Rojnameya Ronahî

Pêwîste yên dibêjin Tirkiye me guhdar nake bên naskirin

Zekî Bedran

Dewleta Tirk li Sûriyê êrişan berdewam dike. Di salvegera êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de, 15’ê Îlonê li Minbicê wesayîta fermandar û şervanên YPJ’ê kir hedef. Sê jinên şoreşger şehîd bûn. Van mirovên binirx ku jiyana xwe fedayî azadiyê kirine û ji derveyî xizmeta gel tu armanca wan tune ye, ji bo armancên xwe yên dermirovî û nîjadperest qetil dike. Dewleta Tirk a serberela, tu zagon û mirovahiyê nas nake, weke qatilekî berdane holê.

Dewleta Tirk nikare van qetilkirinan bê erêkirin û piştgiriya Rûsya û DYE yê bike. Ji ber ku qada hewayî di navbera DYE û Rûsyayê de parvekiriye. Artêşa Tirk nikare bi hêsanî di bejahî re êriş bike. Dê bersivê bigire û windahiyên wê zêde bibin. Lê hêza parastina hewayî ya QSD’ê tune ye. Ji ber wê jî bê ku windahiyan bide, bi serweriya teknîkê şoreşger û welatparêzan qetil dike. Minbic herêmeke di bin venêrîna Rûsyayê de ye. Li Rojava xeta rojhilat a Eyn Îsayê di berpirsyariya DYE yê de ye, xeta rojava jî di berpirsyariya Rûsyayê de ye. Dibe ku Rûsya dewleta Tirk nexe herêmê. Dema dewleta Tirk zagonan derbas bike dikare SÎHA’yê wî daxe. Ji ber wê jî hêz û pozîsyona dewleta Tirk a şer derbixe tune ye. Ji ber ku qada hewayî ya dewleteke din binpê dike, ne li ser axa xwe ye. Eger yek- du SÎHA yan jî ÎHA bên xistin, careke din nikare bikeve herêmê.

Rûsyayê dema bi QSD’ê re li hev kir û hate herêmê, gotibû dê li Qamişlo ji bo parastina hewayî radaran dane. Alîkarî ji QSD’ê xwest. Her cûr alîkarî hat dayîn. Lê Rûsyayê di pratîkê de tiştek nekir. Dema berpirsyariyên wan tînin bîra wan dibêjin “Tirkiye me guhdar nake” û bi vî awayî xwe diparêz in. Karbidestên DYE’yê jî heman tiştan dibêjin. Dibêjin “Êrişên Tirkiyê istiqrara herêmê xirab dikin, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê nerênî bandor dike. Em ne alîgirên êrişan in. Em dibêjin lê me guhdar nakin.” Du hêzên mezin ên cîhanê dibêjin “Ma em çi bikin, Tirkiye me guhdar nake” û bi vî awayî xwe diparêz in. Çi mafê dewleta Tirk li Sûriyê heye? Heman demê de qadek berfireh dagir kiriye, sûcê paqijkirina nîjadî dike. Divê niha ji ber sûcên mirovî û sûcên şer ên kirine bihatiba darizandin.

DYE û Rûsya ji ber berjewendiyên xwe çavê xwe ji van sûcan re digire û hevkariyê dikin. Dijminahî û êrişkariya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan ranaweste. DYE, NATO û Rûsya kaxeza Kurdan bikar tînin û hewl didin dewleta Tirk li gorî armancên xwe bikar bînin. Yên ku Tirkiyê jî rêve dibin ji bo tunekirina Kurdan heta dawî xwe didin bikaranîn. Her cûr tawîzê didin. Jixwe Tirkiyê pêşkêş dikin, dikeve nava her sûcî, gef û şantajê bikar tînin.

Îsveç û Fîlandiyayê ji bo endamtiya NATO’yê serlêdan kir. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye divê weke welatên din erê bikira. Hema rewş ji bo xwe bikar anî. Got, li dijî YPG û Kurdan helwest nîşan bidin, ambargoya çekan a li ser min rakin. Çi têkiliya Kurdan bi Îsveç û Fîlandiya heye? Gelo van dewletan ji bo bibin endamên NATO’yê bi Kurdan şêwirîn, gelo destûr xwestin? Tu têkiliya Kurdan bi serlêdana van dewletan re tune bû. Ji bo vê jî pêwîst bû NATO û dewletên eleqeder, di vê mijarê de li ser Kurdan bazarkirin red bikirina. Lê wisa nekirin. Ji bo berjewendiyên xwe Kurd kirin qurban. Heman tiştên di sala 1923’an de di Peymana Lozanê de kirin. Erdoganê faşîst niha hewl dide Îsveç û welatên Ewropa li gorî xwe bixe tevgerê.

DYE’ê  tenê bi hevkariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare li Sûriyê bimîne. Eger SDG nebûya nedikarî li dijî DAIŞ’ê şer bike. Niha jî operasyon3en hevkar tên kirin. QSD pasbantiya bi dehhezaran girtiyên DAIŞ’ê dike. Ji bo vê DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir. QSD’ê 120 windahî dan. Bi vê re jî beregehenên leşkerên DYE’yê yên li herêmê dikin. Heta niha di van beragehan de leşkerek ê DYE yê birînda jî nebûye. QSD li gorî hevkarî û hevçekiyê nêz dibe. Lê DYE li gorî van pîvanan nêz nabe. Yên bi wan re li dijî DAIŞ’ê şer dike, beşdarî operasyonan dibe, wan diparêz e, dewleta Tirk tê bi SÎHA’yan li QSD’ê dixe, DYE jî temaşe dike. Û weke henekekî dibêjin “Karbidestên Tirkiyê me guhdar nakin”. DYE bi milyon dolaran dirijîne Ukraynayê. Çekên herî pêşketî dide. Hêzeke weke Rûsyayê dide pêşberî xwe. Lê li hemberî karbidestên Tirk ên hevkarê wî qetil dike, şervan, zarok û jinan qetil dike bêçare ye!

Rewşa Rûsyayê jî heman e. Ji herkesî baştir dizane ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyê çi bike û dagir kiriye. Pûtîn, ji bo Ukrayna nebe endamê NATO’yê ev şer derxist. Bû sedemên windahiyên mezin ên can û mal. Lê dema dostê wî Erdogan dibêje “Ukrayna maf dike bikeve NATO’yê”, Pûtîn karî çi bike!