Rojnameya Ronahî

Dayîkên Efrînî tevî zehmetiyên koçberiyê jî dest ji karê xwe bernadin

Dayîkên Efrînî yên ku ji axa xwe derketine bi hêviya vegera ser axa welatê xwe dest ji kar û jiyanê bernedan. Yek ji wan dayîkên kedkar jina Efrînî ya bi navê Wîded Rifet e ku zêdetirî 43 salan karê dirûnê dike û bi xebatê dirûnê niha li herêma Şehbayê debara jiyana xwe û malbata xwe dike.

Zana Roj/ Şehba

Dayîkên Kurd yên kedkar her dem di oxira malbat, civak û jiyanê de temenê xwe feda kirine. Bi zîrekbûn û jêhatîbûna xwe barê jiyanê hildana ser milên xwe. Di rêûresmên rûyê wan de hemû ked û êşa jiyanê tê xuyakirin, li ber lorandina zarokan re çanda xwe ya resen bi tiliyên wan yên pîroz dihat hunandin.

Yek ji wan dayîkên kedkar jina Efrînî ya bi navê Wîdad Rifet e, ku ji gundê Xwazyanê yê girêdayî navçeya Mabata ye. Dayîka Wîdad bi temenê xwe yê 55 salî zêdetirî 43 salan e karê dirûnê dike.

‘Ji hezkirinê bi tena xwe fêrî karê dirûnê bûm’

Dayîka wîdad di vegotina serpêhatiya xwe de ev anî ziman: “Dema temenê min 15 salî bû meraqa min li ser karê dirûnê çêbû, lê belê makîneya min ya dirûtinê nîn bû, min li ser bavê xwe îsrar kir ku ji min re makîneyekê bîne. Di wan deman de makîneyên ku bi destan dihatin xebitandin hebûn. Bavê min ji min re bi 200 leyreyî Sûrî kirî. Ji meraq û hezkirina min ya zêde bêyî ku ez biçim ber destê osteyekî ez di mal de fêrî karê terzî bûm. Niha ev bûye 43 sal ez karê dirûnê dikim.”

Dayîka wîded anî ziman ku piştî 20 saliya xwe ew derbasî mala hevjînê xwe bû, lê dest ji hezkirina xwe ya kar berneda û wiha got: “Dema ez nû fêrî kar dibûm, li ser cil û bergên birayên xwe ez fêr dibûm û bi vî awayî min gavên yekemîn avêtin. Di 20 saliya min de ez derbasî mala hevjînê xwe bûm û em hatin bajarê Efrînê. Êdî min her kesî re got ku ez terzî me. Jinên taxê dihatin gel min û hêdî hêdî bi piratîkê karê min dengveda. Min gelek jinênên ciwan yên derdor fêrî vî karî kirin. Di Efrînê de ez gelek bi nav û deng bûm, dema min çênedibû êdî ez li karê malê binêrim. Lê rûxmî wê jî min dest ji karê xwe berneda û min roj bi roj bi xwe re mezin kir.”

‘Çanda jinên Efrînê kirasê Kurmancî ne

Yadê Wîdad di axaftina xwe de destnîşan kir ku beriya her tiştî ew fêrî dirûtina kirasên kurmancî yên ku çanda jinên Efrînê temsîl dike, bû û wiha axaftina xwe domand: “Yek ji cilên ku çanda Efrînê temsîl dike, kirasên Kurmancî yên taybet jinên herêma Efrînê pê tên naskirine. Di destpêkê de yekemîn kiras min ji xwe û dayîka xwe re çêkir. Çanda me ya resen yek jê ew kirasin, weke ku tê zanîn piraniya jinên Efrînî wan kirasan li xwe dikin, ji ber wê min gelek meraq dikir ku ez jî bikaribim vê yekê çêbikim. Bi vê yekê min bi karê xwe alîkariya malbata xwe û dabara jiyana xwe dikir.”

Tevî zehmetiyên koçberiyêjî, dest ji karê xwe berneda

Efrîn ji bo gelê EFrînî weke bihuştê bû û gelê wê hêviyên xwe tê de mezin dikirin. Bi dagirkirina Efrînê re, di 18 ê Adara 2018’an de, ew hêviyên ku dayîk û bavan, zarok û ciwanan ji xwe re mezin dikirin bi destê dagirkeriyê hatin hilweşandin. Dayîka Wîdad derabarê karê xwe yê piştî koçberiya ji Efrînê wiha got: “Piştî em koçberî herêma Şehbayê bûn, weke hemû gelê koçber em rastî zehmetiyên jiyanî û piskeolojî hatin. Lê belê min dît ku bi vî awayî jiyan derbas nabe. Min makîneya xwe ya heyî ji bermahiyên malên ku hatine rûxandin kom kir û çêkir. Li navçeya Til qirah min terzîgehek vekir û tê de dest bi karê xwe kir. Ev bû şeş salin ez li ser vê makînê dixebitim. Û her roj li ber derziya dirûnê ez xeyal û hêviyên roja pîroz ya vegera Efrînê jiyan dikim.”