Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2 sal piştî kemîna Xelîfanê ajantiya PDK’ê kûrtir bûye

30/08/2023
in Uncategorized
A A
2 sal piştî kemîna Xelîfanê ajantiya PDK’ê kûrtir bûye
Share on FacebookShare on Twitter

Dîroka PDK’ê bi hevkarî û îxanetê û şerê li hemberî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dagirtî ye. Kemîna beriya du salan a li Xelîfanê mînaka vê yekê ye.

Îro (28`ê Tebaxê) salvegera duyemîn a kemîna li Xelîfanê ye ku çekdarên PDK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê danîbû. Di encama vê kemînê de 6 gerîla şehîd bibûn.

Di 28’ê Tebaxa 2021’ê de komeke gerîla ya ji 7 kesan pêk dihat, dema ku hewl dida ji herêma Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibe, li ser Çemê Zê saet di 02:30’an de bûn hedefa êrişa hêzên PDK’ê. Di encama vê kemînê de 6 gerîla şehîd bûn. Gerîlayekî ku xwe xilas kir û xwe gihand yekîneya xwe jî, detayên kemînê parve kirin.

Gerîlayên di kemînê de şehîd bûne ev in: Nesrîn Temir (Tolhildan Raman), Hakîm Acar (Şoreş Mardîn),Hacer Atabak (Axîn Muzirî), Suleyman Kaçar (Şoreş Colemêrg), Yucel Kandemîr (Brûsk Mûnzûr), Yûsûf Îbrahîm (Serdem Cûdî), gerîlayê bi navê Heqî Zîlan jî ji kemînê rizgar bû.

Kemîna li Xelîfanê piştî êrişeke dijwar pêk hat ku artêşa Tirk a dagirker 17’ê Nîsana 2021’ê de li ser Herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin û heta niha didomîne.

Piştî daxuyaniya HPG’ê ya li ser kemîna Xelîfanê, raya giştî ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên tund nîşanî PDK’ê dan. Bi deh hezaran kesan xiyaneta PDK’ê şermezar kir û daxwaza vegerandina cenazeyên şehîdên kemînê kir. Herwiha gelek partiyên siyasî, şêx û rûspiyên Ereb bi daxuyaniyan bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdên kemînê radestî malbatên wan bike.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 111 rojan li deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de çalakî li dar xistin û cenazeyên şehîdan xwestin. Lê PDK’ê guh neda daxwazên çalakgeran. Ji wê zêdetir deriyê Sêmalka girt da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tengav bike.

2 sal di ser kemînê re derbas bûn, lê heta niha PDK hê jî cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekirine. Li şûna ku lêborînê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd bixwaze, PDK’ê ajantiya xwe ji dewleta Tirk a dagirker re didomîne. Di vê çarçoveyê de wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan beriya çend rojan serdana Hewlêrê kir û bi Mesûd û Nêçîrvan Barzanî re civiya, da ku komployên nû li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê saz bikin.

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.