Rojnameya Ronahî

Ilham Ehmed: Ji Mafê Gelê Siwêda ye xwe birêve bibe

Hevseroka Meclîsa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehemd piştevaniya xwe ya bi tevgera Siwêda re anî ziman û got tu têkiliya wan bi tevgera wir re tune, lê piştgiriya daxwazên gel dikin û destnîşan kir ku hikûmeta Şamê hîn di serdema beriya 12 salan de jiyan dike.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed derbarê xwepêşandanên gel ên li Siwêda û bandora wê li ser rewşa tevahî Sûriyê bersiva pirsên rojnameya Ronahî da. Ilham Ehmed piştgiriya xwe ya bi daxwazên gel re anî ziman û got ku li her devereke Sûriyê civak dikare bi xwe rêveberiya xwe bike û pirsgirêkên xwe çareser bike.

Ilham Ehmed her wiha da zanîn ku sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûneke û her kes dikare sûdê jê werbigre.

1- Piştî 12 salan tevgera gel li Siwêda û herêmên din êna başûrê Sûriyê geş dibe, hûn van geşedanan çawa dinirxîn in?

Kirêza Sûriyê ku 12 sal in li pişt xwe hişt, îro dikeve rewşeke nû de, em dibînin li Başûrê Sûriyê careke din geşedanên nû diqewimin. Em vê gavê wiha dikarin bi nav bikin, êdî di hemû Sûriyê de neslên nû derdikevin. Em dibînin çawa di rewşa aborî û siyasî de guhertin çêdibin, di hemû aliyan de jî guhertin çêdibin. Lê heta niha hikûmeta Sûriyê xwe li ber van guhertinan bê helwest dimîne û di xwe de jî guhertinekê çênake. Berûvajî wê hîn zêdetir di girtina desthildariyê de radîkal bûye. Ji xwe re mijara desthildariyê kiriye wekî namûsê û li gorî wê jî tevdigere.

Gelê Sûriyê jî di rewşeke wiha de dibîne di cîhanê de çi guhertin çêdibe û di Sûriyê de heta niha tu guhertin çênabe. Berûvajî wê dibîne hîn zêdetir gel ji rewşên abûrî, civakî û siyasî de zehemtiyan dibîne. Di herêmê de paşketin û kirîzên mezin têne jiyankirin. Civak nikare zextên zêde yên li ser heye tehemûl bike. Niha civak bang dike, behsa birçîbûnê, mafê, rewşa aborî dike, ev jî di diruşmeyên di çalakiyên gel de têne avêtin, diyar e. Em dinerin behsa rewşa aborî dikin, behsa ne navendîbûnê û çareseriyê dikin. Ji hikûmetê re jî dibêjin heger hûn nikarin çareser bikin, rêveberiyê bide em dikararin xwe birêve bibin û çareseriyan peyda bikin û rewşa xwe çareser bikin. Serhildanên heyî jî niha bi vê ve girêdayî ne.

2- Dewleta Tirk di dema tevgera gel a li Başûrê welat geş bûye, lez daye vegerandina bi darê zorê ya  koçberên Sûriyê  û guhertina demografî li herêmên dagirkerî zêde kiriye, ev çiqas metirsîdare?

Dewleta Tirk esas vê pirojeya wê bi rengekî hîn zêdetir guhertina demografîk û bi rengekî plankirî dimeşîne. Bi taybet piştî van demên dawî ku cîhan bi serhildanên Siwêda û herêmên din mijûl dibin. Wiha jî bi dizî dixwazin sîstema xwe pêk bînin. Wan xelkên bi qaçaxî koçberî Tirkiyê dibin bi îdaya iqameyên wan tine vedigerîne. Esas ew ne tenê kesên iqameyên wan tunene vedigerînin, lê belê di bin re kesên bi îqame û bi salan derbasî Tirkiyê bûne jî vedigerîn in.

Bi alîkariya hin welatên ereb jî wan li herêmên dagirkirî bi cih dikin. Tişta dewleta Tirk dike pir xetere, ew bi dizî dixwaze û bêyî bibe roje pirojeyênx we di bin re pêk bîne, lê di esas de ew projeya xwe li ber çavên cîhanê pêk tîne. Di rewşa heyî de dixwaze vê bi lez bi encam bike. Ev gelekî xetere û metirsînê li ser tevahî Sûriyê çêdike.

