Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Ji bo serxistina xwepêşandanan divê proje hebin`

13/09/2023
in Uncategorized
A A
`Ji bo serxistina xwepêşandanan divê proje hebin`
Share on FacebookShare on Twitter

Aktîvîsta femînîst Sîlvart Selûm bal kişand ser beşdariya jinan di xwepêşandanên li Siwêdayê de got, ′′Divê beşdarbûneke xurt di qada bîrdozî de jî hebe û ji bo serxistina xwepêşandanan divê projeyek bê danîn.′′

Ji destpêka xwepêşandanên li Siwêdayê de beşdariya jinan û bangên wan ên ji bo azadî, jiyaneke bi rûmet û  pêkanîna çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyeyê balê dikişîne.

Xwepêşandên ku li ser projeyekê hatine avakirin bi bin nakevin

Ji deverên din ên Sûriyeyê jin piştgiriya xwe ji daxwazên xwepêşandêrên li Siwêdayê re nîşan da. Der barê vê mijarê de aktîvîsta femînîst û endazyar a ji Helebê Sîlvart Selûm weha anî ser ziman. Sîlvart destnîşan kir ku xwepêşandanên li Siwêdayê encama zexta li ser gel e.

Sîlvart  got: “Ez piştgiriyê didim xwepêşandanên li Siwêdayê ku beşdarbûna jinan tê de balkêş e. Ev xwepêşandan di encamê zextê de derketin. Lê belê divê di serî de projeyek û planek li ser erdê hebe da ku ev xwepêşandan bi ser kevin û daxwazên xwepêşandêran bên bicihanîn.”

Der barê rêbazên parastina van xwepêşandanan ji têkçûnê de Sîlvart Selûm got: “Dema ku ez banga guhertinê dikim divê pêşî projeyek min a zelal hebe, nabe ez bi gotinan tenê bang bikim, lê divê ez ji şaştiyên di xwepêşandanên berê yên têkçûyî de ders bigirim û berê xwe bidim çareseriyên siyasî û aştiyane.”

Divê destwerdana derve bê redkirin

Sîlvart ev li gotinên xwe zêde kir: “Bangkirin erka her kesî ye. Lê ji ber destwerdana ajandeyên derve li xwepêşandanên berê ku destpêkê aştiyane bûn, xwepêşandan veguherîn tundiyê. Ji ber wê jî divê xwepêşandan baş werin plankirin û demek ji bo bicihanîna daxwazên xwepêşandêran bê diyarkirin.”

Aktîvîst Sîlvart destnîşan kir ku divê jinên sûriyeyî bi zanabûn û hişmendî û jîrî tev li xwepêşandanan bibin û cihê xwe di plankirinê de bigirin.

‘Em ê bi zanabûna xwe fikrên xwe pêk bînin’

Sîlvart Selûm di dawiya axaftina xwe de got: “Divê beşdariya jinan di xwepêşandanan de di çarçoveya banga guhertina siyasî û hildana pankartan de sînordar nemîne, lê divê jin  bibin xwedî fikr û ji bo pêkanîn fikrên xwe tev bigerin. Em jin divê di radeya yekemîn de hevgirtî bin û bibin yek.”

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.