Rojnameya Ronahî

Bi dengê xwe Kurdeyatiya xwe diparêze

Ruha ya 13 salî bi dengê xwe yê zîz û stranên neteweyî derdora xwe kêfxweş dike. Bi wê temenê xwe yê biçûk, dixwaze behreya xwe ser bixe.

Ruha Osman ya 13 salî ji gundê Maratê yê girêdayî navenda Efrînê ya dagirkirî ye, di 6 saliyê xwe de dest bi stranbêjiyê kir. Di wê demê de beşdarî mîhrîcanên ku li dibistanan dihatin lidarxistin dibû.

Strana “De tu rabe Mervano” yekemîn strana Ruha ye ku di dibistana xwe de li pêş heval û mamosteyên xwe gotiye. Derdora wê ji dengê wê pir hez kir. Bi vê yekê Ruha zêdetir teşwîq bû ku stranên din bibêje.

Rola malbatê di pêşxistina behreyên zarokan de mezin e, ji ber wê dayîka Ruha piştgiriya keça xwe kir da ku benda tirsê û fedîbûnê ji pêşiya xwe rake û bikare li her derê bistrê û dengê xwe bighîne kesên din.

Dengê wê li stranên neteweyî tê

Gava yekemîn li pêşiya Ruha, ezberkriina stranên neteweyî bû. Bi wê re derbasî qada stranbêjiyê bû. Ruha bi dengê xwe yê bi hêz û zîz, karî ev cure stranan bêje. Ji xwe ev terzê stranan li gorî sitîlê wê ye.

Ruha, berovajî zarokên di temenê wê de yan jî yên jê mezintir e, dûrî tevahî alavên elektronîk e. Dema xwe bi perwerdekirina dengê xwe û xwendinê derbas dike.

Beriya dagirkirina bajarê wê Efrînê, Ruhaya eleqedariyeke wisa mezin wernegirt, ji ber ku tenê tev li mîhrîcanên dibistana xwe dibû.

Xebata li ser başkirina deng

Piştî koçberiya ji Efrînê, Ruha di 2019′an de tev li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê bû. Wê jî bi awayekî erênî bandor kir ku dengê xwe bi derdorê bide nasîn.

Ruha beşdarî gelek şahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû. Guhdar jî heyrana dengê wê dibûn.

‘Ez ê tenê stranên li ser kurdeyatiyê bibêjim`

Ruha deyndarê dayika xwe ye ku ji zarokatiya wê hewl da behreya wê geş bike û bi pêş bixe û wiha got: “Min cesareta stranbêjiyê li mal, dibistan, cihên giştî, ji dayika xwe wergirt. Ez ê wê piştgiriyê lê vegerînim dema di pêşerojê de bibim stranbêjeke navdar ku tenê stranên girêdayî Kurdeyatiya xwe bêjim.”

Ruha stranên neteweyî dibêje û giringiyê didiyê, têkildarî vê yekê jî dibêje: “Dema stranek li ser Rêber Abdullah Ocalan, gerîla yan jî Efrînê be, bi lez jiber dikim û distirêm. Ev stran dihêlin ez netewebûyîn û azadiya xwe hîs bikim. Li aliyekî din jî ruhê neteweyî li gel guhdarvanan xurt dike.”

Em ê azadiya fîzîkî ya rêbertî bi hunerê jî pêk bînin′

Yek ji stranên Ruha, ′Hevalê min can′ e. Ew stran ji bo Ruha taybet e. Ji ber ku ew stran hevrêyê wê yê zarokatiyê, şehîd Cûdî Amanos tîne bîra wê ku di 12′yê Tîrmeha 2022′yan de şehîd bû.

Ji ber ku Ruha ji biçûkahiya xwe ve xwedî rihekî neteweyî ye, di dawiyê de wiha got: “Ne tenê di aliyê leşkerî û siyasî de lê belê bi hunerê jî em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin. Ez ê her tim bi geng û awazên xwe çand û zimanê xwe biparêzim û pêşbêxim. Herweha ji bona azadiya Rêber Apo ya fîzîkî jî em amedene ku her tiştî bikin.