Rojnameya Ronahî

Jineolojî Zimanê Dilê Heqîqetê ye…(1)

Xecê Şen

Her heqîqetek ziman û zanisteke xwe heye û her ziman jî zanistek û heqîqeta xwe heye. Dema ku mirov li ser dîroka mirovahiyê û pêkhateyên wê lêkolîn dike, rûpelên dîrokê dixwîne, li sembolên ku di tabloyan û peykersazan de hatine çêkirin, hestên ku di wêneyên wênesazan de hatine hûnandin, sembolên nexşên ku di Xalîçeyan de hatine nexşandin de dibîne mirov heqîqeta hersê têgînan baştir fêm dike û dikare li ser wan nîqaş û şîroveyan bike. Ji ber ku ji dîroka mirovahiyê û ta niha ev hersê têgîn weku pêşbireke bi hev re beziyan e, hevdû afirandine û bûne jênegerên hev. Li gorî dem û dewranan an jî serdeman çi razberî û çi şênberî hebûna hevdû di nava xwe de parastine. Carînan ziman bûye dilê heqîqetê û rastiya wê bi gelek şêweyên cuda di gelek beşên civakî yên wek zanist, wêje, huner û çanda jiyanî de aniye ziman û hewldaye ku hebûna heqîqetê şênber bike. Carînan jî heqîqet di herikiya jiyana gerdûnî ya civaka mirovahiyê de ziman watedar kiriye û bi razberî be jî hebûna wê afirnadiye û nehiştiye winda bibe. Mirov vê hebûnê di Xalîçeyên ku bi destê jinan hatine nexşandin, peyker-tablo, wênesazî û gelek lorîkên dayîkan û fonên muzîkalî û hwd. de baştir dibîne. Jixwe tam jî ew heqîqeta ku em dibêjin an hatiye windakirin, an hatiye dizîn an jî hatiye berovajîkirin di nav van nexşên Xalîçeyan, fon muzîkan, tablo û peykeran veşartiye. Anku rastiya heqîqetê ya herî xweşik û bedew di vir de veşartî maye. Lê her çiqas ne bi awayeke şênber, bi awayeke razber be jî hebûna heqîqetê û dîroka jinan a mirovahiyê bi rêya zimanê hunerê hatiye ristin û hûnandin. Ev zor girîng e. Ji ber vê kedeke pîroz e ku em behsa hebûna heqîqet û rastiya jiyana mirovahiyê dikin. Jixwe tam jî di vê wateyê de mirov dikare zanista jîn-jin, jiyan-anku Jineolojî weku zimanê vegotina heqîqetê pênase bikin. Anku her tiştên ku aîdî jinê ne, her tiştên xweşik û bedew ku bi fikir, hizir û keda jinê ya pîroz hatine çêkirin, piştre jî ji aliyê hişmendiya mêrsalariyê ve hatine windakirin, dizîn û berovajîkirin. Peywîra Jineolojiyê ya herî sereke ew e ku hebûna wê keda pîroz şênber bike û biparêze. Ji ber vê yekê ye ku em pir bi hêsanî dikarin bibêjin ku Jineolojî Zimanê Dilê Heqîqetê ye.

Rêber Apo di parêznameya xwe ya bi navê “Civaknasiya Azadiyê” de ji bo zanista jinê Jineolojiyê wiha dibêje; “(Zanista jinê) Jinolojî dikare ji gelek beşên cuda têgînên weku teolojî, eskatolojî, polîtîkolojî, padagolojî, sosyolojî anku ji lojiyan zêdetir rastiyê derxe holê. Ji ber ku xwezaya jinê ya civakbûyînê hem di warê fîzîkî û hem jî di warê watedayînê de payeke wê ya mezin heye”. Rp-274.

Herwiha pirtûka bi navê Jineolojiye destpêkê jî ev watedayîna zanista jinê wiha pênase kiriye; “Ji bo pêşxistin û mezin kirina Jineolojiyê gelek sedemên me hene. Ji van yek jî sedemên pozîtîf in. Cîhana jinan a ji hêla hundirîn ve xwe spartiye potensiyeleke xurt ku derxîne holê divê li gor pêdiviyên mirovahiyê bê parvekirin. Wê demê pêdiviya herî lezgînî ev e dibêje; Yan divê ruhê jinê vê cîhanê bihûne yan jî divê bi ruhê jinê ev cîhan bê hûnandin”. Rp-20.

