Rojnameya Ronahî

Aştiya bi zimanê şer

Deriya Çiya/ Qamişlo

Piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn, ku cîhan ber bi karesatê ve kişand, şer qet neqediya û bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, welat û axa xwe di şer de windakirin. Ji bona vê yekê 1’ê Îlonê wekî roja têkoşîna aşitiyê û “Roja Aşitiya Cîhanê” hatiye qebûl kirin.

Di 1`ê îlona sala 1939`an de artêşa alman di bin serkêşiya Hitler de Poloniya dagirkir û şerê cîhanê yê duyemîn dest pê kir, ku bû sedema mirima 50 melyon mirovî. Şer çawa ku di 1`ê Îlonê de dest pê kir herwiha di heman rojê de di sala 1945`an de bi dawî bû. Piştî bidawîbûna şer, Konseya Ewlekariyê Ya Netewên Yekbûyî ji bo ku carek din şer destpêneke û aştiyek gerdûnî pêk were, 1`ê Îlonê wek roja aştiya cîhanê îlan kir.  Lê tevî ku ev 42 sal li ser vê rojê re derbas bûne jî, lê heya niha şer, kuştin, wêrankirin û komkojî bi çavgirtin û bêdengiyeke navnetewî  berdewam in. Derbarê roja aştiya cîhanê de Avîn Cimha rêvebera Komeleya Mafê Mirovan ya cizîrê wiha ji rojnameya me re axivî.

şer û aştî bi hev re dimeşin”

Avîn cimha Rêvebere Komeleya Mafê Mirovan ya cizîrê bi boneya salvegera roja aştiya cîhanê diyarkir ku: Ji destpêka jiyanê ve şer û aştî bi hevre dimeşin û weha got: Pêşketina jiyanê li ser tekoşînê ava dibe, ji ber wê em dikarin bêjin ku aşitî û şer bi hev re girêdayî ye. Gelek caran ji bo ku mirov bighêje aştiyê neçare ku şer bike, lê mixabin şer ji bona berjewendî û desthilatiyê tê bi kar anîn. Di piraniya  şeran de qurbanî zêde dibûn û bi taybet jî piştî şerê cîhanê yê duyemîn netewên yekbûyî, dewletên sereke li hev civiyan û biryar girtin ku zagonên ji bona binpêkirina mafên mirovan û bi dawîkirina şeran bigrin. Ji ber vê yekê jî hevpeymana Mafên Mirovan hat hazirkirin. Çi kesên ku li ser wê îmze dikirin, cihê xwe di Netewên Yekbûyî de digirtin û çi dewleta ku cihê xwe di wir de bibîne tê parestin. Lê milet tevde ne dewletin, ji ber vê yekê jî her û her şerê hundrîn di her dewletekê de berdewam e. Ji ber vê sedemê jî şer û aştî bi hev re dimeşin. Netew aşîtiyê dixwazin lê dewlet her tim dixwazin desthilatiya xwe biparêzin û berdewam bikin.

“Şer derencama desthitadariyê ye”

Avîn Cimha balkişand  ser kiryarên dewletên desthiladar û wiha li axeftinên xwe zêdekir û got:” Şerê Sûriyê jî di derencama destihlatdariyê de rûda. Desthilatiya ku di hindirê xwe de tu pîvanên demukrasiyê û azadiyê pêkneanîn û xwest ku bi hişmendiya yek netew, yek ziman û yek al pêk bîne û ev yek bû sedema ku şer, pevçûn û aloziya Sûriyê destpêbike. Sûriyê jî mîna hişmendiya tirkiyê herdem dixwaze ku dengê Şoreşa kurdan vemrîne. Ji kobanê heya Dêrik ji xwe re kirin armanc û Idlib, Izaz, Cerablus jî ji xwe re kirin destek û alîkarî dan çeteyan ji bo ku cihê xwe di herêmê de bigrin. Lê li gor hevpeymana netewên yekbûyî ev yek dagirkirine. Dewleta ku bê sûc êrîşî dewleteke din bike ev dibe dagirkirin, mîna dewleta Tirk a dagirker bi navê parestine sînorê xwe gelek herêmên kurdistanê dagirkirin û armancên xwe li deverên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî pêk anîn.”

Avîn Cimha rêvebera Komeleya Mafê Mirovan ya cizîrê dawî li axafyinên xwe anî û wiha got:” Her şer û tekoşînên ku çêdibin pêwîste di bin xizmeta aştî û hebûna mirovan de be. Lê dema ku ev yek berovajî dibe binpêkirinên mafên mirovan, her tim derdikevin û zêde dibin. Qirkirina miletan dibe armancek ji van kesên desthilatda re, ji ber vê yekê jî em dibêjin ku gerek ku hemû kar û xebatê me ji bona aşityê be. Şer û aştî herdem tundiyê avadike, lê dema tu daxaza hebûna xwe  di milê qanûnê de bike, heger encam kêm be jî lê pêwîste ku hewildan her tim hebin. Herweha tiştê ku bi şeran tê birin, bi şera jî tê vegerandin. Lê tiştê ku bi qanûnê  tê standin, mirov dikare bi qanûnan wê biparêze.”