Rojnameya Ronahî

    Bajarê kevnar

                                                      

 Tirbespî navçeyeke ji navçeyên Rojavayê Kurdistanê ye, dikeve bakurê rojhilatê parêzegeha Hisiça. Navçeya Tirbespî ji bajarê Qamişlo bi 30 km û ji bajarê Dêrikê bi 90 km dûre.

Tirbespî navekî kurdî ye, ji du peyvan pêk tê, tirb û spî ew jî ji du tirbên spî yên ku dikeve ser girekî di goristanekê de, li cem mizgefta Mela Ehmed. Lewra navê wê bû Tirbespî. Suryanîyan navê Qubur Elbîd lêkirin, ew jî ji ber ku her tim gorên xwe bi kilsa spî siwax dikirin. Herwiha bi navê Herêma Cerehê jî tê nasîn, ji ber ew Çemê ji bakur tê û di nav Tirbespiyê re, ji kêlhesenakê û Mizkeftê ve tê û di nava Tirbespîyê re derbas dibe. Ev cihê çem tê re derbas dibe Cereh jê re dihat gotin. Sultanê Osmanîyan navê sinceq lê kirin, ew jî navê serleşkerekî wan bû, ev yek dide xuyakirin ku ev navçe destpêkê di bin serwerîya wan de bû. Ereban jî navê Qehtanîyê lê kirin, ev nav ji malbata Qehtan hatîye. Ew jî erebê Yemenê yên ku dûrî vê navçeyê bi 2500 k.m ne.

Herweha derbarê dîroka bajarê Terbespiyê de du nêrîn hene. Nêrîna yekê ew e ku Tirbespî bi qijla ferensiyan avabû ye, di sala 1927`an de malbata Haco Axa serokê êla Hevêrka ji serxetê tevî 600 malbatên kurd binxet bûbû, hin dibêjim çend malên suryanî û eremenî bi wan re bûn, ew jî ji eynî êlê bûn. Serleşkerê fernsiyan ew dever da wan û Tirbespî û gundên wê ava kirin.

Nêrîneke din dibêje ku di sala 1840`î de malbata Ico ew jî ji êla Dorikan li alîyê rojhilatê çem niştecih bûn. Tê gotin ku herêma sincq a Xelef Axa bû û wî alîkarî da Hesen Ico da ku Tirbespiyê ava bikin. Heya sala 1960`an ji bilî şivanekî tu kesên ereb lê nebûn. Piştî Kembera Erebî û pêkanîna pirojeya Mihemed Teleb Elhilalî guhertinên demografîk çêbûn, êdî ji Serêkanî hetanî Dêrikê 40 gund ji bo ereban hatin avakirin û gelek ereb hatin bi cih kirin, mîna erebê ( mexmûrî, cewale, Reqa û Helebê) û dest danî ser erdên kurdan û navê gundan guhertin û kirin erebî.

Erdinîgariya Tirbespiyê

Bajarê Tirbespiyê dikeve nîvê deşteke bi bereket de. Çemê Cerahê ku ji Turkiyê tê wê dike du beş. Bajar bi gelek bendavên embarkirinê ve hatiye dorpêç kirin, wek; Bendava Çilaxa, Bendava Mizgeft û Bendava Zexîre ku bûne sedema guhertina avhewaya herêmê û rûbera wê nêzê 872.67km².

Herwiha bajarê Terbespiyê bajarekî mezine nêzî 150`î gund girêdayê wê hene. Gelek cihên xweş ji bo geştyarîyê lê hene û bi taybet gundên alîyan mîna; Dêrna axê, Kêlhesenakê, Xuşînî, Dêrina Qulinga û…hwd.

Cihên kevneşop û dîrokî jî hene, mîna Girê Lêlan ku gundekî pir kevin û dîrokî ye,temenê wê digha 4000 sal bz. Gundê Lêlên li herêma Senceqê ye, 8 kîlomitir li bakurê bajarê Terbespî yê ye.

 Malbatên sereke li bajarê Tirbespiyê

Mala Ezem, Mala Haco, Mala Kêlo, Mala Xaşo û Mala Çomeran. Ji hunermendên navdar ên xelkê Tirbespiyê Ciwan Haco û Xêro Ebas in. Avahîyê berê yên Tirbespîyê xanîyên axî ji kelpîçan dihatin çêkirin, kêm xaniyên ji bilokan hebûn.

Xelkên Tirbespiyê debara xwe bi çandinî, xwedîkirina sewalan û bazirgaiynê tînin û devera Tirbespiyê bi çandinî û neftê tê nas kirin. Her weha li Tirbespespiyê Asûrî, Kurd, Ereb û Êzidî bi hevre jiyan dikin.

Herwiha Bûyera herî balkêş di Tirbespî de “Lehîya Tirbespî” ew jî di dîroka 28.4. 1962`an pêk hat û di encamê de 27 kes an jiyana xwe ji dest dan û gelek zirarên madî çêbûn.

Navê eşîrên Tirbespî yê

Eşîrên kurdan

Dorikî, Hecî Silêmam, Comira, Zaxuranî, Seyîd, Hevêrkî, Hermîs, Cotika, Mehelmî, Harûnî,Dêwanî, Omerka û Basiqlî.

Eşîrên Ereban

Elxamrî, Elzerîf, El-Eceman, El-Beqûn, El-Şererat, El-Kisêrî.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re di sala 2012`an de, ev herêm wek tevahiya herêmên di bin serwerîya rêveberîya xweser de ye û tê de her sê pêkhate bi ziman, kultur û çanda xwe lê dijîn.