Rojnameya Ronahî

Komîn şaneya yekemîn ya rêxistina civakê ye

Ayşa Silêman/Qamişlo

Komîn mînaka civaka birêxistinkirî ye, li bakur û rojhilatê Sûriyê jî, komîn li  ser bingeha Neteweya Demokratîk hat avakirin û ji bo gelên herêmê bû cihê çareseriya pirsgirêkan.  Endamê kordînasiyona  Tevgera Civaka Demokrat Ayîd Ibrahîm diyar kir ku  komîn bû bersiva pirsgirêkên civakê.

Komîn stûna civakê ye, bi riya wê pirsgirêk û xizmetên pêwist pêk tê û civak bi xwe di nava xwe de çareser dike. Bi riya komînê wekhevî tê esasgirtin û afrînerî bi pêş dikeve. Di civîna komînan de rewş û daxwaza gel û pêdiviyên wan tên pirsîn û afrînerî pêk tê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo komînan wiha dibêje: “Ferd û welatiyên netewa demokratîk bi qasî ku komînal bin dikarin azad bin.”

Dema şoreşa Rojava  pêk hat, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl da komînan bi pêş bixînin, ji ber komîn mînaka civaka bi rêxistinkirî ye. Komîn li gund, tax, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin û erka wan a esasî bi rêxistinkirina civakê ye, ji ber bingeha netewa demokratîk, azadî, wekhevî û edaletê ye..

Wekî tevahiya bajarên Rojava, li bajarê Qamişlo 102 komîn hene, her wiha bajarokên girêdayî bajarê Qamişloyê, li Girbawî 62 komîn û li bajaroka Tenûriyê 36 komîn hene ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Komîn di salên 2011’an de li ser mala gel xwe bi rêxistin dikirin, piştî avabûna meclisa Gel di sala 2016’an de komîn girêdayî Meclisa Gel bû, Meclisa Gel di rêxistinkirin û pirsgirêkên ku komîn dijîn re eleqeder dibe û girîngî dide rêxistinbûn û bi rêvebirina komînan. Komîn xwe li ser 8 lîngên esasî mîna aborî, parastin, tenduristî, çand û huner, perwerde, jin, hêzên cewherî û cîwanan bi rêxistin dike.

Derbarê kar û xebatên komîn û meclisan li bajarê Qamişlo, Endamê Kordînasiyona Tevgera Civaka Demokrat Ayîd  Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

Ayîd Birahîm  diyar kir ku ji ber pêwîstiya gel a xwe birêvebirinê  komîn hatin avakirin û wiha got: “Komîn wek malbateke civakî ya herêmê ye, ji ber vê yekê pêwêstiya gel pê hebû da ku ew bi xwe  xwe bi rêxistin bike, ji ber ku dewlet netew tu carî nehiştiye civak xwe bi rêve bibe herdem li gor xwe û bercewendiyên xwe ew bi rêve dibirin, di hindirê komînê de jî gelek komîte hene , wek komîta civakî, perwerdehî, parastinê û hwd.”

Komîn bû bersiva civakê

Birahîm dirêjî da axaftina xwe û wiha got: “Li bajarê Qamişlo 102 komîn hene, piştî avakirina komîna meclis hatin avakirin, heya niha heft meclis di bajar de hene û di  mecalisan de jî du rêveber hebûn da ku bi hev re wê komîteyê bi rêve bibin, em dikarin bêjin her komînekî  pilana xwe li gorî xwe çêdikirin û gelek karên pîroz hat avakirin, wek vekirina bexçeyê Rêber Abdulah ocelan . Komîn bû bersiva civakê  herdem  gel diparast û pêdiviyên wan pêktanîn,  gavek mezin avêt ji aliyê paqijkirina taxan û çandiniya daran jî, ev cara yekemîn pû ku miletê me karîbû xwe bi xwe xwe bi rêve bibê.”

Bandora perwerdeyê li hişmendiyê civakê

Ibrahîm wiha pê da çû:” Komîn di  aliyê perwerdeyê de jî pêşketinek mezin çêkir, heftane rojek diyar dikirin da ku perwerdeya xwe ya fikrî binin ,carnan perwerdeyên xweser jî dihatin dayîn. Van perwerdeya  pandoreke mezin li hişmendiyê civakê kir û di hemû milan de komînê karîbû hêdî hêdî bersiva civakê bide li gor derfetê xwe, pêwîste gel xwedî îrade û fikrekî azad be da ku pirojeyan bi afirîne, heger mirov ne azad be nikare tu pêşketina bike.”

 Civak bi hevgirtinê  pêşdikeve

Endamê kordînasiyona Tevgera Civaka Demokrat Ayîd Ibrahîm dawî li axaftina xwe anî û wiha got: “Min wê demê  du caran karê rêvebetiya komînê kiriye û wek mamosteyê perwerdeyê jî bûm, di nav komîn û mecalisan de hat xuyanî kirin ku çawa gel wek şaneya hingiv ji zarokên heft salî heya heftî salî di nav kar û xebatê de bûn û cihê xwe digirtin, bi rihekî fedakarî û welatparêzî kar dikirin û me bi vê hevgirtinê gelek destkeftyên mezin bi dest xistin ku ev qehrematiya gel neban  îro roj em nedighan vê pêşketinê . “