Rojnameya Ronahî

‘Bi vîn û têkoşînê wê tecrîd têk biçe ’

Ciwana Mûsa/ Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dike û tevahiya zagon û pîvanên mafê mirovan binpê dike. Parêzerên bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ew ê bi têkoşîna xwe tecrîdê têk bibin û Rêber Apo fîzîkî azad bikin.    

Wekî tê zanîn ev 24 salin ku tecrîda giran ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser  Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan  li Girtîgeha Îmraliyê tê maşandin. Ev nêzî 27 mehin ku dewleta Tirk tecrîd girantir kiriye, dagirkerî nahêle ne parêzer û ne jî malbata wî hevdîtinê pê re pêk bînin. Tevî ku tecrîd sûcekî dijmirovî ye ji hêla qanûn û yasanên cîhanê ve, lê hemû sazî û dezgehên Mafên Mirovan li hemberî vê tecrîdê bêdengin.

Derbarê vê tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, parêzerên bakur û rojhilatê Sûriyê ji rojnama me re axivîn.

Parêzer Buhar Mehmûd derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ebdulleh Ocalan wiha axivî: “Ev çend mehên dawî ne, ku ev tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin girantir bûye û ev yek jî di milê hiqûqî û qanûnî de qet nayê qebûlkirin, ji ber ku her mirovekî ku tê girtin, ji mafê wî yê hiqûqî ye ku parêzer û malbata xwe bibîne, lê dewleta Tirk a dagirker ev hemû qanûn binpê kirine. Herwiha wekî  em diznin bêdengiyek mezin ji aliyê saziyên mirovan û dewletên mezin li ser vê tecrîda ku tê meşandin heye. Ew ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî xwe bêdeng dikin.”

‘Kar û xebatên me wê berdewam bin’

Buhar Mehmûd wiha axaftina xwe bidawî kir û got: “Em jî wek Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek însiyatîvên me derbarê rawşa Rêber Apo de hene, wek Însiyatîva Mafên Mirovan ji bo parastina Rêber Apo ku gelek hiqûqnas û mafnas tevlî vê însiyatîvê bûn, herwiha heya niha jî ev kar û xebatên yên ji bo azadiya Rêber Apo berdewamin.”

Têkildarî heman mijarê parêzer Xalid Omer da xuyakirin ku tecrîda li ser Rêber Apo bi biryareke siyasî tê meşandin û wiha axivî: “Tecrîd li gor qanûna ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Apo  pêk tîne, xwe dispêre van cezayên destpilînî. Heya di qanûna Tirkiyê  de jî dema ku cezayê destpilînî li ser kesekî girtî tê ferzkirin, nayê wateya qutkirina serdanên Parêzerê wî, lê li vir em dibînin ku dewleta Tirk heya qanûna xwe jî binpê dik. Bi giştî ev tecrîda ku tê pêkanên ne mijarek qanûnî ye û biryara wê biryarek siyasî ye tu girêdana wê bi qanûnê re tune ye.”

‘Sazî û rêxistinên navneteweyî li gorî berjewndiyên xwe kar dikin’

Omer destnîşan kir ku saziyên hiqûqî û yên mafên mirovan wek SPT’yê ya girêdayî Netewên Yekbûyî bi ferman û perespektîvên dewletên xwe kar dikin û wiha domand: “Sazî û rêxistinên mafê mirovan li gorî berjewendiyên dewletên xwe tev digerin û nahêlin ku saziyê hiqûqî yên ku dibin siya wan de tu helwestan dijber yan berovajî berjewendiyên wan yê bi dewleta Tirk re derxînin.”

‘Armanac me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Parêzer Xalid Omer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji her hiqûqnasekî ku  bi mafê mirovan û doza aştî û azadiyê re têkildar bin, pêwîste di derbarê dozeke wek doza Rêber Apo de bêdeng nemînin. Pêşî ji me wek parêzerên kurd berî her kesî tê xwestin ku em têkoşîna hiqûqî berdewam bikin û li hember vê tecrîdê  bê helwest nemînin heya ku zextek  navdewletî  çê bibe. Niha ermanca me ya sereke ne tenê şikandina tecrîdê ye, lê belê ermamca me ya sereke azadiya fîzîkîya ya Rêber Apo ye.”