Rojnameya Ronahî

Li Sûriyê sebra gel bi dawî dibe

Zekî Bedran

Eger em li ser pirsa li Sûriyê çareserî yan jî jihevketin heye nîqaş bikin, dê ne şaş be. Di rewşa heyî de li holê çareseriyek tune ye. Diyare di demek nêz de jî tiştek wiha çênabe. Hewldan û hesabên heyî ji çareseriyê zêdetir jihevketinê didin nîşan. Li Sûriyê rewşa aborî karesatek e, hilweşîn û jihevketin tê jiyîn. Pir zehmete em bersiva pirsa gelo gel çawa henase digire û çawa dijî, bidin. Rewş hatiye wê astê ku daxuyaniyên siyasî û zanista aborî derbas dikin. Yên li Şamê rûniştine nafikirin ku di pergalê de guherînekî çêbikin. Kar tune, heqdest qalikê gûzekî tijî nakin. Her ku diçe dolar bilind dibe. Di beranberê vê de gelek tişt li bazarê nayên dîtin û nirx bilind dibin. Mafê gel ê nîqaşê, rexnekirin û rêxistinbûnê tune ye. Ragihandin jî di nav de, hertişt di destê hikumeta navendî de ye. Di pergala Baasê de israr dike.

Derdorên ronakbîr û demokratîk ên Sûriyê belave ne û beşek girîng ji derveyî welat in. Ji ber nikarin li welatê xwe bijîn, mayîna wan a li welat nayê pejirandin. Yên derketine derve jî ne rêxistinkirî û bê bandor in. Belavî welatên cuda bûne. Yên çûne welatên Ereban, nikarin ji derveyî welatan tev bigerin. Hertim di bin zextekî de ne. Yên ku di bin sêwana Tirkiyê de kom bûne, Kurd an jî Ereb tenê dikarin sîxwiriyê bikin. Ji derveyî wê şansê wan tune ye ku hebin. Kesên ku Tirkiye wan weke muxalefetê nîşan dide nasnameya xwe winda kirine, bûne duvikê polîtîkayên dagirkeriyê. Weke hêzên Tirk ên niçîriyê, di dagirkirina Sûriyê de rol dilîzin. Li şûna ku ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê û damokrasiyê kar bikin, bûne pêlîstokên dagirkeriya Tirk û dagirkeriya Tirk diparêzin. Bûne amûrên zilmê û talanê ku li ser gelê xwe didin meşandin.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wateyek rast de pergalek demokratîk ava kiriye û modeleke ku hêviya pêşerojê dide. Rêveberiyên Xweser bi pergala meclisan xwe rêve dibe. Tevahî gel, bawerî û çand di nava aştiyê de bi hev re dijîn û bi azadî xwe îfade û rêxistin dikin. Rewşa aborî jî qasî bi Şamê re neyê raberkirin, baş e. Dikarin bêjin, herêmên xweser ne tenê ji bo Şamê, di tevahî Rojhilata Navîn de bûye stêrkek ku dibiriqe. Lê ji bo ku wê ji holê rakin, gelek hêz bi hev re kar dikin.

Dewleta Tirk bê nîqaş, bê şert û merc ji bo qirkirina Kurdan temam bike bi hemû hêza xwe dixebite. Bûye çavkaniya tevahî xirabiyan û tevahî xirabiyên bên aqilê mirov rêxistin dike. Rêveberiya Şamê jî bi heman şêweyî ji bo Rêveberiya Xweser tune bike, bi israr kar dike. Li aliyekî netewperestiya Ereb har dike, li aliyê din bi tora îstixbaratî eşîran zêde dike, hewl dide tevlîheviyan derbixe û herêmê bê istiqrar bike. Îran parçeyek ji vê xebatê ye. Jixwe nêrînek Îranê ya weke demokrasiyê tune ye. Heman demê de li herêmê li dijî Îslama Sûnî mezhebê Şîîa rêxistin dikin. Di bin navê alîkarî û dostaniyê de hatiye welatekî û operasyonên bi vî awayî dike, ev mijarek din a nîqaşê ye. Rûsya jî li şûna Sûriyeyek demokratîk hewl dide Baasê li ser desthilatê bihêle.

DYE û welatên endamên koalîsyonê jî ne xwedî projeya Sûriyeyek demokratîk in. Daxwaz û derdek wan ê bi vî awayî jî tune ye. Jixwe Tirkiye hertim DYE yê ji ber Kurdan sûcdar dike. Weke welatekî ku hevkariya terorê dike û piştgiriyê dide terorê sûcdar dike. DYE, endamtiya Tirkiyê ya di NATO’yê de derdixe pêş û dest navêje pirsgirêka Kurd. Welatên Ewropayê jî bi heman awayî ne. Çar dewletên beşdarî Astanayê bûn, ji bo derxistina DYE yê ya ji Sûriyeyê bûne yek.

Em hertim berjewendî û nakokiyên di navbera dewletan de tînin ziman. Sedemê ku em evqas tînin ziman ew e ku ji bo çareseriya Sûriyê hewl nadin. Tu jê kê dipirsî dibêjin em ji bo çareseriyê li Sûriyê ne, lê çareseriya herkesî li gorî berjewendiyên wan in. Gelê Sûriyê di nava şerên cuda yên berjewendî û hêzan de dibe qurban. Yê ku gel bifikire û li gorî berjewendiyên gel tev bigere tune ye. Berovajî, di serî de Tirkiye û hinek dewletên din ji bo şer û pevçûnên nû rê çêdikin.

Li gorî nûçeyên di ragihandinê de herêmên weke Deria û Swêdayê  gel bihabûnê protesto dike, derdikeve kolanan. Eger lêgerîn û daxwazên wiha yên demokrasiyê belav bibin û gel beşdarî pêvajoyê bibe, dibe ku lîstokên dagirker û desthilatan vala derbikevin, qet nebe hinek bên sînordarkirin. Me hertim diyar kir ku çareseriyek a xwe dispêre dewletan tune ye, gel tê jihevxistin. Eger li Sûriyê li şûna jihevketinê çareseriyek bibe, neçare ev çareserî xwe bispêre gel. Ji ber wê jî pêwîste gelê Sûriyê û hêzên demokrasiyê aktîvtir bikevin dewrê.