Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike

13/06/2026
in NÛÇE
A A
Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Piştî derbasûbna zêdeyî sal û nîvekê ji hilweşîna rêjîma Eseed, Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê parastiye û ji nû ve rêxistin dike. Herwiha hewl dide ku bi hikumeta demkî a Sûriyê re têkiliyên aborî û leşkerî pêş bixe.

Piştî rûxandina rêjîma Essed ku hevalbendê wê yê yekem Rûsya bû, di hemû aliyan de gelek guhertin li ser xaka Sûriyê çêbûn. Lê tevî van guhertinan jî Rûsya dikarîbû hebûna xwe ya leşkerî di nava du baregehên leşkerî yên mezin li Berava Sûriyê biparêze.

Li gorî ‘The Wall Street Journal’, Rûsya beriya demeke ne dirêj, keştiya barhilgir a bi nave ‘Sparta’ şand da ku amûrên leşkerî û lojistîk ji baregehên xwe yên leşkerî li Sûriyê dabîn bike. Keştî di meha Adarê de ji bendera Petersburgê derket û di meha Gulanê de gihîşt bendera Tartusê ya Sûriyê. Ji dema rûxandina rêjîma Essed, ev yekem mîsyona dabînkirinê ya bi vî rengî ye .

Wêneyên satelîtê yên ku ji hêla pargîdaniyek wêneyên satelîtê ya bazirganî ve hatine kişandin, nîşan didin ku Sparta berî ku rêwîtiya xwe ya ber bi Deryaya spî a Naverast ve bike, li bendra Petersburgê hatiye barkirin. Wêneyên din ên ku ji hêla Planet Labs ve hatine weşandin nîşan didin ku ew di 11ê Gulanê de li bendera Tartusê rawestiyaye.

Hin berpirsên Amerîkî, di axaftina xwe de ji Wall Street Journal re, destnîşan kirin ku Sparta, ku xwediyê wê ji ber veguhestina çekan ji bo Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di bin cezayên Amerîkî de ye, alavên ku ji bo baregeha hewayî ya Hmeymîm a Rûsyayê hatine şandin, hildigirtbû.

Vê pêşketinê hin berpirsên di rêveberiya Amerîkî de aciz kiriye ku hêvî dikirin ku têkçûna rêjîma Eseed dê derbeyek stratejîk li Rûsyayê bide bi mehrûmkirina wê ji platformek sereke ji bo kontrola wê li Afrîka û Amerîkaya Başûr.

Di destpêka vê salê de jî, artêşa Amerîkî hebûna xwe ya zêdetirî deh salan li Sûrî bi dawî kir, ji baregehên ku beşek ji mîsyona şerê li dijî DAIŞê bûn, vekişiya.

Baregeha hewayî ya Hmeymîm û baregeha deryayî ya li Tartusê du stûnên sereke yên projeksiyona leşkerî ya cîhanî ya Rûsyayê ne. Moskowyê ew wekî baregehên destpêkirinê ji bo operasyonên leşkerî yên dûrî sînorên xwe û herweha deriyê leşkerî yê ber bi Deryaya Spî ve bi kar anîne. Ji ber vê sedemê, parastina wan piştî hilweşîna Esed bû pêşîniyek yekser.

Lê ev kar ji bo Moskow ne hêsan bû, ku deh sal berê baregeha Hmeymîm bikar anî da ku operasyoneke bombebaranê bide destpêkirin ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de piştgirî da rejîma Esed û bû sedema mirina bi hezaran kesan.

Piştî hilweşîna rejîmê, Rûsyayê hêzên xwe yên deryayî ji Tartusê vekişand û hebûna leşkerên xwe li Sûriyeyê kêm kir. Lêbelê, serokê demkî yê Sûriyeyê, Ehmed el-Şaraa, ku berê li dijî Esed û Rûsan şer kiribû, bi Moskowê re li ser pêşeroja baregehên leşkerî yên Rûsyayê danûstandinan domand. Ji dema ku dest bi desthilatdariyê kiriye, wî hewl daye ku têkiliyên hevseng bi hem Rûsya û hem jî welatên Rojavayî re pêş bixe, serdana Washington û Moskowê dike da ku ji bo hikûmeta xwe nasnameyek navneteweyî bi dest bixe.

Sparta di bin cezayên Xezîneya Dewletên Yekbûyî de ye, her weha xwediyê wê, SC South, û pargîdaniya wê ya dêûbav, Oboron Logistics, ku dibêje çalakiya wê ya sereke peydakirina karûbarên lojîstîkî ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê re ye.

Sparta beşek ji fîloyek piçûk a keştiyên barhilgir e ku Rûsyayê ji bo veguhestina bi dizî ya çek û alavên leşkerî li herêmê bi rêya toreke pargîdaniyên girêdayî hikûmeta Rûsyayê bikar aniye. Ev keştî her wiha ji bo derbaskirina qedexeyên ku niha rê li ber Rûsyayê digirin ku keştîyên wê yên şer ji Deryaya Reş derbas bibin hatine bikar anîn.

York Isik, rêveberê şêwirmendiya Bosphorus Observer, ku pisporê şopandina trafîka deryayî ye, ji The Wall Street Journal re got: “Sparta û hemî keştîyên xwişk ên wê xwedî dîrokeke dirêj a hevkariyê bi hikûmeta Rûsyayê re ne. Me bi zelalî dît ku ew alavên leşkerî li Tartusê dadixin.”

Digel vê yekê, hin rayedarên Amerîkî hîs kirin ku ev mîsyon fikarên taybetî dernexistiye holê, ji ber têkiliya baş-naskirî ya di navbera Şam û Moskowê de, û ji ber ku alavên leşkerî yên Rûsyayê ji deverên berjewendiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dûr bûn, ku bi giranî li bakurê rojhilatê Sûriyê ne.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden rakirina cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Sûriyeyê piştî hilweşîna Esed bi rakirina baregehên Rûsyayê ji welêt ve girêdabû, lê rêveberiya Trump paşê ev şert terikand û biryar da ku bêyî şert û merc cezayên li ser Sûriyeyê rake.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.