Saturday, June 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vegerîn gundê xwe û komîn ava kirin

23/07/2018
in Uncategorized
A A
Vegerîn gundê xwe û komîn ava kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Li nançeya Bedlîsê Tetwanê 5 gundiyên di 1990’î de ji gund hatin derxistin û di 2009’ê de vegeriyan gundê xwe hatin cem hev û kooperatîfa bi navê Kavar ava kirin. Kooperatîfa Kavar wek nimuneyeke serkeftî ya aboriyê derket pêş û di komunê de 40 jin hilberînên xwezayî hildiberînin. Dahatuyê jî di nav xwe de wekhev parve dikin.
5 gundên di navbera Tetwana Navçeya Bedlîsê û Wanê de dimînin û di 1990’ê bi zorê hatin valakirin hatin cem hev û Kooparatîfa Lipêşxistina Çandiniyê ya bi navê Kavar ava kirin. Kooparatîfê di Çileya 2009’ê de dest bi xebatê kir û her diçe xwe mezin dike. Seroka Desteya Rêveber a Kooperatîfa Lipêşxistina Çandiniyê ya Kavar Gurgîn Karabey da zanîn ku wan di destpêkê de bi 3 jinan dest bi vê xebatê kir. Lê niha em 40 jin bi hev re dixebitin. Kooperatîfa me ji sedî sed hilberîna xwezayî ya nok, beqlik, hingiv û hwd. dike.
Karabey da zanîn ku gundiyên Dîbek, Duzceala, Bolalan, Kolbaş û Yassı hatine gel hev û kooperatîf ava kirine û wiha got: “Kavar navê cih û warê 6 gundên ku di navbera Wan û Tetwanê ye û di 1990’ê de hatin valakirin re tê gotin. Herêmeke biçûk e. Lê pir bi bereket e. Xwedî zozan û goleke xweşik e. Gundiyên di 1990’ê de ji gundên wan hatin derxistin, di 2000’ê de vegeriyan. Gelên Kavar ji aboriyê ve lewaz bûn. Me jî wek fikrek dê çewan karibin bibin destek û vê karê kooparatîfê li pêş xist. Kooperatîfa me ji kooperatîfên din cihêtir e. Armanca me ev e gelên li Kavar dijîn muhtacê tu nekesan nebin û me baweriya wan a ji bo ked û pergala wan a aboriyê re xurtir kir. Feraseta me ya kooperatifê jî ev e.
Niha di kooperatîfê de 40 jin dixebite. Hedefa me meztire. Em dixwazin hê zêdetir jinan di kooperatîfê de bicihkin û derfetê aboriyê ji bo wan bidin afirandin. Ez jî wek karkereke ji dil di kooperatîfê de dixebitim.”…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
NÛÇE

Guhertina demokratîk tekane çareserî ye ji bo bidawîkirina kirîzê

13/06/2026
Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike
NÛÇE

Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike

13/06/2026
Li Efganistanê rewşa jin û mirovî di bin qeydên nû de, xirabtir dibin
JIN

Li Efganistanê rewşa jin û mirovî di bin qeydên nû de, xirabtir dibin

13/06/2026
‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’
ÇAND Û HUNER

‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’

13/06/2026
Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist
ÇAND Û HUNER

Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist

10/06/2026
Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike
CIVAK Û JIYAN

Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike

10/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.