Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendê

17/09/2023
in Uncategorized
A A
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendê
Share on FacebookShare on Twitter

Mîhrîcana 6`an a Şehîd Ronahî Bawer a Govendê bi beşdariya 23 koman ji tevahî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Helebê dest pê kir.

Piştî ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê 3 salan hatibû taloqkirin, Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendê di gera xwe ya 6`an de li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ya bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişloyê ji nû ve dest pê kir.

Bi sedan pêkhteyên kantona Qamişlo tev li mîhrîcanê bûn.

Destpêka mîhrîcanê, komên beşdar, bi dirûşma “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e” ji pêşiya Navenda Aram Tîgran di nava kolana giştî ya bajarokê ta çerxerêya Şehîd Xebat a li Girkê Legê meşiyan. Komên beşdar, banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Piştre bi navê Komîteya Amadekar Kordînasyona Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan Mizgîn Çolaq axivî û destnîşan kir ku ji lidarxistina mîhrîcanê armanc dikin ku çanda herêmê biparêzin û çanda gelan bi rêya govendan vejînin.

Her wiha hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, projeya neteweya demokratîk û fedakariyên şehîdan, pêkhate bûn yek û serkeftinên bêhempa bi dest xistin. Ew xwe spartin yekitiya çarenûsa hevbeş û çandên resen ên pêkhateyên herêmê.”

Endama Rêveberiya Tevgera Mezopotamyayê Sumeye Mihemed jî mîrhîcan diyarî giyanê jina Kurd Jîna Emînî û tevahî jinên têkoşer ên şoreşê kir û wiha domand: “Bi yekitiya xwe em dê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin. Ji bo wê em dê têkoşînê li ser tevahî astan mezin bikin.”

Cigîrê Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Sayil El Xelef axivî û destnîşan kir ku bi çand û hunerê civaka demokratîk a azad û hevgirtî ava dibe ku bi rêya wê çanda gelên resen derdikevin pêş.

Piştî bidawîbûna axaftinan, gelek hunermend, mûzîkjen û mamoteyên govenê bi qeyda dîmenekê lidarketina mîhrîcanê pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Koma Kevneşopî ya govend û stranê ya ji Dêrikê mîhrîcan dest pê kir. Piştre koma Vejandina Çanda Stranê ya ji Reqayê hin berhemên xwe pêşandan.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de, Koma Silava ya stranê ya ji Kobanê, berhemên xwe pêşandan. Her wiha Koma Şehîd Serhed a Helebê 4 govendên efrînî bi navê “Çû, ben û govend”, “Gulnar”, “Gundê min” û “Sanci” pêşandan.

Di dawiya roja yekemîn a mihrîcanê de, Koma Kevneşopî ya stranê, berhemên xwe pêşandan û xelekên govendê gerandin.

Mîhrîcan heta 4 rojan berdewam e. Komên beşdar dê berhemên xwe di van rojan de pêşan bidin.

Post Views: 50
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.