Ev demeke li Iraqê çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên li Iraqê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Tevgera Azadî ji bo çareseriya rewşa Iraqê 5 xal destnîşan kir û diyar kir ku yekane rêya çareseriyê jî pêkanîna daxwazên welatiyane.
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji bo çareseriya rewşa Iraqê 5 xal diyar kirin û diyar kir ku yekane rêya çareseriyê jî pêkanîna daxwazên welatiyane.
Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên li Iraqê daxuyaniyek nivîskî belav kir û têde bal dikişine ser 5 xalên ji bo çareseriyê.
Tevgera Azadî 5 xalên ji bo çareseriya rewşa niha ya Iraqê diyar kirin wiha ne:
1-Kongreyek berfireh a niştîmanî bê lidarxistin. Tevahî aliyên siyasî, nûnerên pêkhate, çîn, baweriyan tevlî bibin û ser qonaxê guftûgo bikin. Nexşerêyek ji bo çareseriya di aliyê ewlehî, aborî û siyasî ya vê qonaxê de diyar bikin.
2-Dadgeh bi rolê xwe rabe. Dûr ji destwerdana hizbî, hemû ew kes û aliyên deste wan di dizîna serwert û jêderên welat de hene bên cezarkirin. Dest danin ser malê wan.
3-Hêzên ewlehiyê ji hişmendiya taîfî û hizbî dûr bikevin. Hewl bidin di çarçoveya berjewendiyên giştî yên gel û niştîman de erkê parastinê bikin.
4-Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê hîn zêdetir bi rola xwe rabe û helwestên cidî bigire ji bo Iraq hîn zêdir nekeve metirsiyê de.
5-Erkê gelên Iraqê ye ji bo derbaskirina hişmendiya netewperestî û mezhebperestî, ji bo jiyana bi hev re ya demokrastîk û îradeya civakê xwe birêxistin bikin. Di çarçoveya projeyên stratejik ên demokratik de ji bo pêşeroja Iraqê hewldan bikin.
Hêjay gotinê ye ku zêdetirê 2 heftiyane li beşek zêde yê bajarên başûr û navenda Iraqê xwepêşandan dijî nebûna av, ceyran û xizmetguzariyê destpê kiriye. Her wiha yek ji armanca sereke ya xwepêşandanan jî bidawîbûna gendeliyê ye.






