Rojnameya Ronahî

‘Civaka komînal, civaka azad e’

Birûc Resûl/Qamişlo

Hevserokê Kumîteya şaradariya Qamişlo Silêman Xelîl diyar kir ku di civînên gel de rewşa xizmetguzarî û pirsgirêkên heyî hatin gotûbêjkirin û li daxwaz û rexenyên gel jî hate guhdarkirin. Herweha ji bona avakirina civakeke komînal û azad ancax bi kar û xebateke hevbeş derkeve holê.

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo konfiransa xwe di sala 2022’an de li dar xist. Di konfransê de kar û xebatên şaradariyê hatin nirxandin û plansaziya sala nû hat diyarkirin. Di konferansê de, biryar hat dayin ku her 3`ê mehan civîn ji gel re werin lidarxistin. Bi armanca ku daxwazên gel werin bi cih anîn û rexnên gel ên ji bo şaradariyê li ser were seknandin ji milê rêveberiyên şaredariyê ve civîn ji gel re hatin çêkirin..

Di vê çarçoveyê de hevserokê qumîteya şaradariya Qamişlo Silêman Xelîl ji rojnameya me re axivî.

‘Civînên gel cihê çareserkirina pisgirêkan e’

Silêman Xelîl da zanîn ku di sala 2022’an de konfiransa ku hat li darxistin û di konfiransê de biryar hate girtin ku civînên gel ku her 3`ê mehan carekê were lidarxistin û sîstema kar û xebatê ji nûve di ber çavan re hate derbaskirin. Di konfiransê de biryarên nû hatin girtin û sîstemek nû hat avakirin. Herwiha yek ji van biryaran ew e, ku her 3 mehan civîn ji gel re were lidarxistin, da ku rexne, daxwazên xwe û astengiyên ku dikşînin werin vegotin û li ser were seknandin.

Silêman diyar kir ku her 3 mehan rapor li ser kar û xebatên şaredariyê yên 3`ê mehan tê nivîsandin û radestî komînên taxan têne kirin û têne xwendin. Li ser vî esasî rexne, û daxwazên gel hebin di van civînan de têne kirin. Ev jî ji bo me çavkaniya hêz û pêşketinê ye. Ji ber ku dema rexne li cihekê pêşbikeve wê demê wê guhertin pêkwere. Silêman destnîşan kir ku ew wekî şaredarî nêrîn û rexneyên gel girîng dibînin û got: Bi rastî hin rexneyên gel hene, lê heyanî neha li ser nehatiye seknandin û pirsgirêkên heyî nehatine çareserkirin. Dibe ku sedema wê jî girêdayî kêm derfetên abûrî be lê em û rêveberiya xweser hewl didin ku daxwazên gel pêk bînin.

‘Şaradarî her tim di nava kar û xebatê de ye’

Xelîl wiha berdewamî da axaftina xwe û got:”Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo projeyên xizmetguzariyê pêşxistiye. Yek ji stûnên bingehîn ên sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, şaredariyên gel in, ku ji hemû bajar, navçe û gundan re xizmetê dikin. Li gelek herêmên cuda bi dehan şaredarî hatin vekirin û ev şaredarî di nava kar û xebatê de ne. Bi sererastkirina rêyan û domandina tora paqijkirina taxan û gelek karûbarên din ên xizmetguzariyê.”

 ‘Xebatên xizmetguzariyê li gund û bajaran bê navber didome’

Silêman da xuyakirin ku şaredariya gel a bajarê Qamişlo, ku bi şaredariyên navendî û xalên xizmetguzariyê yên xwe re hewil dide ku rastiya xizmetguzariyê di nava bajar û gundên wê de pêş bixe. Bi rêya projeyên ku li gorî karîn û pisporiya ku li ber destê wê plan dike û her sal qada karê xwe berfirehtir dike, ku ji sala borî baştir bibe.

Silêman wiha axavtina xwe domand û got: “Li cihê ku şaredarî bername û plansaziya projeyên ku dê di nava salekê de biqedîne. Di nav wan de (ziftkirina rêyan, danîna kevirên hûrkirî, paqijî, ronîkirina bajar û baxçeyan, domandina tora avê yên xerabûyî, amedekirina avahîyan. Ketin û derketina bajêr) û ev yek ji aliyê şaredariyê ve hatiye plankirin ku ji karê wê yê xizmetguzariyê beriya hatina zivistanê bi dawî bibe.”

Silêman wiha dawî da axaftina xwe û destnîşan kir ku: “Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo xebatên girêdayî projeyên xwe yên ku ji bo havîna îsal hatine plankirin didomîne, ji aliyekî din ve welatiyan xebatên şaredariyê bilind nirxand û banga hevkariyê kirin. Di mijara lênêrîna paqijiya giştî de û avakirina civakeke komînal û azad bi ked û destê gel.