Rojnameya Ronahî

Jin jinûve evînê li ser vê xakê şîn dikin! -1-

Demeke kurte derbasî Rojavayê Kurdistanê bûme. Hema hatina min bi 6. Salvegera şoreşa 19 ê Tîrmehê rast hat. Şansek baş bû ku ez guhertinên vê şoreşê çêkirine carekedin bibîr bînim. Rastî pirtûka nivîskarê bi nav û deng ê Ereb Nizar Qebanî (1923 Şam-1998 London) ya bi navê Çîroka Jineke Xemsar hatim. Dibêjin Qebanî gelekî li ser jinan nivîsandiye. Ji ber vê yekê di cîhana Ereb de gelek rexne jî lê hatine kirine. Lê belê wî gelekî bi wêrekî behsa jinan kiriye. Rexneyên mirov bikin, hene bêguman. Lê bi rastî jî di xeyalên wî de her tim têkoşînek bi hêz a jinan li beramber pergala desthilatdar hebûye. Gilî û gazincan dike, hawarê dike û dixwaze jin xwe ji vê zilmê xilas bikin û bibin ya xwe. Di peyama wî de xwebûn gelekî heye. Dema min hesretên wî yên ku rojekê jin bibin ya xwe û civakê birêve bibin, dît, min got; Xweziya îro li vir bûya û berhemên şoreşa 19 ê Tîrmehê yan jî bi gotinek din şoreşa jinan bidîta. Çend roj beriya niha pirtûkên Nizar Qebanî bi Erebî û Kurdî li pêşengeha li Qamişlo dihat nîşandayîn. Xwezî ew jî li vir bûya û ji heyranên xwe re behsa pirtûkên xwe bikira. Yan jî ger sax bûya, dibe di derbarê jinên YPJ ê û têkoşîna jinên Kurd de gelek pirtûk nivîsandiba. Qebanî dibêje; ´Di cîhana Ereb de evîn wek kole û esîran e. Divê em azad bikin!´ Xwezî li vir bûya û biba şahidê têkoşîna jinên Ereb jî. Çawa şoreşa 19 ê Tîrmehê hişt ku jinên Ereb çarşevên reş di nava kolanan de bişewitînin û dawî li dîroka koletiyê bînin.
Di 7. Sala şoreşa 19 ê Tîrmehê de dema mirov li pêşketinên li herêmê mêze dike, asta têkoşîna jina Kurd mohra xwe li 100 salên dawî yên guhertinên li herêmê kir. Encama herî hêja ya vê şoreşê bêguman asta jin gihiştiyê ye. Tiştên Nizar Qebanî û gelek kesên din behsa wan dikin, jê gazincan dikin, rewşeke ji rêzê nîne. Koletiya Qebanî behsê dike xwe dispêre dîroka 5 hezar salî ya kolekirina jinê. Rêber Apo jî tam dest danî ser vê mijarê û got; Evîna Kurd hatiye kuştinê! Ev gotina Rêber Apo bingeha şoreşa jina Kurd e, em ji wê derkevin rê û bidomînin. Ger em ê behsa guhertina civakê bikin pêwîste asta koletî û azadiya jinê jî were zanîn û pênasekirin. Civak wek sîstema bedena mirov bi hevdu ve girêdayî ne û her guhertinek tevahiya civakê bandor dike. Ji hest û gotinên Nizar Qebanî û gelek zanayên li ser vê xakê jî diyar dibe ku her dem bendewariyek ji jinê hebûye ku li beramber zilma lê tê kirin, serî rabike. Civak pê hesiyaye ku ya li ser jin tê ferzkirin, ne cewhera heqîqî ya rabirdûya têr û tije ya me ye. Bi gelek rêbazan rûreşiya vê pergalê hatiye şermezarkirin. Di kilamên dengbêjî yên jinên Kurd de em pir bi hêsanî dikarin şopên vê rastiyê bibînin. Her jinekê li gel civaka xwe, bi awayekî serî rakiriye û koletî nepejirandiye. Belê raste, civak bi koletiyê hatiye terbiyekirin û gihandin, lê belê cewher ti caran xira nabe. Dema jinên Ereb çarşevên xwe di nava kolanên Minbicê de dişewitandin, gotina Rêber Apo ya digot; Jin wek civîkekê di qefesê de hatiye hepiskirin, ger rojekê derî vebe, wê bifire û heft welatan bibihore, bê ku pişt serê xwe mêze bike! Jinên Ereb piştî têkoşîna jina Kurd a li beramber hovîtiya DAIŞ ê bawer kirin ku ew jî dikarin ruh û bedena xwe azad bikin û bifirin. Ev yek bêguman tenê bi jinên Ereb re bi sînor nema. Çalakiyên bi milyonî yên jinan ji bo şermezarkirina siyasetên cinsiyetparêz ên Trump hestên hevpar ên jinan e.

Gelawêj EWRÎN