Rojnameya Ronahî

Jin, Jiyan, Azadî

Nehîr pale

Dirûşmeye Jin, Jiyan, Azadî yek ji rengê şoreşa Rojava ye. Ev her sê peyv di buyerên dîrokî de hatine bi kar anîn. Dema ku Gerilayên jin jinên Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dikirin, li Kobanê dema Şervanên YPJ`ê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe didan û li Îranê jî jin bi vê dirûşmeyê li dijî rejîma Îranê serî hilda.

Di navbera van her sê peyvan de girêdaneke diyalektîk û manewî ya xurt heye.Rêber APO di destpêka têkoşîna xwe ya li hemberî civaka cinsiyetparêz girêdana jin a bi jiyan û azadiyê ve da îfade kirin. Jin tevlî Tevgera Azadiyê bûn, ji gurupa destpêke ya avakirina PKK`ê ciyê xwe di nava xebatê de girtin, artêşbûna jin hat îlankirin û her çû jinê aliyê rêxistinî û leşkerî ve rêxistinkirina xwe hîn zêdetir berfereh kir. Rêber APO dema dîrok ji nûve nivîsand jina ku şikestî bû ji nûve vejîn bû. Pîrozbahiya jin a ku bi zorê jê girtibûn, êdî bi têkoşînê re lê vedigere. Bi vê têkoşînê pêşeroj, roja îro û paşeroj tê nîvsandin. Jinên ku şehîd bûne, yên ev zêdetirî 30 salin di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ne û yên îro di têkoşîna xwe de berdewam dikin şervanên vê dirûşmê ne. Bi keda wan girêdana Jin, Jiyan, Azadî tê xurt kirin û bi wate dibe. Êdî dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî cîhanî bûye. Li Ewrûpayê di gelek kongre, komcivîn, konferans û çalakiyên jin de ev dirûşme hatiye gotin. Li Rojhilata Navîn têkoşîna tevger û rêxistinên jin berdewam dikin. Ji bo jiyana azad daxwaza xwe tînin ziman û hewl didin ji hemû pirsgirêkên jin re bibin hêza çareseriyê.

Civaka cinsiyetparêz nêrandina xwe ya li ser jin nade guhertin, her ku neslekî nû tê li ser zîhniyeta neslê berî xwe mezin dibe. Bi heman rêbaz û ferasetan nêzî jin dibin. Jin fêrkirine ku li beramberî zîhniyeta mêr û civaka cinsiyetparêz bigrî, dawî li jiyana xwe bîne, ne xwedî hedef be, ji her tiştî dûr be û tenê xizmeta mêr bike û zarokan bîne. Niha têkoşîna jin a ji bo guhertinê û buyîna hêza çareseriyê berferehtir bûye.

Têkoşîna jin êdî îfadeya xwe bi gotina Jin, Jiyan, Azadî dike. Bi wextê re wê jin dev ji rêbazên ku îfadeya mirin û radestbûnê dikin, berd in. Piştî şehadeta Jîna Emînî jinên serî di bin silogana Jin, Jiyan,Azadî de rakirin, rastî lêdan, girtin û kuştinê hatin. Bi dehan jin birîndar û şehîd bûn. Rejîma Îranê ji bo serhildanan lewaz bikin, gelek şagirtên jin bi riya dibistanan jehrî kirin. Dîsa jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinê xwe paşve neda û berdewam dike.

Peyvên Jin, Jiyan, Azadî alternatîfa gotinên bê exlaqî yên li hemberî jin têne bikaranîn. Her ji bo jinê hatiye gotin ku ew şeytane, fitnê dixe navbera civakê de û ji bo civakê bûye bar û pirsgirêk. Bi hezaran jin ji bo parastina welat canê xwe feda kirine, koletî nepejirandine û li hemberî dijminê xwe bûne xwedî helwest, dema ku xwestine xwe ji aliyê fikrî û kesayetî ve pêşbixînin hatine kuştin. Zilamê desthilatdar û civaka cinsiyetparêz destûr nedane ku dîroka jin were nivîsandin û dîroka heyî jî li gorî berjewendiyên xwe nivisîne. Bi gotina Jin, Jiyan, Azadî re dîroka jin ji nûve tê nivîsandin û zîhniyeta civaka cinsiyetparêz tê guhertin.