Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Sala perwerdeyê ya 2023-2024’an dest pê dike

10/09/2023
in Uncategorized
A A
 Sala perwerdeyê ya 2023-2024’an dest pê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Semîra Hac Elî diyar kir ku vekirina dibistanan ji bona sala xwendinê ya 2023-2024`an di roja 3`ê Îlonê ji aliyê Rêveberî û mamosteyên dibistanan destpêdike û wê di 10`ê Îlonê de bi rengekî fermî destpêbike.

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi şoreşa Rojava re gelek destkeftiyên mezin pêkhatin. Yek ji wan destkeftiyan zimanê ku ber bi qirkirnê ve diçû vejînkir û di dibistanan de bi rengekî fermî dest bi zimanê dayikê hate kirin. Bi demê re Zanîngeh û Peymangeh jî hatin avakirin. Ji neha ve amadekarî ji bona sala xwendinê ya 2023-2024`an tên kirin û hejmara mamosteyên heyî jî derdorê 43 hezar û 99 Mamostene. Herweha hejmara şagirtên heyî jî derdorê 863 hezar û 388 xwendekarin. Dibistanên ku ji bona demsala xwendina hatine amdedekirin jî 4 hezar û 130`  dibistanin.

Derbarê amedekariyên sala xwendinê ya 2023-2024`an de Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya bakur û rojhilatê sûriyê Semîra Hac Elî ji rojnama me re axivî.

Semîra Hac Elî diyar kir ku di dema havînê de civînên sala xwendinê li hemû herêman hatin li darxistin û wiha got: ” Encamên civînên salê ya desteya perwerdê û fêrkirinê a bakur û rojhilatê sûriyê hatin li dar xistin, di nav de guftugoyên ji bo sala xwendinê ku çawa karibin bi rengekekî serkeftî derbas bikin hatin kirin. Bi taybet jî li ser kêmasiyên ku di sala derbasbûyî de derbasbûne û ji bona ku di sala xwendinê ya nû de derbas nebin. Hem jî hin encamname hatin derxistin ew jî girêdayî pêşketina xwendekaran û perwerdekirina Rêveberên dibistanan li ser bingehên Meslekî, Pisporî û Hizirî bû. Herwiha Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya bakur û rojhilatê sûriyê di 1`ê Îlonê de Akadimiya perwerde û lêkolînên istiratecîk li bajarê Qamişlo vekir. Bi mebesta perwerdekirin û xurtkirina asta Rêveberên dibistan û desteya akademiyan hatin vekirin.”

“Amedekariyên dibistanan ji sedî 80 hatine temam kirin”

Semîra Hac Elî di berdewamiya axaftina xwe de got: ” Perwerdeyên havînî dema wê 3`ê mehin, bêtir em girîngiyê didin aliyên pisporî, meslekî û hizrî, di demsala havînê de li hemû herêman perwerdeyên Biranşan, Naskirina sîstema perwerdê, Rêzikname û felsefa perwerdê ji aliyê perwedenasiyê ve hatin vekirin. Herwiha di civîna salê de pêşinyar hebû ku ji dêvla perwerdeya havînê roja şemiyê bibe roja perwerdeya mamosteyan, ev yek bi erêkirina komîteyên perwerdê û desteya perwerdê hate pejirandin. Pilansaziya komîte û desteyên perwerdê li herêman di çarçoveya amedekariyên li gorî pêwîstiyên mamosteyan tê kirin. Ji bo amedekirina dibistanan û peydakirina alavên destdayinê û peydakirina hemû pêwîstiyên dibistana, amedekarî ji bona vê yekê tê kirin. Hijmareke baş ji pirtûkên xwendekaran hatine çapkirin û dema ku dibistan vebin wê werin belavkirin û hin di çapê dene û di dema pêş de wê li dibistanan werin belavkirin. Ji bona pêdiviyê dibistanan ji milê mazotê ve amedekarî têne kirin.”

“Demsala xwendinê ya 2023-2024`an wê bi serkeftî derbas bibe”

Hevseroka Desteya Perwerdê Semîra Hac Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir:”Bi rastî astengiyên li pêşiya me çaksazkirina dibistana ye, hinek jê bi alîkariya hin rêxistinan em çeksazdikin, yên din jî bi darayiyên deste û komîteyên perwerdê li herêman têne çeksaz kirin. Herwiha şert û merçên ku îro Rêveberiya xweser bi giştî li bakur û rojhilatê sûriyê tê re derbas dibe û li gorî derfeta heyî em amadekariyên xwe dikin ku zarokên me bê xwendin nemînin. Dibe ku hin lawazî hebin jî, lê li gorî derfetên heyî û  rewşa ku em tê re derbas dibin, helbet bandora wê jî heyanî astekî wê li ser kar û xebata me jî hebe. Lê heyanî ku derfet hebe em nahêlin ku xebatê perwerdeyê biseknin. Di dawiyê de jî em sala xwendinê ya 2023-2024`an li hemû mamoste û xwendekarên xwe pîroz dikin û bi hêvîne ku saleke serkeftî derbas bibe. “

Post Views: 59
ShareTweetPin

Herî Dawî

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.