Rojnameya Ronahî

‘Ragihandina jin dengê berxwedan û heqîqetê ye’

Birûc Resûl/Qamişlo

Rojnamevanên jin yên bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ji destpêka şoreşa Rojava ve, jin di pêşxistina qada çapemeniyê de xwedî rolek seker bû û li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên ser herêmê bû dengê berexwedan û heqîqetê.

Bi şoreşa Rojava re gelên herêmê di tevahiya aliyan gelek destkeftî bi dest xistin, bi taybetî jina kurd cih di hemû qadên şoreşê de girt û ji jinên cîhanê re bû mînaka berxwedan û têkoşînê. Yek ji qadên herî girîng ku jina kurd tê de pêşengtî kir qada çapameniyê bû. Jinên rojnemevan ji destpêka şoreşa Rojvava kêlî bi kêlî berxwedan û têkoşîna heyî ji tevahiya cîhanê re radigihand û bû dengê berxwedana şoreşê. Lewra herdem dibû hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Jina Rojnemevan bi pênûs û kamîreya xwe tirs xistiye dilê dagirker û dijminê gelê Kurd.

Derbarê rola ragehandina jin li bakur û rojhilatê Sûriyê, rojnemavanên jin yên bakur û rojhilatê Suriyê ji rojnemeya me re axivîn.

‘Di pêşxistina civakê de rola jinê sereke ye’

Rojnemevana Kenala Ronahî TV Raperîn Elî diyar kir ku jinên kurd di dirêjahiya dîrokê xwedî têkoşîneke mezinin û wiha got: “Gava mirov girêdana ragehandin û jinê binirxîne, divê mirov nas bike li ser çi bingehê hatiye avakirin heta ku gihiştiye qonaxa îro ku weşangeriyek bi deng û rengê jinê derketiye holê. Bê gûman bi salan li tevahiya kurdistanê zext û zordarî li ser jinan hatiye meşandin. Ji ber ku di nava civaka kurd de jin xwedî roleke sereke ne, jin herdem hatine hedefgirtin, herwiha ji aliyê civakê ve jî, ji gelek mafê xwe bê par maye. Jinên kurd di dirêjahiya dîrokê de teslîmkarî qebûl nekirin e û xwedî têkoşîneke mezinin.  Herwiha berdêlên gelek buha jî dane heta ku gihiştine vê astê.”

‘Di qada ragehandinê de rengê jinê derket pêş’

Raperîn wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Di qada ragehandinê de herdem jin bêpar û mehrûm bûn, lê piştî derketina Tevgera Azdaiya Kurdistanê ku ji bo jinan bû şoreşa vejînê, jinên kurd gelek gavên girîng avêtin, jin bûn xwedî artêş û mîrasa têkoşînê, cara yekemîn bû ku di nava ragehandinê de rengê jinê hat dîtin û weşangerî bi deng, heqîqet û rastiya jinê dest pê kir. Bi 10’an jinên têkoşer yên di çapemeniyê de cihê xwe girtin, barekî giran hildan ser milê xwe. Herwiha bûn bersiv ji êş û heqîqeta gelê xwe re, bûn bersiv ji êrîşên ser jinên kurd û mîrasek dan avakirin, ji bo me jî ev jin bûn cihê ilham û têkoşînê. Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, qada ragehandinê ji bo jinên Rojava qadeke nû bû, herwiha di qada ragehandinê de jî şoreşek hat avakirin, ji ber ku gelekî zehmt bû di nava civakeke ewqas girtî de tu dengê jina ragehîne.”

Raperîn da zanîn ku jinên rojnemevan tevî hemû zehmetiyan jî, bûn dengê heqîqetê û wiha domand: “Bi şoreşê re me xwest ku em bibin dengê rastiyê, li tişta zehmet jî ew bû ku jinan nikarîbûn derkevin û êşên xwe bêjin, ji ber ku bi 10’ê salan şidet li ser wan hatiye meşandin. Lê bi kar û xebatan û piştî demekê me hişt ku zimanê jinê bê vekirin û êşên xwe bêjin. Ev jî bi saya rojnamegeriya jin bû, me xwest em di riya çapemeniyê de rastiya jinê di tevahiya milan de derxin holê. Ragehandina jin di tevahiya qadan de bû deng û rengê şoreşê.”

