Rojnameya Ronahî

‘Em piştgiriya xwepêşandanên gel li Siwêdayê dikin’

Piştî derbasbûna 12 salan di ser kirîza Sûriyê re, welatiyên Siwêydayê carke din li dijî hikumeta Şamê serî hildan û banga guhertina sîstema desthiltdar kirin. Endamê Partiya Sûriye Pêşeroj Mihemed Bêrem anî zimnan hikumeta Şamê li ser xwîna gelan desthilatdarî û berjewendiyên xwe diparêze û got, em piştgiriya xwepêşandanên gel li Siwêdayê dikin.

Vîndar Roj/ Şehba

Bihara gelan ya ku ji Tunisê dest pê kir herî dawî di 2011’an de li Sûriyê bidawî bû û hat xetimandin. Şoreşa Sûriyê  weke nav tenê demeke kin di cewherê Şoreşgertiyê de hat meşandin, lê belê piştî salekê armancên Şoreşê hatin guhartin û di karekterê alozî û qeyranê de berdewam kir. Hikumeta Şamê li ax û gelên Sûriyê bi hêzên mêtinger yên hegemon re ket nava pilanan û Sûriyê perçe perçe kir. Piraniya gelên Sûriyê berê xwe dan koçberiyê û yên di axa Sûriyê de jî mane bi zehmetî jiyan dikin. Ji aliyê navnetewî ve jî cezayên Zagona El Qeyser li ser Sûriyê hatin ferizkirin. Piştî van cezeyan rewşa Sûriyê de aliyê aborî de bi temamî têk çû. Piştî 13 salan niha careke din gelê Sûriyê li hember Hikumeta Sûriyê serî rakiriye û banga guhartina sîstema heyî dikin.

Têkildarî xwepêşandanên ku li bajarê Siweydayê hatine destpêkirin, Endamê Partiya Sûriye Pêşeroj Mihemed Bêrem ji rojnameya me re axivî.

‘Hêviyên gelê Sûriyê di bin zexta dewletê de hatin tepisandin’

Mihemed di destpêkê de bal kişand ser destpêka seerhildanên gel yên di 2011’an de û wiha got: “Bihara gelan ya ku ji bo guhartina sîstemên desthilatdar yên di Rojhilata Navîn de hat destpêkirin, di gelek welatên Ereban re derbas bû. Lê belê van serhildanan tiştek neda guhartin. Ji ber armancên wan ne diyar bûn, her wiha bi guhartina kesayet sîstem nayê guhartin, ji lewra ev xwepêşandan negihîştin tu encaman. Di 2011’an de ev serhildan derbasî xaka Sûriyê bû. Gelê Sûriyê bi pêkhateyên heyî re daketin qadan û banga guhartina sîstema desthiltdar bi giştî kirin. Ev serhildan tenê 6 mehan di wateya rast ya serhildanê de ma. Lê bi destwerdanên hêzên derdor yên weke Îran, Rûsya û Tirkiyê  dizî, kuştin û talankirinê û revandinê dest pê kir. Dema destwerdan ji aliyê hêzên dagirker yên ku axa Sûriyê perçe kirin dest pê kir, gelê Sûriyê bûn qurbanî ji siyaseta dewlet û dagirkeriyê re. Ji lewra hêviyên gel di bin zexta dewletê de tepisîn”.

‘Aboriya Sûriyê têk çû û gel mecbûre rabe ser piyan’

Mihemed anî ziman ku hikumeta Şamê di kirîzeke aborî re derbas dibe û bê guman wê gel li hember wê serî rake û wiha domand: “Hevgirtin û planê hikumeta Şamê yên ku bi hêzên derdor re hatin çêkirin, her wiha li hember rewşa gel xwe berpirisyar nedîtin, hîşt ku temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bibe û bibe sedema talankirin û perçekirina Sûriyê. Aboriya Sûriyê ji gelek welatên Rojhilata Navîn xurtir bû, lê belê hikumetê tiştek ji bo gel pêşkêş nekir û her tim gel di birçîbûn û şer de hîşt. Bi ferzkirina cezayên Zagona El Qeyser li ser Sûriyê aboriya Sûriyê ji binî de têk çû û tu çareserî ji aliyê hikumetê ve nehat dîtin. Ji ber vê yekê gel ji bo jiyankirinê pêwîstiya wê bi destekdayîn û çareseriya kirîza aborî heye. Lê di encamê de gel careke din ji nû ve rabûye ser piyan û banga guhartina rewşa heyî dike.”

Gelê Sûriyê rabûye ser piyan

Girêdayî heman mijarê mihemed diyar kir ku Ji bo dîtina çareseriyê  pêwîstî bi serhildana gel heye û wiha got: “Ji bo redkirina siyasetên ku li ser gel tên meşandin û guhartina rewşa heyî ya Sûriyê, gelê bajarê Siwêda rabûn xwepêşandanan û bi siloganên ku banga demokrasî û derxistina hêzên dagirker ji xaka Sûriyê ev xwepêşandan tên xemilandin. Bi rastî em vê gavê weke gaveke pîroz dibînin. Di van çend rojan de gelê Siwêda dest bi birêvebirina saziyên gel kirine, bi armanca avakirina xweseriya xwe hamû sazî û destgehên, weke parastin, şeredarî, kar û barên civakî yên di hundir bajêr de birêve dibin. Bê guman ji bo çareseriyê pêwîstî bi serhildana gel li herêmên hikumeta Şamê û herêmên dagirkirî heye”.

‘Bi rihê şoreşa 19 ê Tîrmehê em serkeftinê ji van xwepêşandanan re hêvî dikin’

Endamê Partiya Sûriye Pêşeroj Mihemed Bêrem piştgirî ji bo xwepêşandanên Siwêdayê  nîşan da û wiha bi dawî kir: “Di van xwepêşandanên ku ji bo aştî, azadî û mafê gel hatine lidarxistin, em banga gelê serhildêr dikin ku nekevin xefka şoreşa 2011’an ya ku ji aliyê dagirkeran û berjewendiyên serweran ve hatiye rûxandin. Divê ev xwepêşandan bigihêjin armanc û daxwazên gel. Her wiha dema em dibînin ku di hundir wan xwepêşandanan de Navê Şehîd Hevrîn Xelef û silogana Berxwedan Jiyan e tê rakirin, tê dîtin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê mohra xwe li dîrokê xistiye û hêştiye ku bibe mînak ji tavahî gelan re. Li ser wî esasê em piştgiriya xwe ji bo gelên ku rabûna ser piyan û hewildana pêkanîna çareseriyeke bingehîn ji bo tavahî gelê Sûriyê raber dikin”.