Rojnameya Ronahî

Dewleta Tirk û Biratiya Xwînê ya Bi DAIŞ’ê Re!

Volqan Elî

Dewleta dagirker a Tirk, di zivistana sala 2018’an de Efrîn dagir kir. Piştî wê jî Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir, du armancên dewleta dagirker hebûn. Ya yekê, hedef a bi demkurtî bû; ya duyemîn jî hedefa bi demdirêjî bû… Hedefa wê ya bi demdirê jî çi ye? Em ê ji ya duyemîn dest pê bikin: Gelên Rojhilata Navîn jê ne xerîb in: Bûyera Hatayê; bi taybetî jî Ereb û Kurd vê karasatê baş dizanin. Ji ber ku li vê herêmê Erebên Elewî û Kurd bi piranî dijîn. Gotineke pêşiyên Tirkmen û gelên bin destê Osmanî de heye, ji bo merkeza împaratoriyê dibêjin “li cem Osmaniyan dek û dolap, fenûfît xelas nabin”. Bi kurtî ev wekî bûyera Antaqya-Hatayê tê zanîn. Ev bûyer çi ye? Ji beriya sala 1939’an, li wê derê bi lîstokekê komareke serbixwe hatibû avakirin. Sala 1939’an qaşo refarandumek tê çêkirin û biryar derdikeve ku Antaqya-Hatay tevlî komara Tirk bibe. Di encamê de bêyî ku bi şer û şûr re mijûl bibe, dewleta dagirker erdên ku hespê xwe lê dibezîne mezintir dike.

Vaye hedefa duyemîn a dewleta dagirker a Tirk ev e. Ji wê ye ku ew ê piştî vê rewşa Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, van erdan tevlî dewleta Tirk bike. Eger rewşa siyasî ya cîhanî-heremî ji bo vê yekê dest nede jî, niyeta wê ew e ku vê pêvajoyê heta ji destan tê dirêj bike. Di vê navberê de ji bo ku entegrasyonekê karibe pêk bîne, pişaftin, komkujiya civakî û xwezayê, guhertina demografyayê û bi hezar curên din lîstokan diceribîne. Herêmek ku bi pişaftin, komkujî û guhertina demografîk hatiye ‘nermkirin’ di fermiyeta cîhanê de ne pê ve girêdayî jî be, zêde ferq û cudahiya wê nake. Mînak, Qibris… Ev der qaşo welat û herêmek ji Tirkiye cudatir e. Lê di rastiya xwe de ji rêveberiya wir bigre, heta bi mafyaya wê derê jî bi dewleta Tirk ve girêdaye. Hemû karên xwe yên qirêj li bakurê vê cezîrê pêk tîne.

Hedefa yekemîn a dewleta Tirk jî, Dîsa, sazîbûna gelê Kurd têk bibe, hêviya wan a bi serkeftinê zeyif bike. Ji bo çeteyên wekî DAIŞ, El-Nusra û rêxistinên din ên cîhadîst cih û war peyda bike. Ev hevoka dawî ruxmî ku wekî gotin li dawiyê hatine rêzkirin jî, lê wekî hedefa dewleta Tirk ya herî şênber bûyî jî ev e. Yanî ev hedef, niha di van rojên dawî de teşhîr bûye.

Piştî ku Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hatin dagirkirin, DAIŞ jî di nav de gelek rêxistinên cîhadîst li herêmên navborî hatin amedekirin, perwerde bûn. Hedefa yekemîn a dewleta Tirk bû, ev ê kêrî çi were? DAIŞ û rêxistinên din ên selefî, li beramberê azadiya gelan û mirovahiyê bi rik in. Dewleta dagirker a Tirk jî wisa ye. Wê demê dewleta Tirk dikarîbû van bi kar bîne. Ma em vê ji ku dizanin ku di navbera van herdû hêzan de biratiyekî li ser girêdana xwînê heye. Çeteyên DAIŞ’ê dema li xwe mukur tên dibêjin; “Armanca me ew bû ku em êrîşê Şamê bikin, lê dewleta Tirk berê me da Kobanê ya Kurdan”. Piştî ku Kobanê ji xeyalên dewleta Tirk re bû goristan, YPG-YPJ’ê hin herêmên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin ên gelê Ereb lê dijîn jî rizgar kirin. Herî dawî li ser erdê serweriya DAIŞ’ê ya li Dêrazorê jî 2019’an de hate têkbirin. Di encamê de hakimiyeta li ser erdê ya DAIŞ’ê nema. Lê hin herêmên Dêrazorê pir zeyif jî be, hebûna xwe domandin.

Di vê navberê de dewleta Tirk vala nesekinîbû. Piştî ku bajarê Reqa û gundewarên wê hatin rizgarkirin (2017), dewleta dagirker jî Efrîn dagir kir. Angu wekî hedefa xwe ya duyemîn, hewl da ji bo hêzên Selefî hêlînekê çêke. Dîsa dema 2019’an de beşeke Dêrazorê azad bû, DAIŞ’ê derbeyeke mirinê xwar, dewleta Tirk a faşîst gihaşt hawara wê; wê payizê Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir. Em nabêjin tenê ji bo hêzên selefî ev kar kir; me destpêkê li ser lîstokên dewleta Tirk çend tişt gotibûn. Eger karibe ew ê wan deran bike Hataya duyemîn; eger nebe wê demografya û ekolojiya wan deran biguhere, diguhere jî û bike sergoya xwe.

Di encam de li herêmên dagirkirî yên Rêveberiya Xweser, bi temamî di bin kontrola dewleta Tirk de çeteyên DAIŞ’î hatin gihandin. Ev, derbasî aliyê Dêrazorê hatin kirin. Ev herêmên Dêrazorê hem ji bo çeteyên DAIŞ’ê û hem jî bo mafyaya bi karê muxaderat re mijûl dibe, kirin merkez. Li ser serê ewlekariya gelê herêmê bû xetereyek. Ji ber vê yekê QSD’ê di van rojên dawî de bi navê ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ oporasyoneke daye destpêkirin. Armanc ewlekariya gelan e; hedef ne tenê gelê Kurd yan jî gelê Ereb e; ewlekariya her duyan jî bi hev ve girêdaye.