Rojnameya Ronahî

KCK: Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe li Iraq û Sûriyeyê mayinde bike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê. Dewleta Tirk ku hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê mafê serweriyê yê herdû welatan binpê kiriye, dixwaze dagirkeriya xwe ya li Iraq û Sûriyeyê mayinde bike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li ser bûyerên li Kerkûk û Dêrazorê diqewimin daxuyaniyek weşand.

KCK’ê got, “Iraq û Sûriye ku piştî êrîşên DAIŞ’ê li bin guhê hev ket û hîn jî nekarîn aram bibin, li Kerkûk û Dêrazorê ber bi rageşî û şerekî nû ve têne kişandin.

Eşkere ye ku rageşiya li Kerkûk û Dêrazorê ji ber xwe ve nebûye, pêwendiya vê rageşiyê yekser bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan heye ku 22-24’ê Tebaxê serdana Bexda û Hewlêrê kir. Ji xwe daxuyaniyên Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan ên li ser herdû qadan, di heman demê de nêt û bendewariya dewleta Tirk jî radixin pêş çavan.”

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Hakan Fîdan îdîa kir ku şerê li Kerkûkê yê ku 4 kes mirin, ji aliyê PKK’ê ve hatiye destpêkirin. Erdogan jî dema ji Rûsyayê vedigeriya li ser şer û rageşiya li Dêrazorê got, ku di dema xwe de gaveke gelekî baş û di cih de ye. Bi vî rengî piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên dest bi vî şerî kirin, nîşan da.

Dewleta Tirk ku hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê mafên serweriyê yên herdû welatan binpê dike û li herdû welatan di asta dagirkeriyê de ye, mîna dagirkeriya li Qibrisê ya sala 1974’an dixwaze dagirkeriya xwe ya li Iraq û Sûriyeyê dirêj bike û bi vî rengî mayinde bike. Hakan Fîdan ku dema serokatî ji îstîxbarata Tirk (MÎT) re dikir li nava welêt di serî de înfaz û komkujî her cûre rêbazên şerê qirêj û provakasyon bi kar dianî, van karên xwe yên qirêj niha jî bi navê wezîrê karên derve di bin navê dîplomasiyê de dimeşîne.

Eniya tirkmen û PDK yekser ji MÎT’ê re dixebitin

Li Kerkûkê Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî û Ermen bi sedan sal in bi hev re dimînin. Hakan Fîdan û Tayyîp Erdogan Kerkûk weke ‘warê Tirkan’, ‘bajarê Tirkmen’ ragihandin û ji bo armancên xwe yên dagirkerî û mêtingeriyê veşêrin û PDK û malbata Barzanî bi kar tînin. Salên dawî hewl dide Kerkûkê bike navenda MÎT’ê ya sîxurkirinê, provakasyonan, rewakirina dagirkeriyê û bicihbûna li Başûrê Kurdistanê. Kerkûk ku ji demên kevn heta niha gelek etnîsîte, bawerî û çandên cuda di nava xwe de vehewand, bi tevdanên Tirkiyeyê dikin navendeke nû ya şer û rageşiyê.

Eniya Tirkmen û Rêveberiya PDK’ê ku yekser ji Enqere û MÎT’ê re dixebitin, hewl didin dîktatoriya Erdogan û dewleta Tirk a ku li nava civaka Iraqê û hikumeta Bexdayê de bêqîmet e, rewa bikin.

Tirkiye bi rêya hin kesayetên Tirkmen ên ku kiriye çete û xistiye bin kontrola xwe, her wiha bi piştgiriya malbata Barzanî hewl dide zextê li ser rêveberiya Bexdayê bike. Kerkûk bajarekî bêhempa yê dewlemend e ku bi dîrok, realîteya xwe ya civakî û cihêrengiya xwe xwedî tecrûbeyeke jiyanê ye. Lewma divê destûr ji dewleta Tirk a faşîst dagirker û hevalbendên wê re neyê dayin ku bajarekî bi vî rengî yê bêhempa bikin qadeke parvekirina rant, rêveberî û amûra xwe ya desthilatdariyê. Gelên Kerkûkê li dijî her cûre destwerdanên ji derve, li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê yên dixwazin gelan berde hev, divê helwestê nîşan bidin, bingeha jiyana hevpar û rêveberiya xwe bi xwe xurt bikin, ji bo Kerkûkê bikin keleha aştiyê, biratiyê, demokrasî û azadiyê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.

Parvekirina Kerkûkê li ser xak û taxan, bawerî û etnîsîteyan, nifûs û hejmara şêniyan, qada bazariyê ya li ser hesabên hatineya petrolê tê wê wateyê ku Kerkûk, lewma jî Iraq timî di nava krîzê de bê hiştin.

Gel, etnîsîteyên cuda, bawerî û olên cuda, jin û ciwanên Kerkûkî xwedî wê kapasîteyê ne ku jiyaneke hevpar û bi hev re li Kerkûkê ava bikin, di nava aştî û aramiyê de îradeya jiyanê nîşan bidin û xwe bi rê ve bibin.

Li ser vê bingehê, yekane karê ku dilxwazên aştî, aramiyê yên li Kerkûkê divê bike ew e ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraqê rabin. Divê 90 qereqolên Tirk ên li ser xaka Iraqê bêne avêtin. Tirkiyeyê Hewlêr ji xwe re kiriye bexçeyê paş, lewma divê li hemberî hegemonya aborî, çandî û siyasî ya Tirkiyeyê ya li ser Başûrê Kurdistanê helwest bê nîşandan. Piştî ku dawî li dagirkeriya dîktatoriya Erdogan û dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê hate anîn û ji Kerkûkê hate dûrxistin, hingî li Iraq, Kerkûk, Sûriye, Lîbya, her wiha li tevahiya Rojhilata Navîn wê aramî pêk were.”