Rojnameya Ronahî

Divê Dera û Siwêda bi tenê neyên hiştin

Zekî Bedran

Ev demeke li herêmên Dera û Siwêda xwepêşandan çêdibin. Sedemê destpêkirina xwepêşandanan weke giraniya nirxan û hejarî ye. Giranî û hejarî ne tenê pirsgirêka van herêman e. Li tevahî herêmên di bin destê rejîmê de rewş pir xirab e. Gel çawa dijî, çawa xwe li ser lingan digire, fêmkirina wê ne hêsan e. Nehevsengî û hilweşînek pir mezin heye. Destheqê ku dewlet dide qalikê gûzekî tijî nakin. Dolar bi lez bilind dibe. Destheqên tên dayîn jî bi wê lezê dihelin.

Destheqê ku hikumeta Sûriyê dide derdorê 40-100 Lîreyên Sûriyê ye. Dolarek di ser 10 hezarê Sûriyê re ye. Dema ev bê hesabkirin, mehane 5 an jî 10 dolar nakeve destê mirovan. Ew jî li aliyekî, piraniya mirovan destheq nagirin. Pirsgirêk bi bilindbûna nirxê li bazarê re girantir dibe. Jiyîna mirovan tiştek mucîzewî ye. Li kêleka wê kesên bê mal, yên di kirê de rûniştîne çawa dijîn mirov matmayî dimîne.

Li gorî biryara ku herî dawî hatiye ragihandin, dê hikumeta Şamê destheqan bilind bike. Tu wateya bilindkirina destheqan jî tune ye. Çawa ev nûçe derket, nirxên li bazaran bilind bûn. Di serî de berhemên petrolê, hema bêje hertişt biha bû. Hûn destheq nayê girtin, dihêle. Heman demê de, ji ber ku dolar hertim bilind dibe, bilindkirina destheqan tiştekî îfade nakin. Bi kurtahî gel di çiravekî de ye.

Rewşa aborî evqas giran e, heman demê de rewşa siyasî jî ne cuda ye. Li herêmên di bin destê hikumeta Şamê de gel nikare devê xwe veke. Nikarin gilî û bêzariyên xwe bînin ziman. Tevahî saziyên ragihandinê di destê hikumetê de ne. Hikumet di hewayek cuda de ye. Li gorî wan berpirsyarê vê hejarî û rewşa xirab hêzên derve ne û Sûriyeyiyên bi hêzên derve re hevkariyê dikin in! Tu berpirsyariya rêveberiyê tune ye! Ew welatparêz in û ji bo Sûriyê kar dikin! Di rêveberiya wan de Sûriye nehatiye vê rewşê!

Hikumet tenê tiştekî ji gel re dibêje, dê Sûriye vegere rewşa xwe ya berê. Yanî dê rêveberî li her cihî bibe serwer, pergala Baasê, yekpartîbûn paşde vegere! Ji derveyî vê tiştek din a pêşkêşî gel bikin tune ye. Jixwe tiştên ku çêbûne, ji ber vê yekpatîtiyê çêbûn. Eger demokrat bûna, pergalek piranîparêz ava bikiribûna, nakok û pirsgirêk evqas giran nedibûn, şerê navxweyî nedihat dijyîn. Rêveberî naxwaze gotina demokrasiyê bibihîse. Nahêle kesên ku daxwaza demokrasiyê dikin bijîn.

Gelê Dera û Siwêda mînakek xweser in. Tê dîtin, dema hiımeta navendî tam nebe serwer, an jî mercên cuda hebin, gelê Sûriyê li mafê xwe digere û napejirîne. Lê eger ev nepejirandin tê bi hinek herêman re sînordar bimîne encam nagire. Hiımeta Şamê niha xwe neçar dibîne ku li hember wan herêman bêhnfireh be. Dema derfet dît dê li ser serê wan siwar be.

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de protesto belav nabin. Li wan deran, kesên dibêjin em muxalîfin û wê dîmenê difroşin derve, di gel de vîn nehêlane. Balkêş e, li şûna ku gelê Sûriyê li hember dagirkeriyê xwedî helwest be, herêmên dagirkerî berovajiyê wê dike! Dema nîqaşên vekişîna leşkerên Tirk tê rojevê, gelê li wan herêman ji bo mayîna leşkerên Tirk xwepêşandanan pêk tînin! Ji ber ku kesên li ser serê gel in, tenê dikarin bi dagirkeriya Tirk li wir bimînin. Eger dagirkerî bi dawî bibe, ew bixwe li wir namînin. Wan çeteyan dest dane ser malên gel, çetebûn veguherandine çavkaniya debara xwe. Ew bixwe ne ji wê herêmê ne.

Dema li herêmên dagirkirî rewş berovajî bike, wê li wir nikarin bi gelê Sûriyê re bibin hevkar. Pêşeroja xwe di dagirkeriya Tirk de dibînin. Jixwe dewleta Tirk hewl dide wan herêman bixe nava axa xwe û desteser bike. Taybet li dijî Kurdan paqijiya nîjadî pêk tîne. Li van herêman demografî û çand tê guhertin. Ev berovajîkirina têgihiştina gel li pêşiya daxwazên demokrasî û azadiyê dibe asteng.            Li Sûriyê yekane herêma ku dengê azadî û demokrasiyê jê bilind dibe, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêveberiyên xweser ên li vê herêmê hatine avakirin, ji xwe li ser vî esasî hatine avakirin. Gelê herêmê bi pergala meclîsan xwe bi xwe rê ve dibe. Gel hîn zêdetir têgihiştî û aktîf e. Di rastiyê de gelê vê herêmê hertim li ser piyan in. Hertim li dijî dagirkerî û zextên dewleta Tirk li qadan in. Ji bo herêmên demokratîk û xweser biparêzin, yekîtiya Sûriyê ava bikin hertim di çalakiyan de ne. Di vî alî de, ji bo tevahî gelê Sûriyê mînak û modelek dibiriqe ne.

Pêwîste herêmên xweser hîn baştir xwe bi gelê Sûriyê bide nasandin û nîqaşkirin. Tê dîtin ku çareseriyek xwe dispêre dewletan tune ye. Di vî alî de pêwîste pêşengiya çareseriyeke ku xwe dispêre gel bike. Pêwîste daxwaz û lêgerînên demokrasiyê yên gelê Sûriyê bên hevparkirin. Dema hêza gel bikeve tevgerê, hem dê çareserî were hem jî demokrasî.