Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kiriya xaniyan ji sedî 80`ê zêde bûye’

06/09/2023
in Uncategorized
A A
‘Kiriya xaniyan ji sedî 80`ê zêde bûye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/ Qamişlo

Neştecihên bajarê Qamişlo diyar kirin ku bilindbûna buhaya kiriya xaniyan di vê rewşa aborî a zehmet de barê ser milê wan girantir kiriye, herwiha rêveberên nivîsgehên xanûberan jî tekez kirin ku ji ber daketina nirxê lîreya Sûrî buhayê kiriya xaniyan ji sedî 80’ê zêde bûye.

Bi derbasbûna 12 salan di ser destpêkirina kirîza Sûriyê re û nedîtina çareseriyekê, aboriya vî welatî ji sedî 70 têk çûye û nirxên lîreya Sûrî beramberî dolarê Emêrkî zêde daketie, di edema niha de 1 dolar dike 16 hezar lîreyên Sûrî. Daketina nerxên lîreya Sûrî bandoreke neynî li rewşa aborî ya tevahiya Sûriyê kir, ji bo debara jiyanê jî, welatî pir zehmetiyan dikşîne. Hermên bakur û rojhilatê wekî tevahiya Sûriyê di rewşeke aborî a zehmet de derbas dibe, ji ber wê jî welatî di milê aborî de pir zehmetiyan dibînin, yek ji aliyên ku welatî ji ber zehmetyan dikşînin jî, buhayê kiriya xaniyan e, bi daketina nirxên lîriya Sûrî kiriya xaniyan jî zêde bilind bûye, ev yek barê li ser milê welatiyan girantir dike.

Derbarê bilindbûna buhayê kiriya xaniyan, niştecihên bajarê Qamişlo, rêveberên Nivîsgehên û rêveberê Yekîtiya Nivîsgehên Xanûberan ya bajarê Qamişlo ji rojnama me re axivîn.

Welatiya bi navê Kewser Xidir ya 46 salî, diyar kir ku bilindbûna buhayê kiriya xaniyan barê ser milê wan girantir kiriye û wiha got: “Tevî ku rewşa min ya tendûrstî ne başe jî, ji bo debarê jiyana malbata xwe ez neçarim ku kar bikim, lê tişta ku herî zêde barê me giran dike jî, kiriya xanî ye. Xaniyê ku em tê de ne kiriya wî 5 dolare, ev jî pir buhaye. Ji ber wê jî em gelek zehmetiyan dibînin heya em kiriya xanî peyda dikin, li kêleka wê jî buhayê her tiştî bilind bûye, em bi van bi mûçeyên xwe nikarin debara jiyana xwe bikin.”

Kewser Xidir di dawiya axaftina xwe de banga daxistina kiriya xaniya kir û wiha got: “Daxwaza min ji bo xwediyê xaniyan ku kiriya xwe hinekî kêm bikin û alîkariya welatiyan bikin.”

‘Kiriya xaniyan di navbera 50 û 100 dolarî de ye’

Di heman çarçoveyê de, yek ji rêveberên Nivîsgehên Xanûberan yên bajarê Qamişlo  ku bi navê Hejar Cuma ye diyar kir ku welatî ji ber bihabûna kiriya xaniyan êşeke mezin dibînin û wiha got: “Ev rewşa aborî ya zehmet  ku îro li bakur û rojhilatê Sûriyê û li tevahiya Sûriyê heye, zehmetiyên welatiyan zêdetir dike. Niha kiriya xaniyan di navbera 50 û 100 dolarî de ye, ev jî ji bo welatiyan pir girane. Ji ber ku rewşa herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji rewşa herêmên din yên Sûriyê baştire, gelek kes ji devrên din yên Sûriyê berê xwe dan bajarên mezin yên bakur û rojhilatê Sûriyê, vê yekê jî hişt ku peydakirina xaniyên kirê pir zehmet bibe.

 ‘Divê Hemû Nivîsgehên Xanûberan li gorî zagonan bin’

Cuma di berdewamiya axaftina wiha got: “Divê tevahiya nivîsgehên xanûberan li gorî biryaran kar û xebatên xwe bikin. Ji ber ku di dema niha de, hin nivîsgeh hene ku ne lo gorî biryaran kar diin , divê li ser vê yekê jî bê sekinandin. Zagonên  ofîsên xanûberan hene, divê hemû xanûber li ser van zagonan kar û xebat bikin, dema ku xanî bê kirêkirin şahid û kaxez bi fermî bê çêkirin. ”

‘Çareserî ji bûhabona kiriya xaniyan re divê’

Hecar Macid Cuma axaftina xwe wiha qedanid: “Em bi hêvî ne ku çareserîk ji bûhabona kiriya xaniyan re di demek nêz de bê dîtin û bangewaziya me ji bo tevahî xwediyê xaniyan ku di demeke wiha zehmet de bi wijdanê xwe kar bikin, ji ber pirî malên ku xaniyan kirê dikin koçberin, hewçedarî malane.”

‘Nivîsgehên ku li gorî zagonan kar nekin wê werin çezakirin’

Li ser heman mijarê rêveberê Yekîtiya Nivîsgeha Xanûberan ya bajarê Qamişlo Şêxmûs Mihemed diyar kir ku ji bo rêxstinkirina hemû Nivîsgehên Xanûberan, Yekîtiya Xanûberan hat avakirin û wiha got: “Di sala 2014`an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve Yekîtî hat avakirin. Bi armanca girêdana tevahî Nivîsgehên xanûberan yê bajarê Qamişlo û li gorî zagonan kar û xebatan bike. Ji bo kêmasiyê ku derkevin bên çareserkirin, herwiha dema ku gaziyên kirêçiyan li ser xwediyê xaniyan jî hebe em li ser radiwestin, ji xwe di derbarê bûhabûna xaniyan de jî em hewl didin ku çareseriyekê jêr deyinin, di heman demê de kirêkirina xaniyan bi dolar qedexeye, kirêkirna dikana niha biryara bi dolar ve hatiye erêkirin. “

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.