Rojnameya Ronahî

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya giştî ragihand

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo sala xwendinê ya 2023-2024’an, di 6`Îlonê de hevyazbariya giştî ragehand, herwiha dest bi tomarkirina xwedekaran kir.

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevyazbarî hemû fakulte û peymangehên Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Peymangehen Amadekirina Mamosteyan ên girêdayî Desteya Perwerdeyê û Peymangeha Tenduristiyê ya Desteya Tenduristiyê di nava xwe digir, ragehand.

Derbarê hevyazbariya hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya sala 2023-2024`an, endama Komîteya Hevyazbariyê ya Zanîngeha Rojava Sîham Mihemed ji rojnama me re axivî.

Sîham Mihemed balkişand ser hevyazbariya zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê ya Îasal û wiha got: “Hevyazbariya îsal ji ya sala borî cuda ye, îsal ezmûn ji hin beşên zanistî re hene, sedema wê jî, ji ber ku sala borî ezmûnê tinebûn, hin pirsgirêk di rewşa xwendekarên beşên zanistî de derketin. Ji ber wê pêşinyar hat kirin ku di ezmûnan re derbas bibin, da ku xwendekar li gorî asta xwe derbasî zanîngehê bibin. Li aliyekî din , hersal hevyazbariya peymangehên girêdayî desteya perwerdê û desteya tendûristî ne girêdayî hemhangiya zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê bûn, lê îsal bi giştî di bin siya hemahengiya zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê de ne.”

‘32 Fakulte û peymangeh hene‘

Sîham Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Hijmarê Fakulte û peymangehên hemahengiya zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê  32` ne. Herwiha navendên tomarkirina hevyazbariyê li ser çar navendên sereke belav dibin; avahiya sereke ya Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo, avahiya sereke ya Zanîngeha Kobanê li bajarê Kobanê, avahiya sereke ya Zanîngeha Şerq li bajarê Reqa û navenda KPC`ê li Edas li herêma Şehba yê. ”

Qonax û awayên rêveçûna pêşkêşkirina ji hevyazbariyê re:

– Dema tomarkirina xwendekaran li navendên hevyazbariyê di 6`ê Îlonê dest pê kir û di 16`ê Îlonê de bi dawî dibe.

–  Xwendekarên xwesteka wan pêşkêşiya hevyazbariya beşên ku ezmûn ji wan re divê ” Xwendekarên zanistên xwezayî yên rêjeya wan ji sedî 80`ê ye û ber bi jor ve  ye” dê li ser navendên ezmûnan bên belavkirin.

– Ezmûn dê bi sîstema otomatîzê ji bo materyalên bîkarî, fîzîk, kîmya, zindînasî di dîroka 20` Îlonê de be.

– Beşên ku ezmûn ji wan re divê ev in: (Zanîngeha Rojava: Fakulteya bijîşkiyê, endazyariya avahîsaziya ekolojîk, endazyariya çandiniyê, endazyariya petrol petrokîmyayê, kompyûter, komînîkasyon, mîkatronîk, biyokîmya. Zanîngeha Şerq: Fakulteya bijîşkiyê, endazyariya çandiniyê. Zanîngeha kobanê: Peymangeha bijîşkî. Desteya Tenduristiyê: Peymangeha tenduristî-bijîşkî.)

– Ragihandina encamên ezmûnan dê di 24` Îlonê de be. Piştî derketina encaman: navendên hevyazbariyê dê pêşwaziya xwendekaran di navbera 26` Îlonê û 2`Cotmehê ji bo tomarkirina xwendekarên xwe 15 xwestek bikin.

– Xwendakarên  tev li ezmûna bawernameyên zanistên xwezayî û zanistên civakî, nebûne, dê li gor pileya xwe ya amadeyî bekeloriya bên pijrandin.

– Xwendekarê/a di beşa ku jê re divê nehatibe pijrandin, dê li gor pileya xwe ya amadeyî bekeloriya û xişteya xwestekên xwe bê pijrandin.

– Belavkirina li ser beşan dê li gor xwesteka xwendekar, pîvanên hevyazbariyê û karîna girtina her beşekê ya ji xendekaran re be.

– Korsek perwerdekirinê dê ji bo fakulteya endazyariya avahîsazî û hunerên bedew di navbera 29`Îlonê û 6`Cotmehê de çêbibe.

–  Ezmûna hevdîtinê ji bo beşên ku pêwîstî bi hevdîtinê heye, dê di navbera 4` Cotemehê û 6` Cotmehê de çêbibe.

– Tomakirina xwendekaran di beşên ku bi de dest xistine, dê di navbera 9`Cotmehê û 12` Cotmehê de piştî ragihandina encamên dawî be.

– Dewama fermî ya xwendekarên nû dê dîroka 14`Cotmehê de dest pê bike.