Rojnameya Ronahî

Dara Jiyanê

Elî Roj

Peykersaz û serokê Komeleya Art’Situ “Pascal Bejeannin” ku ji Fransayê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna projeya “Dara Jiyanê” ku dixwaze bi riya vê yekê bal bikşîne ser fedakarî û lehengiya keç û xortên Rojava yên ku li hemberî dagirkeriyê her tim di nava berxwedanê de ne û ji bona azadiyê cane xwe feda dikin.

Dara Jiyanê projeyeke hunerî ye bi hevkariya Komeleya Art’Situ ya Fransî, Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî du sal berê amadekarî jê re dihat kirin. Ji beriya du heftiyan bi hatina şandeya Fransî ya ku ji sê kesan ji komeleya Art’Situ pêk tê, ev proje hat pêkanîn. Dara Jiyanê dareke ku ji bermahiyên şer hatiye çêkirin e, bi taybetî şerê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her çekek û bermahiyek ku di vê darê de bi cih bû ya şehîd an jî gaziyekî/e şer e. Ev proje wekî bîrdarî ji bo fedakariyên şervanên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Di heman wextê de semboleke dostaniya navbera herdû gelan nîşan dide. Peykersaz Pascal Bejeannin ê ku vê darê çêdike, dixwaze piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bike û di heman demê de nerazîbûna xwe li hemberî qirkirina darên zeytûnan li Efrînê nîşan bide.

Girêdayî vê yekê Peykersaz û serokê Komeleya Art’Situ “Pascal Bejeannin” bi hevpeyvînekî ji rojnameya me re axivî.

Naveroka hevpeyvînê weha ye:

1-Tu dikarî bi kurtî xwe bidî nasîn? Mijara projeya dara jiyanê kengê dest pê kiri û navê “Dara Jiyanê” ji ku hat û çima navê dara jiyanê ye? Sembolîzma wê çi ye?

Navê min Pascal Bejeannin im, peykersaz û perwerdekarê ciwanan li Fransayê. Di heman demê de ez serokê damezrîner ê komeleya Art’Situ me, komeleyek çandî ye ku armanca wê ew e ku bi mirovên ji çar aliyên cîhanê re bi riya peykerek ji polat ku girêdayî bi pirsgirêkên wan welatan re bicive. Fikir bi awayekî xwezayî hat; zimanê min huner e û min xwest behsa Rojava û têkoşîna şoreşgerî ya gelê Kurd bikim.

Ji bo navê Dara Jiyanê: hemû peykerên Art’Situ navê projeyê li ser zimanê welatê pêwendîdar hatiye wergerandin (li vir proje “Dara jiyanê” ye), ji ber vê yekê Gulistan Sîdo (hevserokatiya komeleya Les Tresses vertes û yekem kesê ku beşdarî projeyê bi Patrice Franceschi re bû) ku ew da me. Ji bo temsîlkirina dara zeytûnê jî, ji ber ku ev dar sembola azadiyê ye û ji aliyê aborî û ekolojîkî ve li Kurdistanê (bi taybetî li herêma Efrînê ya ku niha hatiye dagirkirin) girîng e.

Ji ber vê yekê sembol di nihêrîna pêşîn a peykerê de hêsan e û bi hêsanî tê xwendin û tê fêm kirin. Bingeha darê bi çekên şer ên ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatine bikaranîn hatiye çêkirin. Çiqas dar bilind dibe û mezin dibe, çek kêm dibin. Peyam careke din hêsan e, “jiyan li beramber kujeran bi ser dikeve. Çek hene ji ber ku mixabin beşek ji dîroka Kurdistanê ne û girîng e em wan bi bîr bînin da ku careke din nekarin wan çekan bikar bînin. Ji bîrkirina rabirdûya xwe, mehkûmî ji nû ve zindîkirina wê ye. Lê belê, divê jiyan were qezenc kirin.

