Rojnameya Ronahî

Jineolojî Zimanê Dilê Heqîqetê ye…(2)

Xecê Şen

Ew kodên zimanê kurdî ye ku xwedî dîrokeke xwe ya herî kevnar e ku li Çiyastanê Zagrosê zêdetirî 12-15 hezar sal berî zayînê tê teqebûlkirin hebûye. Ev sembol û kodên ziman jî wiha tê xuyakirin. Hinek ji wan kodên yek tîp in, henek ji wan kodên yek kiteyî ne û hinek jê jî kodên sembolî ku li ser keviran, şikeftan hatine nivîsîn, li ser çermê ajalan hatine nexşkirin, li ser laşên mirovan û taybet jî herî zêde li ser dest û rûyê jinan hatine nexşkirin di Xalîçeyan de tê xuyakirin. Sembolên weku xor-roz yan jî roj, stêrk, hîv û her karên yekemîn înşa kirine weku sembol di laşên xwe de nexş kirine. Ew kodên felsefeya zimanê kurdî ya Mêhrî-Mîtrayî ya nexşî û sembolî ku li Çiyastanê Zagrosê avabûye, di roja me ya îro de bi hezaran nexşên Xalîçeyan de tê dîtin. Em van kod û sembolan di pirtûka bi navê “Fesefî ve Mîtolojîk Açidan Kürt Halı ve Kilim Desenlerî”ya Îkram Îşler ku bi awayeke akademîk nivîsandiye û ji weşanxaneya Sîtavê derketiye dibînin.

“ Kürt kilim ya da hali sanatı demeşînin neden bu yapıtların hem biçim hem de anlatığı şey açısnda çok özel ve orijinal olmalarında kaynaklanmaktadır”rp-144.

Herwiha nivîskar Toby Wilkinson jî di xebata xw ya bi navê “Eski Misir Uygarlığı” de jî kod û sembol wiha pênase kiriye; “İdeoloji ve onun görsel ortağı ikonografi ifadesidir. Sembolizm toplumsal düşüncenin anlatımıdır. Bir toplum ne düşündüğünü, nelere inandığını, nasıl bir yaşam tarzı sürdürdüğünü sanatından, edebiyatından ve düşüncelerin herhangi bir biçimde dile getirdiği araçlardan öğrenebiliyoruz. Xalîçe ya da Halı kilimlerde kullanılan sembolleri de bu anlamda düşünmek gerekir”.rp-19-23.

Bêguman ji van mînakên jor jî tê xuyakirin ku civaka ku li gor jiyana xwe semolên û kodên zimanê xwe çêkirine û di rûpelên dîrokê de dabe nexşkirin, ne çêkirina sembolan û ne jî kodên zimanê jiyana wê civakê di civakeke din de û li gor çanda jiyana wê civakê weku reseniya xwe nayê vegotin û nayên çêkirin. Ev rastiya heqîqeta civaka xwediyê wan sembol û wan kondan e. Her weku min li jor jî daye xuyakirin, civaka kurdan civakeke herî kevnare ya Çiyastanê Zagrosê ye. Di vê wateyê de kodên ziman û sembolên felsefeya kurdî ya herî kevnare ya serdema fikrî û hizrî ya serdema felsefeya herî kevnareyî ya kurdan Mêhrî-Mîtrayî xwedî heqîqeteke wisa ye. Kodên ziman û sembolên wê jî li tu civakên din nayê yan jî tu civak nikarin reseniya wê xirab bike. Li ser hinek pirtûk û belgeyên dîrokî yên cîhanê re sedan salan derbas bûye, ev pirtûk û belge bi gelek zimanan hatine wergerandin, lê dîsa jî tu kesî nekariye kodên ziman û sembolên serdema felsefeya Mêhrî-Mîtrayî tune bikin an jî reseniya wan xerab bikin. Civaka kurdan û felsefeya kodên ziman û sembolên kurdî xwedî taybetmendî û heqîqeteke wisa ye.

Hinek ji wan sembol û kodên zimanê kurdî ev in;

