Hêvî Keleş/ Qamişlo
Ji bo zêdekirina rola xwendinê û pêkanîna daxwaza zêde ya pisporiyên akademîk û pîşeyî, Zanîngeha Rojava projeya xwe ya berfirehkirinê didomîne, ku vekirina beşên nû û dirêjkirina dema qeydkirinê heta 11’ê Hezîranê vedihewîne. Armanca vê dirêjkirinê ew e ku ji bo xwendekar û pisporên ku dixwazin jêhatîbûnên xwe yên akademîk û pîşeyî pêşve bibin derfetên mezintir peyda bike.
Zanîngeha Rojava ji bo karmendên Rêveberiya Xweser, di 23ˊyê Gulanê de projeyek taybet xwendinê dabû destpêkirin; (Mamostetiya Refê, Ziman û Wêjeya Kurdî, Dîrok û Mafnasî). Zanîngeha Rojava dirêjkirina dema tomarkirinê ji bo projeya xwendinê ya taybet bi karmendên Rêveberiya Xweser ragihand, her wiha li gel vê yekê beşên nû hatin zêdekirin.
Di derbarê mijarê de Endama Zanîngeha Rojava Reşa Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.

Reşa Îbrahîm rave kir ku pîvanên qeydkirinê ji beşekî ta beşekî din diguherin û wiha got: “Beşa Hiqûqê yek ji beşên herî zêde ku nav tê de hatin e qedkirin û li gorî beşên din xwedî pêdiviyên taybetî ye. Di beşa Hiqûqê de, divê serlêder herî kêm du salan di nav saziyên Rêveberiya Xweser de xebitîbin û karê wan divê bi hiqûq an karûbarên hiqûqî ve girêdayî be. Divê ew xwediyê bawernameyek akademîk bin, çi ji peymangehek be an jî dîplomeyek lîseyê be. Herwiha ji serlêderan tê xwestin ku belgeyek fermî ji saziya xwe yê heyî pêşkêş bikin ku karê xwe yê berdewam heta roja serlêdanê piştrast bike. Ji bo beşên din, wek mamostê refê, dîrok û wêjeya Kurdî, divê serlêder di salên 2011, 2012”an 2013”an de wekî mamoste xebitibin. Hejmara serlêderên ku di beşa Hiqûqê de hatine qeydkirin nêzîkî 900’î ne, di heman demê de 96 ji bo beşa Dîrokê, 300 ji bo beşa Wêjeya Kurdî û 130 ji bo beşa mamosteyê refê serlêdan kirine. Serlêder li gorî kar û ezmûna xwe ji bo beşan têne veqetandin. Yên ku di perwerdehiyê de dixebitin ji bo beşa mamosteyê refê têne tomarkirin, di heman demê de serlêder li gorî pisporî û warên pisporiya xwe ji bo beşên din têne veqetandin.”
Pêvajoya qebûlkirin xwendekaran
Reşa Êbrahîm derbarê pêvajoya nirxandin û hilbijartinê ya serlêdanê de, wiha rave kir: “Pêvajoya nirxandinê bi nirxandina formên qeydkirinê dest pê dike, ku hemî agahdariya serlêderan tê de heye. Li gorî van daneyan, namzed têne hilbijartin û têne agahdarkirin ku serdana zanîngehê bikin da ku prosedurên qeydkirinê temam bikin û xercê qeydkirinê bidin, ku sembolîk in. piştî serlêdanan, komîteyên pispor dosya û belgeyan berî ku civînek berfireh bi hemî beşan re li dar bixin da ku serlêdanan nîqaş bikin û biryarên dawî yên di derbarê pejirandinê de bidin, dinirxînin. Piştî ku navên xwendekaran têne piştrast kirin, planên xwendina wan ên ji bo semestra yekem, ku dersên pêwîst û bernameya beşdarbûnê dihewîne, ji wan re têne dayîn. Ders heftane roja Înê û Şemiyê têne lidarxistin. Biryara dirêjkirina dema qeydkirinê ji ber daxwaza zêde ya karmendên saziyên Rêveberiya Xweser bû. Vê yekê hişt ku zanîngeh ji bo kesên ku dixwazin qeyd bikin derfetek zêde pêşkêş bike, herweha beşên nû yên wekî Medya, Fîzîk û Erdnîgariyê veke. Rêveberiya zanîngehê li bendê bû ku di rojên pêş de hejmara serlêderan zêde bibe, nemaze piştî berfirehkirina pejirandinê û vekirina pisporiyên nû. Berê, ji serlêderan dihat xwestin ku di salên 2011, 2012 û 2013”an de di Rêveberiya Xweser de xebitîbin, lê ev şert paşê hate guhertin da ku bingeha sûdmendan berfireh bike û ji bo beşek berfirehtir a kesên ku dixwazin bixwînin derfetan peyda bike.”
Endama Zanîngeha Rojava Reşa Îbrahîm, tekez kir ku pirsgirêka herî girîng a ku niha li pêş zanîngehê ye, hejmara mezin a serlêderan e, ku roj bi roj zêde dibe. Ev yek ji bo misogerkirina pêvajoyek qeydkirin û qebûlkirinê ya bê pirsgirêk û rêkûpêk, hewldanên rêxistinî û îdarî yên zêdetir hewce dike.