2-Kes, kesayet û saziyên ku ji destpêkê û heta sazkirinê cihê xwe di vê projeyê de girtine kî ne? Herweha kesên ku alîkariya we kirine û di dema amadekirina projeyê de çi zehmetî hatin dîtin?

Kesên ku di projeyê de alîkarî kirin Patrice Franceschi ye. Wî me bi Gulîstan Sîdo da nas kirin, piștre me hevdîtin bi endamên komeleya Keziyên Kesk û hunermendan re çêkir. Endamên wê bi hevkariya şaredariyê û Navenda Çandê ya Mihemed Şeko li Qamişloyê ev proje bi rê ve birin.

Zehmetî bi taybetî ji bo derbasbûna dergehê sînorî di navbera başurê Kurdistan û Rojava de bû. Wekî din, tenê pirsgirêkên piçûk ên klasîk, îdarî û pragmatîk hebûn.

3- Ji bo Fransiyan danîna dara jiyanê ya sembolîk li Rojava tê çi wateyê û çima we Rojava hilbijart da ku vê darê li wir deynin?

Kurdistan û Fransa ji Peymana Lozanê ya sala 1923’an û vir ve xwedî dîrokeke hevpar in, ku di van demên dawî de bi şerê li dijî DAIŞ’ê berdewam kir. Têkoşîna hevpar a hemû gelên azadîxwaz e, ku dixwazin ji bo xwe bifikirin û bijîn e. Têkoşîna hemû jinên ku koletiyê naperjrînin.

Di medyayê de kêm an jî bi xirabî behsa wê tê kirin û me xwest bi rêya hunerî û belgefîlmekê dengê xwe bidin aktorên vê jiyana Rojava.

4-Gelek dibêjin divê dara jiyanê kesk be û ne hesin be û gelek dibêjin çima ew dar bi çek û alavên leşkerî hatiye çêkirin û gelek pirsên din têne kirin. Hûn vê yekê çawe şîrove dikin?

Dar ji hesin hatiye çêkirin ji ber ku çek ji hesin in. Ger kesek bi tivingê êrişê azadiya min bike, ez ê kulîlkan neavêjim ser wan, lê ez ê li dijî wan şer bikim; Ez ê heman rêbazê wekî wî bikar bînim. Wisa ye!! Roja ku şer bi daran bê kirin ez ê peykerekî ji dar çêbikim. Peykerê Dara Jiyanê rastiyê nîşan dide. Şax û pelên hesinî nîşan didin ku jiyan bi ser dikeve û wê bidome, wê li dijî êrîşan li ber xwe bide. Ji ber ku ew bi hêztir e, ji ber ku bi berdêla gelek jiyanan hatiye bidestxistin.

5-We Rojava, gel û rêveberiya wê çawa dît? Dema ku we xebata xwe bi serkeftî bi dawî kir û li Rojava dara jiyanê bi şahî û coşeke mezin hate danî, wê pêşwaziya gel ji we û karê we re, çawa dît û hîs kir?

Gelê Kurd gelekî bi heybet e, wêrek e, xwedî vîneke bêhempa ye, ew dixwaze azad bijî, bi çanda xwe û di nava demokrasiyê de. Demokrasiya ku ji bo hemû demokrasiya cîhanê mînak e. Ez vê yekê ji bo dilxweșiya hin kesan nabêjim, ne şêwazê min e. Ez vê yekê dibêjim ji ber ku ez jê bawer dikim. Ez li gorî ezmûna xwe û gerûgeștên min yên di nav gelên cihêreng yên li welatên din ên di nav şer de nêrîna xwe pișt rasdikim.

Li Fransayê me serdema Ronahiyê jiyan kir û şoreşa me gelek şoreşên cîhanê av dan. Niha, ev çend nifş in, em li hemberî pirsgirêkan bê berpirsyarî nêz dibin, her tiştê me heye bêyî ku em heq bikin an ji bo wê şer bikin. Li hemberî pirsgirêkeke herî biçûk em çareseriyê ji dewleta refahê hêvî dikin, me pir ji dev xwe berdaye û em bê xem bûne.

