Rojnameya Ronahî

Li Şehbayê Xwendekar jî di nava berxwedaniyê de ne

 Deriyên dibistanan ji bo destpêkirina sala xwendinê ya nû tên vekirin. Hevserokê desteya perwerdê û hînkirinê ya herêma Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş diyar kir ku dibistanên ku di erdhejê de zirar dîtine hatin sererast kirin. Herwiha têkildarî sîstema xwendinê got:”Îsal ji refa yekem heyanî amedehî sîstema nirxandina asta xwendekaran li ber çavan tê girtin.”

Zana Roj/ Şehba

Xwendekar û mamosteyên Efrînê yên ku zêdetirî 5 sala ye li herêma Şehbayê jiyan dikin. Ji tunebûnê hebûn afirandin. Di şert û mercên koçberiyê de û kêm derfetan de careke din bi hezkirina xwendekar û hêviyên mamosteyan sîstema xwendinê hat danîn û gihîşt serkeftinê. Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re deriyên dibistanan tên vekirin. Di erdheja ku di 6’ê Sibatê de hatiye rûdan bi xwe re gelek ziyanên madî avakir. Ji ber dibistanên herêma Şehbayê ji bermahiyên şerê ku di herêmê de hatine qewmandin, para dibistanan ji van ziyanan ya herî mezin bû. Desteya perwerdê di nîvê salê de mecbûr man ku ji bona xwendekaran cadiran deynin, ji ber ku dibistanên ku xwendekar têde diman xeteriya hilweşandina wan hebû. Ji lewra di betlaneyê de ev dibistan ji nû ve hatin serarast kirin da ku xwendekar di sala nû de di wan de xwendina xwe berdewam bikin. Li aliyê din dorpêça heyî û zehmetiyên peyda kirina pêdiviyên xwendekaran rê li ber astengiyên mezin vedike. Lê rûxmî van zehmetiyan jî xwendekar û mamoste bi kelecaneke mezin li benda vekirina dibistanan ne.

Girêdayî vekirina sala nû ya xwendinê, amedekariyên ku hatine kirin û pêşwazîkirina xwendekaran, Hevserokê desteya Perwerdê ya herêma Efrîn û Şehba Mamoste Fadil Çawîş ji rojnameya me re axivî.

Deriyên dibistana tên vekirin

Mamoste Fadil di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku îsal ew ê nêzî 15 hezar xwendekar pêşwazî bikin û wiha got:”Dibistanên herêmê di 3 yê vê mehê de deriyên xwe ji bona kar û xebata mamoste û rêveberên dibistanan vekirin û di 10’ê mehê de wê bi awayekî fermî xwendekaran pêşwazî bikin. Di sala xwendinê ya 2023- 2024 an rêjeya xwendekaran zêdetire û nêzî 15 hezar xwendekar wê derbasî dibistanan bibin”.

“Dibistanên ku di erdhejê de zirar dîtine hatin çêkirin”

Fadil di axaftina xwe de bal kişand ser zirarên ku di erdhejê de hatine rûdan û amedekariyên wan di havînê de çawa bûn û wiha pê de çû: “Bi giştî felaketa xwezayî bandor û ziyanên madî û ruhî kir. Ji ber herêm di gelek şerên dijwar re derbas bû, dibistanên ku têne bi kar anîn jî piraniya wan ji ber şerê ku li heremê rûdayî tiştekî wê li ser hev nemaye. Di erdhejê de zirara herî zêde li ser avahiyên dibistanan bû. Ji tirsa ku avahî li ser serê xwendekar û mamosteyan de neyê war weke çareserî me cadir danîn, heyanî sala xwendinê bi dawî bû. Di batlaneyê de me hewil da ku em dibistanên ku zirar dîtine serarast bikin. Niha me amedekarî bi dawî kirine û wê di 10’ê mehê re bi rengekî fermî dibistan werin vekirin.”

“Dorpêça li ser Şehbayê bandorê li demsala xwendinê dike “

Fadil diyar kir ku ji ber dorpêça li ser herêmê di aliyê pêdivî û qirtasiyên xwendekaran de ew rastî zehmetiyan hatin û wiha domand: “Herêm ji aliyê hikumeta Şamê ve zêdetirî 2 sala ye di dorpêçê de ye. Dorpêça heyî li ser tavahî aliyên jiyanê bandor dike û jiyan bi zehmetî derbas dibe. Di demsala zivistanê de hikumeta Şamê nahêle ku sotemenî derbas bibe, ev yek jî yekser li ser rewşa xwendekaran bandorê dike. Ji ber di encam de sobe nayên pêxistin. Di aliyê pêdiviyên xwendekaran de peydakirin wek lênûs, pênûs, pirtûk û qirtasiyan de ji ber heman sedemê em di astengiyan re derbas dibin. Di havînê de me bi zehmetî karî hin pêwîstiyan peyda bikin, lê bi giştî hemû pêwîstiyên xwendekaran nehatine peydakirin.”

“Di sala nû de sîstema nirxandinê hatiye esas girtin”

Têkildarî sîstema xwendinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê mamoste Fadil ev anî ziman: “Sîstema netewa demokratîk a ku wekhevî, azadî û demokrasî esas digire. Bê guman ev yek bûye reng û terzê jiyanê di tavahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Berê di sîstema xwendinê de nirxandin û ezmûn hebûn, lê belê di sala nû de tavahî refên perwerdê ji refa 1 heyanî 12 wê sîstema nirxandinê esas were girtin. Tenê hin babetên taybet yên weke zanyarî wê bi ezmûn bin. Ev weke sîstemeke nû li ser asta giştî hatiye pejiranidn, da ku xwendekar di aliyê nirxandinê de rihet be û di piskilojiya ezmûnan de nemîne.”

“Babetên li ser ola Îslamî û ola Êzîdî wê bên dayîn”

Hevserokê Desteya Perwerdê û Hînkirinê mamoste Fadil di axaftina xwe de bal kişand ser hebûna babetên olî yên Îslamî û Êzîdî û wiha got: “Di herêma Şehbayê de du olên ku tên esas girtin hene. Ola Îslamî û ola Êzîdî, ji ber girîngiya hebûna her du olan di sîstema perwerdeyê de. Herweha hate hilbijartin ku her du ol weke babet di dibistanan de werin dayîn. Ji ber wê yekê di havînê de mamosteyan perwerdeyên taybet li ser her du olan wergirtin. Bi taybet mamosteyên ku ola Êzîdî perwerde bidin ji aliyê Yekîtiya Êzîdiyan ve hatin perwerde kirin.”

“Ji hemû xwendekaran re pêşerojeke bi serkeftî tê hêvî kirin”

Herî dawî mamoste Fadil ji bo tavahî xwendekar û mamosteyan serkeftin hêvî kir û bi van gotinan axaftina xwe qedand:”Rewşa ku xwendekar û gelê me di herêmê de jiyan dikin, gelek zehmete, di aliyekî de şer û di aliyê din de dorpêç. Lê rûxmî van zehmetiyan jî hêviyên serkeftin û pêşketinê em di cavên zarok û xwendekaran de dibînin. Her çi ji me bê xwestin em ê, bê berdêl bikin û bidin. Ji tavahî xwendekaran re serkeftin û pêşerojeke bi heybet hêvî dikin.”