Rojnameya Ronahî

Jîna Emînî Zihniyeta Hezarên Salan Hejand

Şoreşa jinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû mînaka şoreşên jinan di cîhanê de. Bi nêzîkbûna salvegera Şehadeta Jîna Emînî endama Kordînasyona Kongra Star Elîf Mihemed diyar kir ku jina Kurd dîroka azadiya jinê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de da destpêkirin û got “Rêjîma Îranê dest ji hişmendiya xwe bernedaye û di têkbirina îradeya jinê de berdewam e”.

Vîndar Roj/ Şehba

Di 16 ê Îlona 2022 an de ji aliyê polîsîn Exlaqî ya hikumeta Îranê ve jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî hat Şehîd xistin. Sûcê ku Jîna Emînî pê hatiye Kuştin ew bû ku tayên pora wê derketibûn derve, hişmendiya zilamtî ya ku îradeya wî li hember tayên porê jinê têk diçe, di bin navê Îslamiyetê de jinê diperçiqîne û xerîzeyên xwe terbiye dikin. Sîstema Îranê ya faşîst bi van sedeman jinan di nava xwe de difetisînin û jinê ji mafê wê yê herî rewa mehrûm dikin. Bi bûyera Jîna Emînî re êdî jinên Kurd û Faris bêdeng neman û daketin qadan. Li hember jinan hemû cureyên binpêkirin, îşkence, bin çav kirin û qirtilkirin pêk anîn. Bi hezaran jin hatine girtin û hewildana têkbirina îradeya jinê tê kirin. Lê rûxmî van êrîş û destdirêjiyan şoreşa jinan li Îranê bi silogana “Jin Jiyan Azadî” derbasî dewletên navnetewî û cîhanê bû. Jinan bi yek dengî rabûn xwepêşandanan û li hember sîstema desthilatdar dengê Doza Azadiya Jin bilind kirin.

Bi nêzîkbûna salvagera Şehadeta Jîna Emînî û şoreşa Rojhilat endamê Kordînasyona Kongira Star a Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed ji roijnameya me re axivî.

“Jîna Emînî bêdengiya hezar salan teqand”

Elîf di destpêkê de şehadeta Jîna Emînî bi bîr anî, her wiha da zanîn ku Îran bi Îslamiyetê serweriya xwe da meşandin û wiha got: “Sîstemên desthilatdar di cîhanê de her tim serweriya xwe nûjen dikin, bi rê û rêbazên cuda dixwazin temenê vê hişmendiyê dirêjtir bikin û bi wê riyê hakmiyeta xwe li ser jin, malbat, zarok, ciwanan û giştî civakê bidin meşandin. faşîzma Îranê jî bi hezar salan bi riya Îslamiyetê vê yekî dide pêk anîn, da ku civak ji bin desthilatdariya wê dernekeve. Di asta yekemîn de ev siyaset li ser jinê hatiye meşandin. Jin di Îranê de tenê weke zayendekê hatiye xulqandin. Hebûn, hêz, îrade jê hatine wergirtin û bi tu awayî jin nayê esas girtin. Di hundirê vê sîstemê de her çiqas zext û şiddet hebe jî lê rojek bê ku ev bêdengî were xerakirin. Teqandina wê jî bi qetilkirina Jîna Emînî re derkete holê”.

“Îran li hember şoreşa jinê dest ji binpêkirinên xwe bernedaye”

Elîf destnîşan kir ku jinên Kurd û Faris li hember sîstema Îranê bêdeng neman e, Îran bi hemû hêza xwe têkbirina serhildanê armanc dike û wiha domand: “Jinên Kurd û Faris tevî jinên cîhanê ev bû saleke dest ji berxwedanî û têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafê xwe û guhartina zihniyeta faşîzma Îranê bernedan e. Hikumeta Îranê bi hezaran jin binçav kirin û xistin zîndanan, herwiha bi sedan di oxira vê şoreşa dîrokî de hatin Şehîd xistin û darvekirin. Di salekê de dengê vê şoreşê li tavahî cîhanê belav bû û bû mînaka şoreşên tevgerên jin, lê rûxmî vê jî hikumeta Îranê bi hemû hovîtiya xwe êrişê jinan û civakê tevahî dike.

“Jin jiyan azadî bû siloxana cîhanê”

Elîf diyar kir ku bi silogana “Jin Jiyan Azadî” û bi hevgirtina jinên Kurdistanê û cîhanê bi şoreşa Rojhilat re wê bê guman ev şoreş bi ser bikeve û wiha got:”Silogana Tevgera Azadiya Jinên Kurdistan ya ku bi bîrdoziya Rêber APO hatiye mezin kirin “Jin Jiyan Azadî” îro li giştî cîhanê hatiye gerandin û jinên cîhanê xwe pê dixemilînin. Bê guman ev yek dide nîşandan ku kar û xebatê bi salan hatiye meşandin em berhemên wê îro di şexsê şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê de her wiha di hereketên jin yên navnetewî de ku piştgiriya vê şoreşê dikin de dibînin. Ev vê yekê tekez dikin ku bi hevgirtina tevahî jinên Kurdistanê û yên cîhanê wê şoreşa Rojhilat weke şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ser bikeve”.