Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emîne Osê: ‘Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ planên li hemberî heremê têkbirin’

13/09/2023
in Uncategorized
A A
Emîne Osê: ‘Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ planên li hemberî heremê têkbirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê destnîşan kir ku operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ gelek planên mezin ên li dijî Rêveberiya Xweser têk birin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 27’ê Tebaxê de operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê” li dijî şaneyên DAIŞ’ê, bazirganên narkotîkê û kesên ji derveyî qanûnê tev digirin li Dêrazorê dabû destpêkirin.  Hemwextî operasyonê hin aliyan xwestin fîtneyê di nav pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxin.

Der barê mijarê de, Cîgira Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê  got.

Emîne Osê di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdên operasyonê re xwest got: “Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ne ewqasî hêsan bû wek ku hinekan texmîn dikir, lê belê planeke mezin û aliyên ji derve hebûn ku hewl dan aramî û ewlehiya Dêrazorê têk bibin.”

Emîne Osê diyar kir ku li ser daxwazên domdar ên şêniyên Dêrazorê, QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ kir û got: ′′Piştre mezinahiya planên li dijî herêmê û rola  hikumeta Şamê, dewleta Tirk û Îranê diyar bû ku bi îsrar hewl didan fîtne di navbera Kurd û Ereban de biafirînin. Bi saya hêzên me tevahî hewldan hatin têkbirin. Hêzên me roleke erênî di peydakirina îstiqrarê li Dêrazorê pêk tînin.”

Emîne Osê bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê jî û wiha pêde çû: ” Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî ne. Pêkhateyan bi îsrar kedeke mezin da û girîngî dane vê xalê ku tu fitniyeke neteweyî li ser esasê Kurd û Ereb tune ye, lê operasyon ji bo xurtkirina ewlehiyê û li dijî şaneyan bû ku hewl didan ewlehî û istiqrara herêmê têk bibin. Tevahî pêkhateyan ev helwest nîşan da. Pêkhateyan destek dan hêzên leşkerî yên operasyonê.′′

′Zanebûn û hevgirtina gel plan têk birin′

Emîne Osê diyar kir ku armanc kesayet û dewletên çavbirçî negihiştin serî û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji rojên pêşîn de rejîmê destek da hin koman da ku operasyonê dirêj bikin û di encamê de sûdê bigirin. Di heman wextê de jî çeteyên girêdayê Tirkiyeyê êriş li dijî Til Temir û Minbicê dan destpêkirin. Armanca wan ew bû ku bala li ser operasyona ewlehiyê ya li Dêrazorê berbelav bikin. Lê zanebûna gelê me ji her kesî re îsbat kir ku operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li Dêrazorê tevahî planên Tirkiye, hikumeta Şamê, Îranê û komên ku xizmetî ajnîdeyên van dewletan dikirin, pûç kirin. ′′

Emîne Osê wiha domand: “Planên wan têk çûn, lê ev nayê wateya ku ew êdî hewl nedin careke din aramiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin. Ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser de ev alî bi hemû rêbazên leşkerî û balafirên bêmirov, bi rêya ambargoyê, şerê taybet û afirandina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, şerê vê rêveberiyê dikin.”

Pêngava xizmetguzariyê

Emîne Osê diyar kir ku piştî paqijkirina Dêrazorê ji şaneyên çeteyan û yên xirabker dê li gorî derfetên heyî pêngaveke pêşxistina projeyên xizmetguzariyê hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: ′′Rêveberiya Xweser gihaştiye vê encamê ku dijmin hîna hewl dide projeya me têk bibe, lê ji hevgirtin, xebateke cidî û parastina destkeftiyên ku bi fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin, ji me tê xwestin.” ANHA

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.