Gelê Kurd ji bo xwedî li xwe derkeve û xwe ji rewșên zehmet rizgar bike, xwe dispêre vîna xwe. Ez wisa dihizirim ku divê êdî şoreşa Kurd rola pêșengtiyê ji dêvla şoreşa Fransayê werbigre û bibe mînaka vîna jiyana azad. Lê hişyar bimînin, Fransa tenê di xew de ye, ew dikare careke din ji xew şiyar bibe.

6- Berê we li çend welatan peyker an sembol/ peykersaz danîne û hûn çawa pêşwazîkirina vê li Rojava dibînin? Hûn dikarin vegerin kurteçîroka xebatên xwe yên berê.

Min peyker li gelek welatên ku ez tê re derbasbûme saz kirin, mînakî hirçê cemsar li Gronlandê, gorîllayek li Afrîkayê an kelekek çerm li golê li Fransa (li benda cîhek din). Li bajarê min ê Fransa li ser bîrdariya şer a ji bo Fransa (di şer de) dîkê min ê polat jî heye. Ya ku herî zêde nêzî dara Qamișlo dibe ew e. Li welatekî ku di nav şerê çekdarî de ye, bandor ji hêla hestyarî ve pir mezintir e. Lê rewş çi dibe bila bibe, huner heye ku hest û ramanan derxe, aliyên negatîf jî hebin, ew rê li ber gengeșe û pêșveçûnan vedike.

  1. Li Fransayê, peykerên weha hene ku li meydanên giştî hatine danîn, ku şerên berê tîne bîra nifşên nû. Tu dikarî çend navan bidî? Çi sembolîze dike?

Li Fransayê li her bajarekî bîranînên şer ku bi navê kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane hene. Ew peyker çîroka tekoșerên ku li dijî kesên ku dixwestin awayê jiyan û ramana xwe li ser me ferz nîșan didin. Têkiliya hevpar a herî mezin a di navbera herdû gelên me de ev e.

8- Piştî danîna dara jiyanê li Rojava, hûnê çi bikin û ji bo paşerojê çi planên we hene, da ku şoreşa Rojava di nav civaka Fransî de baştir were naskirin û xuya kirin û di qada navneteweyî de piştgirî werbigire. Di navbera gelan û civakan de projeyên çandî û hunerî dikarin çi rolê bilîzin?

Projeya me we Art’Situ û derhênerê me Cédric Bejeannin ku em li ser gera xwe ya Rojava û çêkirina peykerê bi serpêhatiyên hemû şahidên li Rojava yên me berhev kirine belgefîlmekê çêbikin. Em dixwazin ev belgefîlm ji hêla gelek kesan ve li Fransa û heke gengaz be li gelek welatan jî were dîtin. Em dixwazin temaşevanên ciwan ên Fransî zanibin ku ciwanên di temenê wan de çawa li Rojava bi serbilindî jiyanê berdewam dikin, û li dijî hemû desthilatdarên vê herêmê yên dixwazin îrada wan bișkînin li berxwe didin.

Em jî dixwazin ger derfetên me yên aborî û îdarî hebin, vegerin û li bajarê Qamişlo vî fîlmî nîşan bidin û li gel hemû kesên ku di encamdana vê projeyê de beşdar bûne temaşe bikin.

  1. Peyama we ya dawî ji bo ciwanên Kurd û Fransî çi ye?

Peyamek ji bo ciwanên Kurd: Serbilind bijîn, tiştekî girîngtir nîne. Ji bo ciwanên Fransî: Dest ji gazinan berdin, çoka ku li erdê ye rakin. Paşeroj dê dijwar be, em ê ji bo azadiya xwe têbikoșin. Jiyaneke bi serfirazî çêtir e.