3-Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêvebetiya Xweser tevgera gel li Siwêda çiqas giringe?

Li Siwêda tevgera gel wekî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, gel dixwaze herêmên xwe bi rêve bibe. Tevî hemû kêmasî, tengavî û bê derfetiyan gel herêmên xwe birêve dibe. Tevgera gel a li Siwêda gaveke giring nîşan dide ku gel çiqasî dikare xwe bi rêve bibe. Di heman demê de diyar dibe çiqas gel dikare herêmên xwe biparêzin. Ev derfetke ku tecrubeyên wiha li herêmên din ên Sûriyê jî çêbibe.

Gerek ev bi tensîqa bi navendê re jî pêk were. Rêveberiya Xweser jî gavea yekem e, bi xwe çareserkirina pirsgirêkên xwe û xwe birêvebirin li gorî teybetmendiyên her kesî. Wiha jî rê li ber destê xerîb ku destwerdanê bikin tê girtin. Bi rastî jî ev ji gelê Siwêda re jî tecrubeyeke ku ew jî li gorî teyabetmendiyên xwe birêve bibin.

4- Hûn çi dikarin ji gelê Siwêda re bikin û tensîqek heye ji bo parvekirina ezmûna xweseiyê yan na?

Em wekî meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hemû gelê Sûriyê re kar dikin, em dixwazin bi awayekî aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji ezmûnên hev sûd wergritin. Wiha jî em hewl didin ku ezmûna Rêveberiya Xweser li herêmên din ên Sûriyê sûd jê were girtin, her herêmek li gorî taybetmendiyên xwe xwe birêve bibe û  hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Me destwerdana tu herêman ne kiriye û em nakin jî.

Armanca me pênasekirina tecrubeya em jiyan dikin bi re ye. Her herêm jî dikarin bi hêza xwe ya civakî hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û nehêlin tu destserdanek derve di herêmên wan de çêbibe.

5- Israra hikûmeta Şamê di ne qebûlkirina çaresriyê de wê rê li ber çi veke?

Em her di israra çareseriyê de ne, me dixwest rêjîm gavan bavêje û rê li ber guhertina demokrafîk bigre, lê tevî ev 12 sal di ser rewşa heyî ya Sûriyê re derbas dibin jî hîn di çerxa xwe digere. Ew hîn di noqteya sifrê de ne. Wiha nêz dibe wekî tiştek di Sûriyê de çênebûye. Yenî hîn jî wiha li merselê dinerin û hîn jî rastiyên heyî ji ne dîtî ve dihesibîne. Ev jî rê li ber bê bawerî û ev jî gelek zirar dide binesaziya civaka Sûriyê û rê li ber şerê navxweyî vedike û rê li ber ketina civakî vedike. Di heman demê de rê li ber şerê navxweyî û kîn û nefreta di navbera netew û mezheban de vedike.

Di heman demê de rê li ber destwerdana derve vedike  û dibe sedem rê li ber pêvajiyên nû yên şeran vedibe. Ji ber wê divê rêjîm xwe bighîne wê baweriyê ku ji bilî maseya danûstendinê tu riyên din tune ne.

6-him alîgirên hikûmeta Şamê  û alîgirên Tirkiyê tevgera Siwêda bi we û Amerîka ve girêdidin, armanca wan ji van tewanbariyan çiye?

Me dudaxeleya rewşa hindirîn a Siwêda ne kiriye, tişta heyî danûstendina me bi wan re heye û me piştgiriya xwe ya menewî pêşkêşî wan kiriye. Em dibînin ku di rabûna xwe de mafdar in. Em xwe li kêleka wan dibînin, heger rewşeke aborî hebe em bi hev re ne û heger rewşeke mafan hebe em bi hev re parve dikin. Em xwe di bin bar dibînin, em xwe di berpirsyar dibînin. JI bo di rewşên herî zehmet de em karibin bi hev re kar bikin.

Dema tewanbariyên wiha çêdibin, pir rehet dewleta Tirk û dijberên din dixwazin wiha nav lê bikin ku ew xweseriyê wekî parçebûn bi nav dikin. Yenî heger SIwêda bixwaze ji Sûriyê parçe bibe, wê bi ku ve biçe. Ev îdayên ne meqûl in, tiştên ne di cih de ne.

Tewanbariyên wiha esas naghêjin encamê, ji bo ji berpirsyariyên xwe birevin tewanbariyên wiha davêjin.