‘Jinên rojnemevan bûn xwedî sîwan’

Rojnemevana Kenala Ronahî TV Raperîn Elî axaftina xwe wiha  bi dawî kir û got: “Piştî xebateke dirêj, di sala 2020’an de, yekem car li herêmên bakur û rojhilata Sûriyê, Yekîtiya Ragehandina Jin hat damezrandin, îro di bin sîwana wê de, jinên rojnemevan di hemû destgehên ragehandinê de, maf û hebûna wan tê parastin, jinên rojnemevan bûn xwedî sîwan, dikarîbû gelek tiştan belge bikin , bi taybet kiriyar û êrîşên dagirkeriy, jinên rojnemevan bi îrdeyeke xurt û bê tirs bûn bersiv. Dewleta Tirk bi gelek rêbazan êrîşî herêmê dike, erka sereke ku jinan girt ser milî xwe, sekina li hemberî tevahiya plan û êrîşên dagirkeriyê bû. Divê rojnemevanên me yên jin di tevahiya aliyan de xwedî zanîn û têgihiştin bin, her wiha li ser fedekarî û heskirina welat, xwe pêş bixin.”

 ‘Bi pênûsa jinan Şoreş tê nivîsandin’

Di heman çarçoveyê de rojnemevana Ajansa ANHA ’yê Cîhan Bîlgîn balkişand ser girîngiya ragehandinê ji bo gihandina heqîqetê û wiha got: “Ragehandin bûye bingeheke asasî di jiyana mirovan de, dewlet ji bo astengkirina derxistina heqîqetî, bi taybet sûc û kiryarên ku tên kirin, li hemeberî ragehandina rast disekinin û wê dike hedef. Jin di dîrokê de û heta niha bê maf hatiye hiştin, herdem êrîş li ser hatiye kirin, ji bo rakirina tola xwe jinê cihê xwe di ragehandinê de girtiye. Jinê bi pênûsa xwe rastî û heqîqet ji civakê radighîne û dîrokê dinivîsin, bi taybet di şoreşa Rojava de, sekina jinan gelekî girînge bû , şoreşa jinan ku bi pênûsa jinan bê nivîsandin, ev bi xwe rakirina tola jinê ye û li hemberî êrşê li ser jinê bersive.”

 ‘Tevî êrîşan jî jinan tu gav bi paşve neavêtin’

Cîhan da zanîn ku ji sala 2013`an heta niha 27 rojnemevan şehîd bûne û wiha pê da çû: “Piştî dagirkirina xaka Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker bi awayekî eşkere êrşî gel, herwiha êrîşî rojnemevanan kir, armanca dagirkeriyê ji hedefgirtina ragehandinê jî, veşartina rastiya kiriyarên dijmirovî ye. Tevî hemû êrîşan jî, ragehandina azad tu gav bi paşve neavêtin. Beriya çend rojan di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de, kedkarekî JIN TV şehîd bû, û rojnemevan Delîla Egîd birîndar bû, tevî van êrîşan jî rojnamevan bi îradeyeke xurt,  kar û xebatên xwe dewam dikin.”

Rojnemevana Ajansa ANHA’yê Cîhan Bîlgîn wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Tevî hemû zehmetiyan jî, heta niha em bi bîr û baweriyê gavan bi paş ve naevêjin, li aliyekî din tevî hemû êrîşan jî, tevahiya cîhan bê denge û tu helwestê nîşan nade, ew kesên dibêjin ku em parastina mafê rojnemevanan dikin, li hemberî hedfgirtina rojnemevanan bê dengin û çavên xwe digrin, ev jî tê wateya hevkariya êrîşan.”

