Rojnameya Ronahî

Du şaşitî

Cîger Dilşad

Bêje, bi wateyên ku em li wan bar dikin wateyên nûh distînin û mirov bi wê wateya nûh mirada xwe radigihîne. Her wiha bêje dîtin û ramana mirov dîyar dike. Heta bêhnok û xal jî di bilêvkirina bêjeyan û dîtinên xwe de risteke mezin dilîzin.

Lê di têkoşîna sîyasî de zelalbûna vegotinê xwedî cihekî mezine. Ango di xebat û têkoşîna sîyasî de bêje bi qasî fîşekekê carinan dikuje carinan jî mirov ji mirinê xelas dike. Ji xwe sîyaset, ji alîyekî ve hûnera bikaranîna bêjeyan e di çareserkirina pirsgirêkan de. Çiqas çareseriya ku mirov gihayê baş be jî,lê bêjeyên ku mirov hildibijêre û awayê bi lêvkirina wan ne li gorî armancê be,çareserî pêk nayê.

Du şaşitîyên ku têne bi lêvkirin;

Şaşitîya Yekemîn;

Berê pir kêm gotina “RÊXISTINÊ WIHA KIR,RÊXISTINÊ DAXUYANÎ DA” û hwd. Me digot. Tişta dihat gotin; “PARTÎ WIHA KIR,PARTÎ DAXUYANÎ DA”û hwd.

Em bala xwe bidinê şef û çapemenîya faşist qet nabêjin”partî”,timî dibêjin;”rêxistinê wiha kir,rêxistinê filan tişta kir”.

Rast e,di encamê de partî jî rêxistineke. Lê ew bi armancên cuda wisa dibêjin;

1-Ew di maneya biçûkxistina partîyê de wisa dibêjin.

2- rêxistinên mafya û çeteyan jî hene û li Tirkîyê rêxistinên mafya pir zêdene. Gava dibêjin “rêxistin”,bi armanca di hişê civakê de PKK wekî rêxistineke mafya bidin rûniştandin, dibêjin,

3-partî xwedî serok,navend û mekanîzmayên cuda ye. Lê,rêxistin di hişê civakê de bi awayê ku  ji hêla kesekî ve tê bi rêve birin tê zanîn. Heger bêjin partî wê di bin hişê mirovên civakê de (di gel ku qet ne wekî hevin jî) partîyên ku dibînin were rûniştandin. Ev jî wê sîyaseta dewletê ya ku bi salan PKK wekî rêxistineke mafya nîşan dide li vala derxîne.

4-di hişê civakê de rêxistin ji çend kesên ku ji bo berjewendîyeke şexsî hatine cem hev e. Lê partî beşeke mezin ji  civakê digire nava xwe û xwedî armanc û di  çerçoveya  stratejîyekê de têdikoşe, ye.

Ji lewra her çiqas partî jî rêxistinek be jî,gotina partî an jî Tevgera Azadîyê rastir e.

Şaşitîya Duyemîn;

Di zimanê çapemenîya azad û gel de ji bo silavkirina berxwedana Rêber Apo dibêjin;”hezar silav ji Îmralîyê re!”

a-niha yê li ber xwe dide ne Îmralî ye,Rêber Apo ye!

b-berîya ku Rêber Apo dîl were girtin belkî ji xeynî çend kesên li filmên Yilmaz Guney temaşe kirine,kesekî/ê Kurd navê Îmralî nebihîstibû. Lê niha li çar alîyên cîhanê Îmralî tê bihîstin-nasîn. Me salên pêşîn  qet nedigot”Îmralî” ,me timî digot;” Rêber Apo” ya rast a dawîye,yanê bi lêvkirina navê Rêbertîyê ye.

c-Gava em li zimanê rêvebirên Tirk û çapemeniya şerê taybet binêrin,em ê pir baş bibînin ku ji boyî navê Rêber Apo bi lêv nekin dibêjin;”kesê li îmralî”,”Yê li Îmralî”,”Îmralî filan tişt gotî” û hwd.

Çima navê Rêber Apo bi lêv nakin?

1-ne bilêvkirina navê Rêber Apo pir bi zanebûn e û ji boyî navê Rêber Apo belav nebe,nifşê nûh gihayî nizanibin Rêber Apo kî ye û çima di zîndanê de ye,

b-ji boyî Rêbertî were ji bîrkirin. Bi demê re bi tenê Îmralî di aqilan de bimîne. Ji xwe piştî demekê wê Îmralî jî bê ji bîrkirin. Lê gava navê Rêber Apo timî were zikir kirin,wê welatparêz û kadro hêzê bigirin û pirtir bi rastîya Rêbertîyê ve werin girêdan. Di salên 1990’an de di TR de(TV ya dewleta Tirk e) bernameyek bi navê “Anadol de Gorunum” hebû. Her carê bangewazî li kadro û dilxwazên şoreşê re dikirin ku;”çi dibe, rojê deqîqeyekê bi Apo nefikirin”. Mixabin wan ji kadroyên tevgerê baştir Rêbertî nasîbûn. Lewra digotin “çi dibe, rojê deqîqeyekê bi Apo nefikirin”. Çimkî gava mirov rojê deqîqeyekê bi Rêber Apo nefikire,roja din wê bibe du deqîqe û piştî qulek di hişê kadro û welatparêzan de vekirin,wê bi xwe re berdewama nefikirîna bi Rêbertîyê bîne.

2-Bihîstina navê Rêber Apo hêzê dide mirov.Navê Rêber Apo bese ku mirov bikaribe di her şertî de têbikoşe. Çimkî gava navê Rêber Apo tê bihîstin di hinava mirov de germahiyek peyda dibe û daxwaza  bilindkirina têkoşînê di hişê mirov de diwelide,zindî dibe.

3-gava navê Rêber Apo tê bihîstin mirov xwe bêçare nabîne, dilîna di her mercî de bi misogerî çareyek heye,serî radike.

4-gava timî navê Rêber Apo were ziman yên Rêber Apo nasnakin jî wê bixwazin nas bikin. Wê ji xwe re bêjin;”ka ev Apo kî ye,ku her roj li guhên min dikeve” û lêkolîn bike. Ji milyonekî mirovek jî têkeve hewla naskirina Rêber Apo, ji dewletê re derbeyeke mezin e.

Ji lewra divê em nebêjin “hezar silav ji Îmralîyê re”,bêjin;”hezar silav ji Rêber Apo re”

Bê guman silava herî watedar jî her kes li cihê lê dimîne têkoşînê bilind bike,ye.Dervayî bilindkirina têkoşînê,bi tenê silav zêde watedar nabe!