Rojnameya Ronahî

Sûcên li dijî jinên kurd li Efrînê berdewam in

Kiryarên dagirkeriyê li herêmên dagirkirî bê navber didomin, bi taybet derheqê jinan de sûcên dijmirovî  tên kirin. Endama Kordînasyona Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Rîhan Elî da zanîn ku li Efrînê herî zêde destdirêjî li ser jinên Kurd tê kirin û li hemberî vê yekê jî tevahiya rêxistin û destgehên navneteweyî  bêdeng in.

Vîndar Roj/ Şehba

Sûcên dagirkeriya Tirkiye û çeteyên girêdayî wê yên ku li ser gelên Kurd didin meşandin, sûcên dij mirovî ne û tavahî pîvanên exlaqî derbas dikin. Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê di dîroka 18’ê Adara 2018 an de tu destdirêjî li ser sererd û binerda herêmê nema û nehatiye kirin. Ji talankirina xwezayê bigire heyanî kûştin û revandina jin û zarokan. Komên çeteyan û artêşa Tirk ya dagirker bi van sûc û zextên ku dikin gelê resen ji cewherê wan yê kurdewariyê derxînin û dagirkeiya xwe rawa bikin. Di van demên dawiyê de faşîzma Tirkiyê bi taybet li ser mijara sîstema xwendinê ya Tirkiyê dixebite da ku ji aliyê hişmendî ve serweriya xwe misoger bike. Bi tayebet kiryarên dagirkeriyê li ser jinên Kurd bi giranî tên pêkanîn. Di van mijaran de her çiqasî di aliyê belgekirina van kiryaran ji raya giştî re, lê belê bê bersiv mane. Di van siyaset û bêexlaqiya ku li ser jinan tên pêkanîn de divê bi giranî dagirkerî bê teşhîr kirin û bê dengî neyê qebûl kirin. Têkildarî kiryarên ku di derheqê jinan de tên pêkanîn Endamê Kordînasyona Kongira Star a Efrîn û Şehbayê Rîhan Elî ji rojnameya me re axivî.

‘Di Efrînê de siyaseta asîmîlasyon û qirkirinê tê meşandin’

Rîhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser destdirêjiyên herî dawî di Efrînê de tên pêk anîn û wiha got:”Zêdetirî 5 sala ye dagirkeriya Tirkiyê û komên çete yên di Efrînê de hemû rengên Talankirin, kûştin, revandin, testdirêjî û tecawîzkirinê didin meşandin. Ev yek weke gotin em tînin ser ziman belkî pir hêsan be, lê belê însanên ku di van kiryaran re derbas dibin, ji hemû çareseriyan bê par in û bi heqîqeta heyî re dimeşin. Di bin hovîtiya dagirkeriyê de neçarin jiyan bikin. Di van demên dawiyê de hîn bêtir ev kiryar berfirehtir dibin, êdî derbasî asta revandina û tecawîz kirin zarokan. Ji milekî din ve jî ya herî xeternak guhertina demugrafîk a ku dagirkeriya tirk li heremên dagirkirî dide meşandin û di serî de li Efrînê ev yekê tê meşandin.

Ev yek jî bi destek û hevkariya dewlet û komeleyên weke Qatarî, Kiwêtî û Fîlistînî  li Efrînê tê meşandin. Ev yek dikeve çarçoveya qirkirina çandî û hişmendî ya ku bi taybet li ser gelê kurd û li Efrînê tê meşandin.

‘Hovîtiya dagirkerên tirk sînoran nas nake’

Rîhan da xuya kirin ku piştî dagirkirina Efrînê gel mecbûr dimîne jinên temen biçûk bizewicîne û wiha domand: “Me destnîşan kiribû ku di demên dawiyê de komên çete dest davêjin zarokên temen biçûk, weke ku di çend bûyerên dawiyê de hatiye dîtin û di encam de jin rastî hemû kiryarên dij mirovî tê û li beramberî vê yekê jî tu saziyên navnetewî dengê xwe nakin. Ji ber van sedeman gelên herêmê ji neçarî û ji bona ku destdirêjî li keçên wan ji milê komên çete ve neyê kirin wan dizewicînin. Ev diyardeyên ku em dibînin gelek bi êşin û weke destdirêjî li mafê zarokatiyê tê dîtin”.

‘Saziyên navnetewî bêdeng in’

Rîhan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tavahî sûc û kiryarên li ser jinan tên kirin ew belge dikin, lê bê encam dimînin û wiha got: “Di xebatên me de weke komîteya Enfermasyon û belgekirinê heye. Ev komîte li ser belgekirina kiryarên ku di derheqê jin û zarokan de tên kirin dixebite. Tavahî sûcên ku hatine kirin bi awayekî berfireh çi bi riya jêderên di hundir Efrînê de dibe û çi jî bi riya kesên ku berê xwe didin herêmê hatine belgekirin û ji aliyên têkildar re hatine şandin. Lê belê ruxmî viya jî dewlet û rêxistinên têkildar bê bersiv û bertek dimînin”.

Sûcên dagirkerên tikr di derbarê jinê di sala 2023 an

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn- Sûriye kiryar û destdirêjiyên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan ve di sala 2023 an li ser jin di Efrînê de hatine kirin wiha ne. 30 jin hatine revandin, 3 jin hatine kuştin û 2 jin jî hatine tecawizkirin.

Herwiha ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve. Zêdetirî 1000 jin hatine revandin. 99 jin hatine kuştin ji wan 8 jinan xwe kuştine. Herwiha 74 jin jî hatine tecawiz kirin.