Rojnameya Ronahî

Hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê

FARÛK SAKIK

Piştî komara Tirk hat avakirin ji bo Kurdan û Kurdistanê pêvajoya red, înkar û asîmîlasyonê dest pê kir. Hemû serhildanên li hemberî vê xiyaneta dewleta Tirk bi ser neketin. Hewldanên ji bo doz bêyî şer were çareserkirin jî encam negirtibûn.

Tevgerek bi navê PKK û rêberek bi navê Abdullah Ocalan derket, ji bo vê pêvajoyê bide seknadin, di sala 1984’an de şerê çekdarî dan destpêkirin.

Sal û dem derbas bûn têkoşîna Kurdan hin encam girtibûn. Rêber Apo ji bo ku şer bi dawî bibe û mirovahî zêdetir êş nebîne ketibû nav hewldanan.

Di salên 1993 û 1996’an de ji bo çareseriya doza Kurd agirbest îlan kiribû. Di nav dewletê de klîkek hebû di şer de israr dikir. Ji bo vê yeke bang û hewldanên Rêber Apo jî bê bersiv man.

Û sal 1998, 1’ê Îlonê, di Roja Aştiyê ya Cîhanê de Rêber Apo di televîzyona MED TV de dîsa agirbest îlan di kir.

Ewroj li studyoyê MED TV gelek rojnamevanên cîhanê û Kurdistanê hebûn. Ji van kesan yek jî Tayfûn Talîpoglu bû. Pirs dikir piştî evqas şerî û windahiyan çima agirbest? Çima aştî?

Rêber Apo xiyaneta Tirkan bi bîr dixist û digot: “Bi tenê ji bo parastina xwe ya rewa, ji bo bidestxistina mafê xwe yên xwezayî, ji bo ku em îmha nebin, me rêbaza parastina mecbûrî tercih kir. Neyê jibîrkirin ku her tiştê me hatiye înkarkirin. Ma me li ber xwe nedaya me yê çi bikira. Lê em gihîştine encamek ku îro pêde bi riyên diyalogê ev doza Kurdistan were çareserkirin. Em ji ber ku xurt in an jî qels in banga aştiyê nakin. Ji destpêka dîrokê heta niha bi tu awayî çavê me ne li axa kesî, ne li azadiya kesî bû. Em gelekî ne ku aştiyeke mayînde tercîh dikin.”

Dema Rêber Apo ev peyam dida di siyaseta Tirkiyê û ya cîhanê de pêvajoya komployê destpêkiribû jî. Mehek piştî vê peyamê di 9’ê Cotmehê de Rêber Apo ji Rojhilata Navîn berê xwe da Ewrûpa.

Rêber Apo bi Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê re û piştî anîna Tirkiyeyê şûnde bangên xwe yên ji bo aştiyê domandin.

Di Newroza 2013’an de banga wî wek ‘manîfestoyeke aştiyê’ bû.

Lê bersiv: Di sala 2015’an de, di meha Hezîranê de şer ji nû de dane destpêkirin.

Îro gerîla li hember çanda dewleta Tirk a îmhakirinê, şerê parastina rewa dike. Kurdan tu carî ji bo însan bikujin şer nakin. Gerîla ji bo zêde însan neyên kuştin şer dike û canê xwe feda dike.

Li Tirkiyê her tim desthilat ji bo berdewamiya îqtîdara xwe di berdewamiya şer de israr dikin. Di salên 90’î de Tansû Çîller û ekîba xwe. Îro jî Erdogan û ekîba xwe di şer de bi israr in.

Rast e di şeran de mirov nikare ji dijminê xwe re bibêje şer bide seknandin. Lê Rêber Apo bi hewldanên agirbestê dixwest ku peyva aştiyê ku ji bîr kirine bi bîra wan bixe. Şensekî nû dida aştiyê.

Lê hin hêzên cîhanî ku di vî şerî de teref in, ew jî li dijî hewldanên Rêber Apo yên aştiyê ne. Bi taybetî di serdemên ku aştî diket rojeva PKK’ê dewleta Almanya dozaja êrişên ser Kurdan zêde dikir.

Ji bo van hewldanên Rêber Apo, Kurd û dostên xwe her sal di 1’ê Îlonê de bi bîra mirovahiyê bixin, dubare dikin. Min jî bi vê niyete ev nivîs nivisî.