Tîp jî tîpên herî zêde ku di nexşên Xalîçeyan de tê dîtin jî tîpa A, Z, M, W,X, S, H, K, N, Ç e yê ye. Û herwiha ji wan tîpan jî di Xalîçeyan de gelek kod û ji wan kodan jî gelek navên Xalîçeyan tên xuyakirin. Aw-Ab, Az, Xor, Rû, Roz, Kêl-Kêlêm bi (tirkî İlmek-Kilim/ ew jî di esasê xwe de farisî ye) Xan, Xalî, Ax-Aw ev her pênç kod resen pênaseya ax û avê û çandiniyê ye û bi yek ser peywendiya xwe jî bi jin û axê re heye. Ebrû, Zebare, Çaw, Por, Firêt, Polet, Hebok, Xwîrşîk, sênet, Lûjen, Lûjenya, Liba, Jen, Jîk, Zîk, Nîk, Mak, Çilîx yan jî Potix, Al, Kew-Kewîn, Pêz, Sîçe, Belok, Qiçîk, Pîş, Teş, Mamojork, Zîk, Zîlî yan jî Zîl-Zîlan, Nîkahest, Hîmaylok, Hêmayîl, Şê, Şirîk an jî Rûtîk, Nîmîz, Lîpya, Xwelîpya, Lîlûper (Nilüfer). Ji van kodan jî gelek kodên weku Kewîn, Hebok, Xwîrşîk, Lûjenya, Mak, Xan, Guldexwîn, Zîlî yan jî Zîlan, Nîkahest, Hîmalok, Lîpya,Ebrû, Mamojork, Lîlûper bûne navên Xalîçeyan. Ji wan Kodên bal kêş ku bûye navê Xalîçeyan yek jî gula Lîlûper yan jî Lotûs-Nîlûper ( bi tirkî Nilüfer) e.

Xalîçeya bi navê Lîlûper mirov dikare bibêje ku bi tena serê xwe dîroka deh hezar salan di nava xwe de diparêze. Dema ku mirov bi baldarî li vê Xalîçeyê û sembolên ku di nav de hatine nexşkirin dinihêre mirov bi dehan tîpên weku A, Z, S, X, W, M T, dibîne. Dîsa şemala nexşê, sembolên her çar axşên gerdûnê As, Aw, Ax, Ar û sembola Mar dibîne. Ev kod û sembolên ku di vê Xalîçeyê de hatine nexşkirin weku di nava şer û cengê de be rengê hebûna xwe dide der.

Bêguman gula Lîlûperê yan jî Lotûs xwedî felsefeyeke xwe ya pir kûr-dûr û hûr heye. Gula Lîlûperê di jiyan û jiyariya baweriya civaka kurdan de xwedî ciheke xwe ya pir girîng û pîroz heye. Gula Lîlûperê sembola felsefeya Mêhrî-Mîtrayî ye. Li gor efsaneya serdema felsefeya Mêhrî-Mîtrayî şeva herî dirêj a Şeva Çilê anku sersala kurdan Şeva Yelda ji gula Lîlûperê afiriye û derketiye dinyayê. Anku sembola roj- tav-ronahî û avê ye. Di baweriya Mêhrî de gula Lîlûpere hevtûxma Tav û Avê ye. Anku li dijî tarîtiyê sembola berxwedan û ronahiyê ye. Ew di nava avê de şîn dibe, lê herdem berê wê li tav û rojê ye û bi hilhatina tav-rojê ê re serê xwe vedike û bi xor veregê de jî serê xwe digire û di dema reş tarî de jî li dijî tarîtiyê xwe diafirîne û dibe ronahî. Etîmolog Qendîl Şeyxbizînî di nivîsa xwe ya bi navê Lîlûperê de wiha pênase kiriye.

“Lîlûper di warê çand û baweriya Kurdan û di nava civakê de pênase ku eger di xewn de kesek gula Lîlûperê bîbîne sûd û fayde ye, lê hildana wê ya ji nav avê jî nîşaneya xemê ye. Herwiha di nava Kurdan de gula Lîlûper û jinsalarî yan jî dayîksalarî ya Mêhrî-Mîtrayî bi gula Lîlûperê tê pênase kirin, pêlên wê, rengê wê weku hêmana jinê hatiye dîtin”.

Bêguman di hemû lêkolîna de jî derdikeve holê ku serdema fikrî-hizrî ya serdema felsefeya Mêhrî-Mîtrayî serdemeke jinxasî û jinsalariyê bûye. Weku şopdarê hêmana vê heqîqeta ronahiyê jî di roja me ya îro de ronahiya zanista jinê Jineolojiyê pêkan e. Ji ber vê keda pîroz û dîroka bêhemparye ku em pê bawerin pir bi hêsanî dikarin bibêjin ku Jineolojî zimanê vegotina dilê heqîqetê ye.

Çavkanî;

Jineolojiye Giriş-rp-20. Ji weşanxanya Aramê.

Parêznameya Abdullah Ocalan Civaknasiya Azadiyê rp-174. Ji weşanxaneya Aramê.

Wêne û çavkanî ji pirtûka Îkram Îşler Felsefe ve Mitoloji Açıdan Kürt Hali ve Kilim Desenleri .rp-19-23-144. Ji weşanxaneya Sîtavê.

Qendil Şeyxbizînî Lêkolîna li ser gula Nîlûperê.

Pirtûka min a li ser felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî Hûmîtra