Rojnameya Ronahî

Dê yekîtiya Kurd-Ereban lîstokan têk bibe

Zekî Bedran

Em dinivîsin ku li Sûriyê çareseriyek xwe bispêre dewletan pêk nayê. Em vê yekê valavala nabêjin. Îro dewletên mezin ên cîhanê û koalîsyon li Sûriyê ne, lê çareseriyek li holê tune ye. Ji ber ku dewlet polîtîkayên li gorî berjewendiyên gel nameşînin. Desthilatdarî û berjewendiyên xwe esas digirin. Berjewendiyên DYE, Rûsya, Îran û Tirkiyê nabin yek. Hêzên dijberî hev û rikberiyek tund dimeşînin dê çawa ji bo aştî û demokrasiya Sûriyê lihev bikin?

Bûyerên rojên dawî li Dêrazorê pêkhatin gotinên me rast derdixin. Gelê Dêrazorê qasî tê xwestin nehatiye birêxistinkirin û perwerdekirin. Li wir hinek kesên di rêveberiyê de karbidestiya xwe xirab bikaranîn, sûd wergirtin û zext li gel kirin. Li şûna berjewendiyên gel ketin pey berjewendiyên xwe. Yên li derdorê xwe komkirîn, hem sûd dane wan hem jî ew kirin çete û bi xwe ve dan girêdan. Dema destwerdan dihat kirin jî tevlîhevî çêdikirin û hewl didan bi derdorên cuda re têkiliyan çêbikin.

QSD’ê xwest bi hêzên girêdayî xwe re ewlehiyê çêbike. Kesên ku erka xwe xirab bi kar anînîn ji kar hatin girtin. Ev kes û derdorên qala wan tê kirin beriya wê bi Şam û hêzên milîsan ên ji derve de hatibûn re têkilî çêkiribûn. Dihat zanîn ku ji aliyê van hêzan ve hatibûn bi çih kirin. Piştî ku ji bo ewlehiyê destwerdan hate kirin, demildest ji derve de destwerdana li Dêrazorê dest pê kir. Taybet jî di qada propagandayê de gelek agahiyên qirêj hatin belavkirin. Gotin şerê Kurd û Ereban derket û tevlîhevî çêkirin. Halbûkî tevahiya şêniyên herêmê Ereb in. Li herêmê Kurd tune ne. Tu sedemê ku şer di navbera Kurd û Ereban de derbikeve tune ye.

Tiştên ku kirin propagandayeke kevnare ya Rojhilata Navîn e. Amûrên di dest de amede hene. Demildest nakokiyên netewperestî, cudahiya ol û mezheban tên bikaranîn û aliyan gur dikin. Rastiya di bin van propogandayan de jî tenê şerê wan ê desthilatdarî û berjewendiyan e. Bûyer û tevlîheviyên hatine çêkirin çi bi gelê Dêrazorê dide qezençkirin? Bêguman ji derveyî zirarê tiştek din nade gel. Li herêmê hejarî û mercên zehmet ên jiyanî hene, dixwazin pevçûn û windahiya canî jî li ser zêde bikin. Rêveberiya Sûriyê demokratîkbûnê û civakek azad naxwaze. Dewletên hatine alîkariya wî bikin jî tu derdek wan ê demokrasiyê tune ye. Rewşa gel ne di xema wan de ye. Jİ bo vê hêzên xwe yên istixbaratî û milîsan kirin tevgerê. Rastî berovajî kirin, gel kiş kirin, hinek sîxwir xistin dewrê û tevlîhevî çêkirin.

Vî gelî gelek êş ji pergala Baas a Sûriyê û netewperestiyê kişand. Welat hat ber hilweşînê. Beşek jê di bin dagirkeriya Tirk de ye. Idlib di bin dagirkeriya Tirk de ye û weke dewletek cuda tê rêxistinkirin. Bakur û rojhilatê welat jî di bin serweriya rêveberiya xweser de ye. Gelê Sûriyê di nava hejariyek dijwar de digevize. Weke ku ev pirsgirêkên mezin têrê nakin, pevçûn û tevlîheviyan çêdikin. Tiştên tên kirin xizmeta gel nakin. Yên ku dixwazin sûdê ji derfetê bigirin, ji bo tunekirina demokrasiyê ketine tevgerê. Yek ji armancên wan jî desteserkirina çavkaniyên herêma petrolê ye û derxistina QSD’ê ye. Dema wisa be, bi xwezayî dê DYE û koalîsyonê jî ji herêmê derbixin. Dê bi kevirekî li çend çûkan bidin.

Di heman wextê de Tirkiyê û çeteyên girêdayî wî êrişî Minbicê kirin. Tê fêmkirin ku biryara van êrişan di hevdîtinên çaralî de hatiye girtin. Di çend çeperan de êrişî herêmên xweser dikin û dixwazin bêîstiqrariyê ava bikin. Dixwazin feraseta “pêşeroja rêveberiya xweser tune ye, QSD’ê nikare we biparêze” ava bikin. Bi vî awayî yan dê gel koçber bibe yan jî radestî van hêzan bibe!

Dema gotin li Dêrazorê tevlîhevî heye, wezareta karê derve ya Tirk demildest kete tevgerê. Qaşo herêm di bin destê rêxistina terorê de ye! Xwe wisa dibînin ku wekî li Sûriyê ne dagirker in, weke tevlî karê hindir ên welatek din nebûne. Rûyê wan ê reş haj teniyê nîne! Hikumeta Tirk li cihê xwe natebite. Hefteya bûrî li Bexda û Hewlêrê bûn. Niha jî li Tehranê ne. Erdogan jî bi Pûtîn re hevdîtinan çêdike. Ev hewlên wan ji bo piştgirî girtina êrişa li dijî Kurdan e.

Dewleta Tirk li gel tevahî lîstik, dagirkerî û êrişên xwe nekarî Kurdan bin bixe. Ji ber vê jî hewl dide bi hikumeta Şamê re li hev bike û wan jî berde ser serê Kurdan. Şam di rewşa heyî de dagirkeriya Tirk xetertir dibîne. Lê naxwaze Kurd azad bibin û Sûriye demokratîk bibe. Ji ber wê jî hewl dide nakokiyên Kurd-Ereban ava bike û gelan ji hev qut bike. Ji bo ev lîstok vala derbikevin, divê gelê Kurd û Ereb hişyar bin û yekîtiya xwe xurt bikin.