Saturday, June 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’

13/06/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Hayîstan Xelef diyar kir ku ev demeke wan dest bi perwerdeyên muzîkê yên dema havînî kirin e û wiha got,“Armanaca me ya sereke pêşxistina jêhatiyên zarokan di milê çandî û hunerî de ye.”

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo ji bo zarok û ciwanan bûye çavkaniya pêşxistin û  parastina çand û hunera herêmê. Navend di mehên havînî de bi armanca parastina çandê, pêşxistina behreyên ciwanan û teşwîqkirina zarokan li ser dika xwe ya navendê bi dehan festîval, pêşengeh, konserên muzîkê, şano û semînerên çandî lidar dixin.

Di derbarê mijarê de rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Hayîstan Xelef ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Ev du meh in perwerdeyên mûzîkê dest pê kirin e’

Hayîstan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev du meh in wan dest bi perwerdeyê dema havînî kirine û wiha got: “Kar û xebatên me niha têne meşandin, ji ber havîn li pêşiya me ye. Beriya du mehan me ji bo havînî pirojeya perwerdeyê ragihand, da ku çi kesekî bixwaze tevlî perwerdeyên muzîkê bibe, bê tevlî bibe. Perwerdeyên me jî ji komên muzîkê yên tembûr, keman, gîtar, govend, stranan û herwiha komên wênesaziyê pêk tên. Ev hemû kom ji temenên 4 salî û bi jor de têne perwerdekirin. Piştî ku me pirojeya perwerdeyê ragihand êdî hejmarên kesên ji bo perwerdeyê hatin baş bûn. Ji xwe seatên me yên perwerdeyê piştî danê nîvro ne, her mamosteyek di heftiyê de du caran perwerdeyê didin.”

‘Em ê di 16’ê mehê de fistîvalekê lidar bixin’

Hayîstan da diyarkirin ku ewê di 16’ê vê mehê de festîvala zarokan lidar bixin û wiha berdewam kir: “Pirojeya me ya perwerdê dema ku me ragihand bi tayîbet ji bo mehên havînî bû, da ku em di havînî de çalakiyên xwe yên ku her sal lidar dixin, careke din lidar bixin. Niha hin şagirtên me ji ber zanebûna wan ber bi derçûnê ve diçin û hin jê jî hatine da ku ji nû ve xwe perwerdeyî amûran bikin. Piştî perwerdeyê yekem festîvala me ya zarokan di 16’ê meha pûşperê de dê were lidarxistin. Herwiha ya din jî dema ku salveger, meş, çalakiyên cûda çêdibin em bi amûrên xwe yên navenda Mihemed şêxo bi endam û şagirtên xwe tevlî çalakiyan dibin. Perwerdeyên me her roj berdewam in da ku çi kesekî xwe fêrî perwerdeyên muzîkê dikin baş fêr bibin. Me seatên xwe yê perwerdeyê ji ber germahiyê guherand in, niha ji seat 5 û pê de perwerde dest pê dike û seatek yan jî du seatan perwerde dirêj dike.”

 ‘Niha tenê festîvala zarokan li pêşiya me ye’

Hayîstan di domandina axaftina xwe de bal kişand li ser çalakiyên sala borî û yên dema niha û wiha got: “Sala borî me gelek çalakiyên mîna fistîvala Orkêş, şano û hwd lidar xistin, ew sal pir baş û xweş derbas bû û her kes tevlî çalakiyan dibûn. Lê ji bo dema niha tu biriyar nehatiye ku em careke din van çalakiyên xwe yên cûda çêbikin, tenê niha fistîvala zarokan li pêşiya me ye. Niha jî di perwerdeyê de astengiyên şagirtan hene ji ber hin şagirt hene ji nû ve xwe fêrî amûran dikin, ev yek jî li ser wan û mamosteyan dibe asteng ku zû fêr bibin û tevlî çalakiyan bibin. Armanc û hedefa me ya sereke ew bû ku em her nifşekî nû di navenda Mihemed Şêxo de fêrî perwerdeyan bikin. Ji ber navenda Mihemed Şêxo navendeke kevnar û balkêş e.”

 ‘Armanca me fêrkirina zarokan e’

Hayîstan Xelef da xuyakirin ku hedefa wan ya sereke ku zarokan fêrî tiştên baş bikin û wiha bidawî kir: “Piştî bidawîkirina dibistanan hêviya me ji civaka me re heye ku zarokên xwe fêrî tiştên baş yên weke amûrên muzîkê bikin, ji ber baştir e li kolanan bin û fêrî tiştên nebaş bibin. Hedefa me ya sereke ew e ku em zarokên civaka xwe qezenc bikin û fêrî tiştên baş bikin.  Ji xwe hemû perwerdeyên me bê pere ne û herwiha amûr jî di dema perwerdeyê de ji ba me ne, em dixwazin ku çi kesekî xwe fêrî amûran dike amûrên wan jî hebin ji bo ku xwe li mal jî perwerde bikin û di zûtirîn dem de fêrî her tiştî bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
NÛÇE

Guhertina demokratîk tekane çareserî ye ji bo bidawîkirina kirîzê

13/06/2026
Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike
NÛÇE

Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike

13/06/2026
Li Efganistanê rewşa jin û mirovî di bin qeydên nû de, xirabtir dibin
JIN

Li Efganistanê rewşa jin û mirovî di bin qeydên nû de, xirabtir dibin

13/06/2026
‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’
ÇAND Û HUNER

‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’

13/06/2026
Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist
ÇAND Û HUNER

Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist

10/06/2026
Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike
CIVAK Û JIYAN

Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike

10/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.