Bêguman Jineolojî di heman demê de di beşên hunerî û wêjeyî de jî risteke mezin daye ser milê xwe. Xwezaya jinê ya ku civaka mirovahiyê pê afirandiye û ji aliyê hişemendiya mêrane ve di bin tarîtiyê de maye, dê dîsa bi ruh bi hest, fikir û keda jinê ya felsefeya jin jiyan azadî anku zanista jinê Jineolojiyê wê ronahî bê afirandin. Hêjayî gotinê ye ku ronahiya vê çiroskê di gelek beşên çanda jiyana civaka mirovahiyê yên hunerî û jiyanî yên weku Xalîçeyan de tê hîskirin. Jixwe tam di vê wateyê de mirov dikare pir bi hêsanî bibêje ku Jineolojî zimanê vegotina dilê heqîqetê ye. Heqîqeta her çîrokekê nexşandiye yan jî serpêhatiyek û meselokên nexşandiye di kodên wê yên deq û nexşînan de veşartî ye. Weku kurteke bêderî yan jî weku sindoqeke bêmifte be. Ji felsefe stêrknasiyê û heta gelek beşên zanista jinê, ji wêjeyê, hunerê û hetanî giyan, hest û jînê di malikên nexşandiye de xemilîn e. Em ê jî bi ruh û çiroska Jineolojiyê di kûrahî çîrok û kodên Xalîçeyan de biçin.

Ji destpêka ku sedema fikrî û jiyarî ya mirovahiyê û ta niha her xebat û karên yekemîn hatine kirin berî her tiştî di serî de ji bo mebesta kar “fikara Nîkî, gotara Nîk û kirdara Nîk”ê hatiye diyarkirin û li gor wê jî pênaseya wî kar û xebatê lê hatiye kirin. Anku nav û pênase pîvaneke jiyanî ya mirovahiyê ye. Nav û pênase di hinek kar û xebatan de şênber e û di hinek kar û xebatan de jî razber e. Lê dîsa jî ew nav û pênase bi şêweyên cuda be jî hebûna xwe diyar dike û radixe ber çavan. Çand û hunera Xalîçeyan jî tişteke wisa ye. Mirovên ku ji zimanê hest û ramanê Xalîçeyan fêm neke û nikaribe wê bixwîne, wê tu wateyê nede wan Xalîçeyan û wê hew wan weku xemleke ya malan, berekî-berikekî yan jî kilîmekî ya di bin lingê mirovan de bimîne. Çima? Ji ber ku felsefe, zanist, wêje, huner û giyana ku di Xalîçeyan de hatiye hûnandin û xemilandin ta niha weku beşekî ya zanistê, wêjeyê yan jî hunerê nehatiye dîtin û kêm mirovan serê xwe li ser vê mijarê êşandine û kêm mirovan kiriye mijara nîqaşê. Li gor baweriya min di vir de sê sedemên girîng hene.

1-Wêjeya hunera destan weku beşeke ya hunera mûzîkalî, wênesazî û ji hêla çîrokî ve jî weku beşeke ya wêjeyê nayê dîtin.

2-Wate û giringiya zanista ku di malikên Xalîçeyan de hatine neqişkirin nayê zanîn û fêm kirin.

3-Sedema herî sereke jî ji ber keda destê jinê ye. Ji ber vê yekê weku beşekê zanistê nayê  dîtin.

Ji serdema fikrî ya fesefeya Mêhrî-Mîtrayî, ji serdema Jiyarî (Neolotîk) û ta roja îro, ji xwezayê bûye xwezayeke gerdûnî, yên ku bûye zimanê dilê heqîqeta xwezayê, wê ji xwe re referans girtiye, ilm, zanist, fikir-raman û giyana xwe li ser ilmê xwezayê bi pêş xistiye û xwezaperwerî kiriye jin in. Ji ber vê yekê kar û xebatên ku li ser felsefe û zanista xwezaperweriyê û bi dest û hestê jinê hatibe kirin û çêkirin, weku ew tune be hatiye hesibandin an jî li gor berjewendiyên felsefeya mêrperestiyê hatiye bikaranîn û bûye malê hişmendiya desthilatdar. Lê divê neyê jibîrkirin ku dîroka herî mezin û watedar a felsefê, zanist, huner, wêje dîroka heqîqeta herî watedar di mîtolojiyê de veşartî ye û mîtolojiya herî girîng jî di rêzik û malikên nexşên Xalîçeyan de veşartî ye û taybetî jî di nav û kodên wê de xemilîne.