Rojnameya Ronahî

Partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihandin

Di salvegera yekemîn a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de partî û aliyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê di 16’ê Îlonê de greva giştî ragihandin û banga tevlîbûnê kirin.

Partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber salvegera yekemîn a destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin jina Kurd a ciwan  Jîna Emîna ya ji bajarê Seqizê li Tehranê di encama êrîşa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da û bû sembola serhildana girseyî ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ku li Kurdistanê destpê kir û li hemû bajar û navçeyên Îranê û derveyî welat belav bû.

Hate destnîşankirin ku ev serhildan a ku weke ‘Şoreşa Jîna’ jî tê naskirin, bû serhildan û nerazîbûna herî girseyî û dirêj ku desthilatdariya Komara Îslamî xiste ber lêpirsînê û hate gotin, “Sala bihurî û di proseya wê şoreşê de tevgera azadîxwaz a xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî li dijî rêjîma desthilatdar di Îranê de ezmûna pêvajoyeke nû û girseyî kir û gaveke berdewam pêşde çû ku êdî paşde jî nazivire. Rola berçav ya jinan di pêşengtiya wê şoreşê de, bû sedem ku civaka me di milê civakî de pêngavek din ber bi pêş ve biçe û asoya serketinê ronîtir bibe. Ciwanan di jortirîn asta fedakariyê de ji bo jiyaneke azad û dilxwaz fedakariyeke bêhempa kirin.”

Daxuyaniyî bi vî rengî berdewam kir:

“Di salvegera destpêkirina şoreşa Jîna Emînî de, em rêzgirtina şehîdên wê şoreşa rêzgirtin ji cangoriyan û zindaniyên siyasî û her wiha zindîhiştina wê tevgera siyasî, em bi awayekî xurt ber bi pêşwaziya wê boneya mezin ya siyasî û civakî ve diçin. Ji bo wê yekê piştî çend hevdîtin û ravêjên siyasî, roja Çarşemiyê 15`ê Hizêrana 1402 an de  (6`ê Hizêrana 2023) partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên wek:

– Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ)
– Komele (Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê)
– Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
–  Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê (Sazimanî Xebat)
– Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
– Komeleya zehmetkêşên Kurdistanê
Li ser xalên jêr lihev kirin:

1- Piştevanîkirin ji daxwazên têkoşerên civaka sivîl û rêxistinên serbixwe ji bo rêzgirtin û beşdariya çalak a salroja şoreşa Jin, Jiyan, Azadî.

2- Ragihandina roja 25-06-1402 (16-09-2023) weke roja greva giştî li hemû Kurdistanê. Di wê rojê de hemû dikan,  bazar û navendên kar û îdarî bêne girtin. Serê sibeha wê rojê girseya xelkê Kurdistanê di bajar, navçe û gundên Kurdistanê de serdana aramgeha Jînaya ciwan û hemû şehîd û cangoriyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê bikin û destegulên rêz û xweşewîstiyê ser aramgehên wan deynin û merasima rêzgirtinê birêve bibin.

3- Daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz yên Îranê (jin, ciwan, karker, mamosta, xanenişîn, jîngehparêz û neteweyên bindest) li seranserê Îranê  ku piştevaniya gireva xelkê Kurdistanê bikin û bi gireveke giştî nîşanî hemûyan bidin ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heya gihiştin bi armancên xwe wê berdewam be.

4- Daxwaz ji hemû têkoşerên çalak, hêz û aliyên pêşketinxwaz yên derveyî welat dikin ku bi hemû awayî piştevaniya xwe ji bo gireva giştî ya salroja şoreşê bikin û di wê rojê de xwepêşandan û meşên girseyî birêve bibin û bala hemû civakên mirovhez ên cîhanê bikêşînin ser piştevanîya şoreşa jînayê.

5- Her yek ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ku beşdariya wê rûniştinê bûne, piştevanî û beşdariya xwe ji bo gireva roja 25-06-1402 (16-09-2023) û merasimên ser aramgehên şehîd û cangoriyan radigihînin.”