Rojnameya Ronahî

Tirkiyê vegera bi zorê ya koçberan bi sîwana siwêda vedişêre

Dilyar Cizîrî

Ev çend roj in li herêma Siwêda ya Başûrê Sûriyê gel li dijî buhabûnê û nexweşiyên jiyanê ku ji ber biryar û kirinên Hikûmeta Şamê pêk tên, li ser piyane. Xelkên wê herêmê ku piraniya wan ji mezhebê Dirzîn e di bin sernavê “Mafê jiyana bi rumet” serhildana xwe zindî kirine. Bi daxwaza xwerêveberiyê bê navber bang û diruşmeyan beriz dikin.

Rewşa li Siwêda bandor li gelek herêmên ên Sûriyê kir, pêla xwepêşandanan bi berdewamî mezin dibin û her diçe di qadên nû de fireh dibin. Dewleta Tirk ku beşek mezin ji xaka Sûriyê dagirkiriye û bi dehan komên çete derbasî xaka Sûriyê kirine û hîn jî dike, bi lez ket tevgerê da ji rewşa heyî sûdê werbigre. Tirkiyê bi tu awayî naxwaze sîstema ne navendî li Sûriyê serwer bibe, ji ber wê jî naxwaze xelkên Siwêda sîstema xwe ya xweser ava bike. Lê di ragihandina Tirkiyê ji Opozisyona Sûriyê ku bi xwe çeteyên wê ne re vekirine, pir piropoganda rewşa li Siwêda kir.

Lê dewleta Tirk a ji dosya koçberên Sûriyê pir tengav bûye, di bin wê piropogandayê de pêleke vegera koçberan a mezin daye destpêkirin. Duh jî yek ji wan nûçeyan hate weşandin, tenê li Girê Spî di deriyê sînor re zêdeyî 400 kesî hatine vegerandin. Bi wan jî guhertina demografî li ser herêmê pêktîne. Di heman demê de li Efrîna dagirkirî bi alîkariya rêxistinên Kiwêtî û Qeterê ji filestîniyan re kampên mezin ên avahiyan çêdikin. Wiha jî plana xwe ya guhertina sîstema demografî li ser herêmên dagirkirî feriz dikin.

Di heman demê de sîstema perwedeya bi zimanê tirkî pêş dixin û li hemû bajaran perwedeya bi zimanê tirkî dane destpê kirin. Wan navendê perwerdeya bi zimanê Tirkî li gelek bajaran vedikin. Ev hemû jî li ber çavên NY’yî Amerîka, Rûsiya û hemû welatên cîhanê pêk tîne. Tişta ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, metirsîneke mezin li ser tevahî Sûriyê ye. Ji ber wê jî me di çend rojên destpêkê yên xwepêşandanên li Siwêda dît ku ala komên çete yên girêdayî Sûriyê di bin navê “ala şoreşê” de beriz dikirin. Lê niha roj bi roj em dibînin ew al kêm dibin. Di esas de kêmbûna ala çeteyên ser bi tirkiyê ve li Siwêda û rakirina pankartên li dijî Itîfaqa opozisyonê, nîşana wê ye ku dewleta Tirk di rastî de êdî ji serhildana gel a li Siwêda ditirse.

Dewleta Tirk di wê tirsê de ye ku sîstema li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê berbelavî tevahî herêmê bibe. Bi vê jî wê ji her kesî ve xuya bike, sîstema herî saxlem ku dikare aloziya tevahî Sûriyê çareser bike. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi hemû hêza xwe di nava hewldanan de ye, xwe di herêmê de serwer bike û dagirkeriya xwe mestir bike. Bi leza daye xwe koçberên Sûriyê bi zûtirîn dem de vegerîne ser wan herêman. Bi riya wan guehrtina demgorafîk di herêmên dagirkirî de serwer bikin û gelê kurd ji mafê xwe yê rewa û demokratîk bê par bikin.