Solîn Mihemed/ Qamişlo
Tevgera Hîlala Zêrîn di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJ’ê de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo çalakiyeke hunerî lidar xist. Di çalakiyê de endamên sazî, tevgera çandî, malbatên şehîdan û şervanên YPJ’ê amade bûn.
Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJ’ê ya berdewam de, Tevgera Hîlala Zêrîn li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo çalakiyeke hunerî lidar xist. Di çalakiyê de sazî, tevgerên çand û hunerê, malbatên şehîdan û şervanê YPJ’ê amade bûn.

Di destpêka çalakiyê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.
Piştire du şanoyên bi navên ‘Pêt û Ar’ û ‘Tola Keziyan’ ji beşdaran re hate pêşkêşkirin.
Paşê pêşengeha wêneyan ya ku ji YPJ’ê re hatibû amadekirin, ji aliyê beşdaran ve hat vekirin.
Di derbarê çalakiyê de rêveberiya Hîlala Zêrîn ya Rojava ji Rojnameya me re axivî û wiha got: ” Ev jî yek ji rêzeçalakiyên me yên ji bo piştgiriya YPJ’ ya di rêzê de bû. Îro em jî wek Tevgera Hîlala Zêrîn careke din di vê çalakiyê de bi hunera xwe piştgiriyê didin hêza YPJ’ê. Konsertên me yên Hîlala Zêrîn li her çar bajarên kantona cizîrê ji bo hêza YPJ’ê hatin lidar xistin û her wiha wê çalakiyên me jî berdewam bin. Îro ji bo vê çalakiyê bi dihan hunermendên Rojava serpêhatî û berxwedaniya YPJ’ê bi destên xwe xêz kirin, ji bo wê jî em dixwazin van tabloyan ji tevahî cîhanê re bidin ragihandin, li ser vî esasî jî wê pêşengeha me li ser du rojan berdewam bike.”