 ‘Tekoşîna jina kurd li hemberî ‘zihniyeta baviksalarî ye’

Derbarê heman mijarê Edîtora giştî ya Rojnemeya Ronahî Sûzan Elî destnîşan kir ku jina Kurd li hemberî kevneşopiyên civakê û zihniyeta desthilatdar ‘zihniyeta baviksalarî’ bû dengê jina têkoşer û wiha domand: “Bê guman dema tê gotin jin û ragihandin yan jî jinên rojnamevan, tê bala mirov hêz û bawerî, ji ber ku ragihandin kesek pir bi hêz dixwaze da ku tev bigere. Îro em vî tiştî li cem jinên rojnamevan li bakur û rojhilatê Suryê dibînin. Berî şoreşa 19`ê Tîrmehê jin nikarîbûn cihê xwe di ragihandinê de bigre, beşê ragihandinê li bakur û rojhilatê Suryê tevahî tune bû, her wiha sîstemên desthilatdar ragihandin kiribûn di bin xizmeta xwe de. Em dikarin bêjin ku ragihandin tênê ya dewletê bû. Lê piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê ya ku tê naskirin bi şoreşa jin, ragihandina civakê yan jî ragihandina azad hat avakirin wekî berhemek vê şoreşê bû, jin jî bitaybetî jina Kurd li hemberî kevneşopiyên civakê û zihniyeta desthilatdar ‘zihniyeta baviksalarî’ gelek têkoşîn kir. Da ku dengê şoreşê û rastiya heyî ji bo raya giştî ragihîne.”

Sûzan da xuykirin ku pêwîste rojnemevan xwedî armanc be û wiha got: “Jin di ragihandinê de roleke serek dileyze û gelek astengiyan derbas dike, herwiha da ku bighêje armanca xwe, têkoşîn dike. Ragihandin qadeke îdeolojîke û cihê berpirsiyariyê ye, her wiha  taybetmendiyên kesên rojnamevan cûda ne. Rojnamevan gerek zanyar be, dîrok nasbe, rewşenbîr be û siyaset medar be, gerek xwedî armanc be, nirxên civaka xwe biparêze, xwedî doz be û di heman demê de fedekar be. Em dizanin ku jin pêşenga civakê ye û ev pêşengtî pir pêwiste di qada radihandinê, ragihandina jin re w e ku kar û xebatê xwe baş bike û nameya xwe durust bide. Destpêkê gerek jin xwe nas bike, armanca xwe diyar bike, dîroka jin nas bike, gerek xwe lêpirsîn bike, ez kî me, ez çi dixwazim, ez bi ku ve diçim?. Piştre jî pêwîste lêkolîn bike û bixwîne, her wiha  têkeve ferq û cûdahiya xebatê ragihandinê ji karên din re. Berî her tiştî ji xwe û ji doza xwe bawer be.”

‘Jin rojnemevan çavê rastiyê ne’

Edîtora giştî ya Rojnemeya Ronahî Sûzan Elî di dawiya axaftina xwe da zanîn ku ragihandin li bakur û rojhilatê Sûryê çavê rastiyê ye û got: “Ragihandin hişmendiya civakê ronî dike, kiryarên desthilatdariyê teşhîr dike û dighîne raya giştî, diheman demê de ramanê azad  fikrê netewa demokratîk belav dike, ev jî dibe sedem ku tên hedefgirtin, bitaybetî jinên rojnamevan, ji ber ku hem jine û hem jî rojnamevane. Her wiha sîstemên desthilatdar pir ji hêza jînê ditirsin, dizanin ku jina bi hêz a azad, bi rêxistin civakekê bi xwe re ava dike. Ez jî wek jineke rojnamevan, em li ser riya şehîdên rastiyê dimeşin û xeta ragihandina azad dişopînin. Erkê xwe heya dawî pêkbînin, ku kiriyarên dagirker û desthilatdaran red û teşhîr dikin. Em bang civaka navnetewî dikin, ku balfirên bê mirov li ser esîmanê bakur û rojhilatê Suryê qedexe bike, rastiya dewleta tirk a dagirker bibîne û wê ji erda me derxe.”