Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Sedema bihabûna kelûpelan têkçûna nerxê lîreya Sûrî ye’

20/09/2023
in Uncategorized
A A
‘Sedema bihabûna kelûpelan têkçûna nerxê lîreya Sûrî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bazirganên bajarê Qamişlo diyar kirin ku sedema sereke ya bilindbûna buhayên kelûpelan, têkçûna nerxê lîreya Sûrî ye. Herwiha Desteya Pêjiyaniyê ya bajrê Qamişlo jî da zanîn ku şopandina bazar û firoşgehan ji aliyên wan ve berdewam e.

Piştî derbasbûne 12`e salan di ser kirîza Sûriyê re, ji ber şer û dorpêça heyî aboriya Sûriyê ji sedî 80`ê têk çû, her wiha bihayê lereya sûrî li hember dolarê Amrîkî pir kêm bûye. Ji ber ku tevahiya kelûpel li gorî dolar tên firotin, vê yekê barê ser milê welatiyan girantir kir û welatî bi zehmetî debara jiyana xwe dikin. Li hemberî cûdahiyên di navbere buhayên kelûpelan û ji bo kontrolkirina bazirganiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Desteya Pêjiyaniyê gelek kar û xebatan dide meşandin.

Derbarê bilindbûna buhayên kelûpelan, bazirgan û Desteya Pêjiyaniyê ya bajarê Qamişlo ji rojnemeya me re axivîn.

Bazirganê kelûpelan yê bi Rodan Ehmed da zanîn ku sedema bihabûna kelûpelan, bilindbûna nirxê dolare wiha û got: “Di dema dawî de, ji ber bilindbûna mezin a nirxê dolar li hember lîreya Sûrî, her kes rastî zehmetiyan hat, mûçeyên karmendan ji bo debara jiyana welatiyan, kême. Sedema wê jî têkçûna nirxê lîreiya Sûrî ye. Herwiha sedemê bilindbûna dolar li hemberî lîreya Sûrî zerarek gihand pazirganan jî. Ev yek jî ji ber bê istqrarbûna nirxê dolare.”

Rodan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Zêdebûna bihayan û hilweşîna nirxê lîreyê bandoreke neyînî li ser jiyan û hêza kirînê ya welatiyan kir, ev yek jî di tevgera bazarê de eşkere ye. Li aliyekî din jî, yek ji sedemên bihabûna kelûpelan, ew e ku dikandar û bazirganan, piraniya kelûpelan ji derveyî herêmê  digirin.”

Rodan Ehmed di dawiya axavtina daxwaz kir ku her kes bibe alî kar bi malbatên qizab re û wiha got: “îro roj her kes ji bo debarkirina jiyana xwe zehmetî dibîne, ev jî sedema ne istiqrare dolare, roj bi roj bilind dibe. Ez bi hêvîma her kes xwe berpisiyar bibîne û bibe alî kar ji malbatên qizab re.”

‘Kesê ku li gor zagonên pêjiyaniyê tev negere wê bê cezakirin’

Endamê Komîteya şopandinê ya desteya pêjiyanê ya bajarê Qamişlo Kîfah Sa’idûn derbarê kar û xebatê desteyê wiha got: “Em wekî komîta şopandinê, her roj  li tevahiya bazar û dikanên bajêr şopandinina bûhaya kelûpelan dikin; mînak di demjimêr 3’ê sibihê de, şopandina me li nangihên otomatîk yê li bajarê Qamişlo destpê dike, li ser asasê ku em tekîz bikin, ku kar û xebat baş tên meşandin. Di heman demê de, ji demjmêr 9’ê sibehê şopandina me li ser furiştgehan jî  çêdibin, her wiha yên ku li gor zagonên pêjiyaniyê tev nagere yê tên cezakirin.”

 ‘Divê welatî jî bi me re bibin alîkar’

Endamê Komîteya şopandinê ya desteya pêjiyanê ya bajarê Qamişlo Kîfah wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wekî komîteya şopandinê, hewil didin ku bi gel re bibin alîkar, lê em bi hêvîne ku welatî jî bi me re bibin alîkar, dikarin li ser firoşgeh û bazirganên ku ne li gorî biryaran tevdigerin, agahiyan bidin me. Dema ku welatiyek cudahiya di navbera dikanan de bibîne, divê giliyê fermî pêşkêşî pêjiyaniyê bike. Lê mixabin welatî ti gilî nakin. Li aliyekî din em karê xwe dikin û şopandina me rojane berdewam e, rojane nirx têne danîn û eger hemwelatiyek gilî radestî me bike, em rewşê lêkolîn dikin û eger tesbît bibe ku zagon û biryarên me hatine binpêkirin, em ceza li ser wan dikandar yan bazrganan disepînin.”

Hevserokê pêjiyaniyê li bajarê Qamişlo Bengîn Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hêvîne ku welatî bi mere bibin alî kar û çavê xwe ji kêmasiyên dikanan negirin û bêdeng nemînin

vê her kes xwe perbisiyar bibîne.”

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.