Rojnameya Ronahî

Ji bona zarokên paşerojê pirojeyên taybet

Êrişên domdar yên li ser herêma Şehbayê  û bi taybetî di rewşa koçberiyê de, herî zêde bandorê li zarokan dike. Berpirsa Komîteya Şilêr li herêma Şehbayê Bedîaa Mislim anî ziman ku ji bo rewşa derûnî ya zarokan pirojeyên taybet têne amedekirin.

Zana Roj/ Şehba

Di bin şert û mercên zehmet yên koçberiyê de li herêma Şehbayê zarokên Efrînî yên ku ji bêhna axa Efrînê hatine mehrûmkirin, ji hemû mafên xwe yên zaroktiyê bêparin. Rojane êrîşên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve tên pêk anîn, her wiha siyaseta şerê taybet û weke koçberekî ku ji welatê xwe derketiye, hemû yek ser li ser kesayet, derûnê û piskilojiya wan bandoreke mezin çêdike. Ji lewra komîteya Şilêr li herêma Şehbayê hat avakirin û ji bo hembêzkirina tavahî zarokan bû cihê perwerdê, pêşketin û xwedîderketinê , herwiha bi hezkirineke mezin piroje û çalakiyên renge reng didin pêşxistin.

Têkildarî erk û berpirsyariya komîteya Şilêr, her wiha çalakiyên ku didin pêşxistin berpirsa Komîteya Şilêr a Efrîn û Şehba Bedîaa Mislêm ji rojnameya me re axivî.

“xwedîderketina li zarokan erka me ye”

Bedîaa di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo hembêzkirina zarokan û xwedîderketina li wan ev komîte hat avakirin û wiha got: “Di nava van siyasetên ku li ser herêmê tên meşandin, herwiha êrîşên rojane yên ji aliyê dagirkeriyê ve tên pêkanîn, bi awayekî mezin li ser rewşa zarokan bandorke neyênî  dike û vê yekê em di civakê de bi awayekî balkêş dibînin. Avakirina komîteyekî bi vî awayî, ji bo li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst bû. Ji ber giştî herêm ji 12 salan ve di bin êrîş û kiryarên dijmin re bi sala ye derbas dibe. Ji lewre li hember rewşa tavahî zarokan em xwe berpirisyar dibînin. Ji bo serwxtbûna zarokan di hemû milan de her wiha xwedîderketina li van zarokan erka me ye”.

“Armanca me em bibin cihê hêz, enerjî û pêkanîna çalakiyên zarokan”

Bedîa anî ziman ku di demeke kin de hewil dan ku xwe bigihînin hemû zarokan û wiha got: “Li herêma Şehbayê îsal komîteya Şilêr hat avakirin. Li ser asta herêmê xwe birêxistin kir, derbasî meclîs û komînan jî bû. Di van demên dawiyê de em hewil didin bêtir xwe di nava kampan de bi rêxistin bikin. Derveyî nevenda giştî yek navend li kampa serdem hat vekirin û di demên pêş de wê di tavahî kampan de bê avakirin. armanca me em bibin wargeheke ya xwedîderketina li hêz, enerjî û çalakiyên ku dixwazin pêk bînin”.

“Armanca me  Pêşxistina çalakiyên bi bandore”

Girêdayî çalakî û pirojeyên perwerdê yên ku ji bo zarokan hatine pêşxistin bedîa wiha axaftina xwe domand: “Bi taybet piştî erdheja ku hatiye rûdan bandoreke mezin di aliyê piskilojîk de da avakirin. Li hember vê yekê me dest bi çalakiyên cuda yên hunerî, çandî, sporî, perwerde, leystok û hwd me kir. Niha di hundir navendê de waneyên fêrkirina çêkirina wêneyan tê dayîn, her wiha leystoka bîng bong tê fêr kirin. Di heman demê de di aliyê perwerdeyên fikrî yên girydayî çand û exalaqê civaka me de perwerde tên dayîn. Girêdayî 4 ê Nîsanê zarokan dest bi çandina daran kir. Herwiha hemleya paqijkirina jîngehê hat destpêkirin da ku zarok di giringiya paqijiya derdor û civakê de serwext bibin. Di dema pêş de wê pêşxistina piroje û çalakiyên bi bandor jî hebe.