Birûc Resûl/Qamişlo
Bi dihan Şêniyên Qamişloyê cenazeyên yek ji evserên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eymen Çolî û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Cumaa Dawûd li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Îro, şêniyên bajarê Qamişlo bi tevlîbûna hemû pêkhate, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, tevgerên jinan û nûnerên Rêveberiya Xweseriya li Goristana şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo, bi merasîmekî bi heybet evserê Hêza Ewlekariya Hundirîn Aymen Çolê û endamê Hêza Erka Xweparastinê Cûma Dawid oxir kirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cezîrê Muhyedîn Hesen axivî û got, dagirkeriya Tirk dixwaze Îradeya gelên herêmê têk bibe, lê îradeya gel ji planên dagirkeriyê xurtire.
Piştre wesîqeya her du şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, herî dawî cenazeyên wan li ser milan kirin û li goristana şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin.
Evserê Hêza Ewlekariya Hundirîn Eymen Çolî di 17’ê Îlonê de, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafira bêmirov şehîd bû.
Endamê Hêza Erka Xweparastinê Cûma Dawid jî, li Dêra Zorê di operasioyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de şehîd bû.