê şûnwarnasê Elmanî Maks Fon Opin Hayîm û hikumeta şamê ya wê serdemê de, bi awayekî berfireh hat  lêkolînkirin. Herwiha heta niha 4 caran lêkolînên şûnwariyê li ser hatiye çêkirin, ya herî dawî jî di sala 2006’an de bû.  Wekî din jî Girê Moza jî di heman rewşê de ye, ku dîroka wê jî gelekî kevnar e. Ev dever vedgere serdema şaristaniya Hûrî û di nav xwe de jî perestgehekê jî vedihewîne. Hêjayî gotinê ye ku li gor lêkolînên li ser hatine çêkirin, çawaniya çêkirina vê perstgehê nehatiye naskirin. Ji ber ku cureyê latên ku pê hatiye çêkirin  heta niha tu kes nizane bê ev lat ji kû hatine û çawa li ser hev hatine lêkrin.”

Astengî

Şêxmûs Hemo têkildarî pirsgirêkên ku tên pêşberî kar û xebatên Rêveberiya Şûnwaran, wiha axivî: “Di nav kar û xebata rojane de gelek astengî derdikevin pêşberî me. Ji van astengiyan jî hejmara parêzvanên ku parastina deverên dîrokî dikin. Ev hejmar li gor hejmara deverên herêma Cizîrê pir kêm e. Raste rojane derdikevin parstina van deveran dikin, Di heman demê de em têkiliyên xwe bi komîn û şaredariyên navçe û bajarên herêma xwe re ji bo parastina van deveran xurt dikin. Lê hin devrên din hene ku bê parastin dimînin.”

 Banga ji bo deverên kevnar yên di bin dagirkeriyê de ne

Rêberê Rêveberiya Şûnwaran Şêxmûs Hemo balkişand ser rewşa  şûnewrên li deverên hatine dagirkirin  û axaftina xwe wiha qedand: “Em hemû dizanin ku şûnwarên kevnar û deverên dîrokî çiqasî rastiya dîroka gelên vê herêmê dide destnîşankirin. Hertim hêzên dagirker jî cihên dîrokî dike armanc. Ev yek jî di roja îro de di derheqê girê Tilhelef de tê kirin. Dema ku  dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê êrîşî Serêkaniyê kirin, destpêkê Tilhelef kirin armanc. Vê dagirkeriyê di derheqê Tilhelef de kiryarên bêwijdanî kir, herwiha talan û  wêraneke bêsînor kir. Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wê bi awayekî rojane kiryarên kolandin, dizî û wêrankirina li Tilhelefê û deverên din yên dîrokî, dikin. Em weke Rêveberiya Şûnwaran ya herêma Cizîrê van kiryaran şermezar dikin. Herwiha ji UNESCO’ê (Rêxistina Perwerde, Zanst û Çandê ya Dewletên Yekbûyî) daxawz dikin ku kiryarên dagirkeriya Tirkiyê ji hemû cîhanê re eşkere bike. Di heman demê de destekê bide Rêveberiya Xweser da ku şûnwarên  hatine dizîn vegerîne cihên wan û van deverên wisa ji kiriyarên dagirkeriyê biparêze.”