Rojnameya Ronahî

 ‘Armanca Afaq Almeraa pêşxistina hizir û fikrê jinê ye’

Ayşa Silêman/Qamişlo

Kovara Afaq Almeraa, kovareke bîrdozî, polîtîk û çandî ya jinê ye, her du mehan tê çapkirin û bi dewlemendiya quncikên xwe tê nasîn. Edîtora Kovara Efaq Almeraa Nêrgiz Ismayîl diyar kir ku armanca me perwerdekirina jinê ye.

 Şoreşa 19’ê Tîrmehê destkeftiyên zêrîn ji tevahiya gelên herêmê re bi xwe re anî, bi taybetî jinê li bakur û rojhilatê Sûriyê di tevahiya qadên jiyanê de serkeftin bi dest xistin, yek ji wan qadên ku jinê roleke mezin di pêşxistina wê de lîstin, qade wêjeyî bû. Yek ji kovarên ku di nava Şoreşa 19’ê tîrmehê de hat damezrandin û di pêşxistina hişmendiyê jinê de roleke berbiçav lîst, kovara Afaq Elmeraa bû.

Di derbarê kar û xebatên kovara Afaq Almeraa Edîtora kovarê Nêrgiz Ismayîl ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên jinê beriya Şoreşa Rojava

Nêrgiz Ismayîl anî ziman ku  herdem jin di nav şert û mercên jiyanê de mîrateyeke çandî li dû xwe hiştiy û wiha got: “Kar û xebatên jinê ne di 2011`an de  destpêkiriye û pêşketiye, lê beriya wê mîrateyeke gelek hêja û  mezin heye. Ji salên 1985`an heya 1987`an de  ku hîn ji demên  çapkirina  kovara  Dengê Kurdistan hebû,  gelek nivîsên girîng dihatin belavkirin di wê demê de ji ber rewşa rêjîma Sûrî ya ku ji demokrasiyê û wekheviyê dûr bû û her tişt qedexe bû, heya çapemenî jî di nav wan şert û mrcan de bû.”

Rewşa çapemeniyê di sala 1990`î de

Nêrgiz Ismayîl wiha berdewamî da axaftina xwe û got : “Di salên 1990`î de  di jêrzemînan de  dektîlo hebûn, bi rêya wê  dengê Rêber Ebdulah Ocalan gava dihat şandin, me dikir belavok û li ser kaxezan dinvîsandin, mal bi mal bêyî ku kes pê bizanibe me belav dikirin. Piştî sala 1990’î  kovara jinê derket, bi kurdî û erebî bû,  navê wê  bi erebî Sewt Elheyat û bi kurdî Dengê Jiyanê  bû, li Libnanê dihat çapkirin, herwiha di wê demê de kovara sorgul jî hebû  heta hijmara xwe  li şam, heleb û heyanî giha bajarê Qamişlo. Di sala 2015`an de beşê ku ez gihiştimê pirojeyek nû hat pêşkêşkirin ku kovarekî bi zimanê kurdî  navê wê Asoya jinê, ji 80 rûpelî pêk dihat, mihane dihat çapkirin, li kêlekê kovara Sewt Elheyat tenê bi zimanê erebî ew jî mihane bê çapkirin, ev herdû kovar çapa wa ya yekem di 24’ê gulana 2015` an de bû.”

Dewlemendiya kovara Afaq Almeraa

 Nêrgiz Ismayîl wiha dewamî da axaftina xwe û got: “Naveroka her du kovaranên Sewt Alheyat û Asoya Jinê, li gor rojeva mehê bû, gotarên siyasî, nivîsîn wêjeyî , çandî hemû li gorî rojeva wê mehê bû. Piştê 2016`an heta em gihiştin hejmara 16`an piştî wê ji ber ku ji navend ji nû  ve dihat avakirin derfeta nebû. Li ser vê bingehê êdî em gihiştin pirojeya ku  Çapemenya Jin berê xwe bide avakirin û çapkirina kovara  Afaq Almeraa, ku kovareke her du mehan tê çapkirin ji 132 rupelan pêk tê, quncikên wê gelek dewlemend in, kovareke bîrdozî, polîtîk û çandî ye.

Kovara Afaq Almeraa bi zimanê erebî tê çapkirin. Her hejmar em mijarekê digrin dest, li ser wê mijarê şaxê gotaran û nivîsan tên nivîsandin. Armanca kovara me ya Afaq Almeraa, beriya her tiştî perwedekirina jinan e.”

Bandora kovarê li ser jinê

Nêrgiz Ismayîl wiha pê da çû û got: “Eger zanist û pêşxistina jinê tunebe û jin bi xwe xwe zane neke wê nikaribe civakê bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê pêwîstî hebû  em gavekî wisa biavêjin û kovara Afaq Almeraa bi zimanê Erebî çêkin ji ber ku di gelek herêmên me de pêkhateyên Ereb, Turkman û xiristiyan hene ev hemû jî bi zimanê erebî têdighêjin û fêm dikin. Ji bo  projeya zimanê kurdî di demên pêş de em ê bidin ber xwe lê heta niha hejmara me ya yekê û duyê ya bi ziman erebî hat çap kirin û belav kirin. Em niha haziriyên hejmara 3’yan dikin. Bandoreke wê ya erênî heye, jin li ku be li wê derê perwerdeya xwe li ser vê kovarê dibînin. Ji ber ku li her derî enternêt nîne û di nav şert û mercekî pir zehmet de jiyan dikin ji ber vê yekê bi  awayekî kaxez vê kovarê çapdikin û heyanî Helebê belav dikin û li seranserî bajar û gundewarên Sûriya ne tenê bakur û rojhilatê sûrî  tê belav kirin.”

 `Rêber Abdullah Ocalan rêhevalê jinê ye`

 Edîtora kovara Afaq Almeraa Nêrgiz Ismayîl axaftina xwe wiha  bi dawî kir û got: “Ev yek ji bo min cihê kêfxweşiye û heya niha jî jin perwerdeyên xwe bi riya vê kovarê dibînin herwiha em haziriya wê dikin malpera wê ya dîcîtal çêbikin  ji bo kesên ku dikarin wê bişopînin û peşdar jî bibin . Afaq Almeraa bandoreke wê ya mezin li civakê heye ji ber ku dewlemendiya  quncikên wê hene, yek  ji wan Afaq Alhura her hijmar, mijara ku em digrin dest bi dewlemendiya hizir û fikrê Rêber Abdulah Ocalane pêşkêşî  jinan dikin  ji ber ku ew rêhevalê jinê ye,  di quncika me  ya Afaq AlFikriyî  gotarê wê divê bi kurdî newê nivîsandin  ji ber ku stayla wê bi erebiye di vê bi erebî were parastin  di heman demê de di gotarê de cihê çîrok,  helbest , şêwekarî û jinên ku tabloyên wan hene ku jiyana xwe dinvîsin û mebesta me ji vê kotarê ewe ku gava her kes bi xwîne ji hemû aliyan sûdê bigrin çi ji aliyê fikrî ,dernûnçeyên siyasî û  armenca me ya sereke zanekirina jinê ye, da ku bi karibin milet bi rêve bibin.”