Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Doza jinên Sûriyeyê yek e

30/08/2023
in Uncategorized
A A
Doza jinên Sûriyeyê yek e
Share on FacebookShare on Twitter

Çalakvaneke sivîl a ji Siwêdayê destnîşan kir ku beşdariya jinan di xwepêşandanan de tiştekî normal e û got: “Xwîna Hevrîn Xelef li Siwêdayê geş dibe, ji ber ku doza jinên sûriyeyî yek e.”

 Xwepêşandanên li Siwêdayê yên ku ji 20’ê vê Tebaxê ve dest pê kirine ji xwepêşandanên berê cudatir in nexasim ku ji hemû deverên Sûriyeyê piştgirî ji bo van xwepêşandan hate dayîn.

Ya balkêş di van xwepêşandanan de tevlêbûna xurt û çalak a jinan e ku banga azad, rûmetê û hilweşandina rejîma Baasê dikin.

 Hevparê Êşê

 Çalakvana femînîst a sivîl  ji Siwêdayê Şam ku nexwest navê xwe yê rast aşkera bike li ser tevlêbûna jinên Siwêdayê di xwepêşandanan de anî ziman ku li gor rola wan a civakî û siyasî nexasim ku ew hevparê êşê ne beşdariya jinan di xwepêşandanan de jî tiştekî normal e.

Şam got: “Dibe ku di 12 salên dawîn de yên herî zêde zirar dîtine jinên Sûriyeyî ne, ji ber ku jinên sûriyeyî keç û xortên xwe, hevjînê xwe û birayê xwe eger di operasyonên leşkerî de an jî di rêya penaberî û koçberiya bi darê zorê de  ji dest dan, ji ber wê jî normal e ku jinên Sûriyeyê helwesta xwe bînin ziman.”

 ‘Xwîna Hevrîn xelef li Siwêdayê geş dibe’

 Jinan di xwepêşandanan de bi pankartan şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî. Hevrîn sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê bû û di 11’ê Cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 di encama kemîneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Li ser pankartan wiha hat nivîsîn “Xwîna Hevrîn Xelef li Siwêdayê geş dibe” û “Azadî ji bo hemû girtiyên di zîndanên çeteyan ên li Sûriyeyê de”.

Şam got: “Hedefgirtina Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hişt ku hemû jinên Sûriyeyê piştgiriyê bidin wê ji ber ku doza gelê Sûriyeyê heman doz e û azadkirina girtiyên di hemû zîndanan de jî daxwaza hemiyan e.”

 Taliat-Sûriyat

Berî 2 rojan  jinan bi navê “TALIAT-SÛRIYAT’’ an ku pêşengên Sûriyeyê kampanyaya hashtagê ragihandibûn û tê de banga piştgiriya jinên li herêmên başûr û Siweyda û gundên wê kir. Her wiha gotin, di çarçoveya parastina ewlehiya jinan de ew amade ne bi jinên Sûriyeyê re hevkariyê bikin, kampanyayên hashtagê, çalakiyên protestoyî yên aştiyane dest pê bikin. Her wiha gotin, doza jinên Sûriyeyê yek e.

Der barê vê tevger Şam got: “Nameyên jinên başûrê Sûriyeyê ku bi rêya vê hashtagê dane ew e ku pergala fikrî ya hemdem ku jinan dûr dixe û wan paşguh dike bê bidawîkirin. Beşdariya jinan di xwepêşandanên Siwêdayê de jî nîşan dide ku pêwîst e nêrîna kevin a li ser jinan were guhertin.”

Li ser pirsa çima xwepêşandan deng veda û piştgirtiyeke mezin ji bo wan hate dayîn, Şam ev bersiv da: “Ev xwepêşandan encamên êşa xelkê ye û tu carî bi bûyer û projeyên derve yên Îslama siyasî ve nehatin girêdan. Xwepêşandan tenê banga azadî, rûmet û guhertina pergala siyasî ku tê de jin mafên xwe bi dest bixin, dikin. Sedemên din ên domandina van xwepêşandanan paşketina rewşa aborî, zêdebûna rêjeya penaberiyê û zêdebûna gendeliyê û zordestiya ewlekariyê ne.”

Post Views: 52
ShareTweetPin

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.