Rojnameya Ronahî

Dîsa PDK…

Farûq Sakik

Dîsa PDK ket rojeva rojnamegeriya me. Dema ku em PDK’ê hişyar dikin, dibêjin hûn şerê birakûjiyê sor dikin. Na em wisa nakin.

 

Di 2 nivîsên xwe de, ev mînak min dabû lê ez ê dîsa sêbare bikim. Kiryarên van rojên dawî me neçar dike ku em vê mînaka dîrokî dîsa bi bîr bixin.

 

Di dema Împaratorya Persan û di dawiya şerê Peloponnessos de Qral Daryûsê duyem dimire. Piştî mirina wî, di navbera her du kurê wî Artakserkses û Kyros de ji bo desthilatê şer dest pê dike. Kyros diçe ji rojhilatê Anatoliya, li herema Grek artêşek bi pere kom dike, tîne û li dijî birayê xwe dide şerkirin.

 

Ev şer di dîrokê de wek şerê birakujiyê tê pênasekirin. Birayek ji derve hin hêz anîbû û li dijî birayê xwe şer kiribe jî vê yekê naguhêrîne. Lê heger artêşa Artakserkses bi Grekan re şer bikira û Kyros jî biçûya li kêleka Greka şer bikira ev jî dibû ‘şerê xiyanetê’.

 

Wek vê mînakê, tiştên îro li Başûr diqewimin jî şerê birakûjiyê nîne. PKK û PDK şer nakin. Heger şer bikirina birakujî bû, lê heger dewleta Tirk û PKK şer bikin û PDK jî piştgirî bide dewleta Tirk û bixwaze birayê xwe tune bike, ev nabe şerê birakujiyê civak vê yekê bi awayek cuda pênase dike.

 

Di van çend rojan de gelek kes dema daxuyanî didin an jî bang dikin, dibêjin ’em ‘birakûjiyê’ naxwazin.’ Na ev ne şerê du birayan û ne şerê birakujî ye.

 

Hin kes jî bang dikin û dibejin; “Dive her du alî bi baldarî tevbigerin û berjewendiyên neteweya xwe esas bigirin.”

 

Banga me ji van kesan re heye. Ka bibêjin hûn ji PKK’ê helwestek çawa dixwazin. Hêzên malbata Barzaniyan li kêleka eskerên Tirk û êrişî gerîla dikin.  PKK divê di demek wiha de çi bike?

 

PKK’ê di vî warî de daxuyanî da û helwesta xwe eşkere kir û got; “Midaxle bikin bila kurd xwina kurdan nerêjînin. Pêşî li PDK’ê bigirin, bila di şerê me û dewleta Tirk de, li kêleka dijmin cîh negire.”

 

Civak manîpule kiribûn. Digotin, PKK bû sedem ku dijmin li vê derê ye. Dîsa digotin, armanca Dewleta Tirk, PKK’ê hincet nîşan bide ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. Na, armanca dewleta Tirk de ev yek îroj nîne.

 

Dewleta Tirk a dagirker ji bo Başurê Kurdistan planek wî ya demdirêj heye. Ev plana xwe di salên 90’î de xistiye meriyetê. Gav bi gav dixwaze vê plana xwe bi encam bike.

 

Gerîla îroj ji bo dewleta Tirkiyê tehdît nînin. Du caran li ser daxwaza Rêber  Abdullah Ocalan gerîla vekişiya ye herêma Başûr. Piştî vekişiya û hetanî roja me tu êrîşek çalakiyek pêk neanîn. Di şerê parastinê de bûn.

 

Lê dewleta dagirker, ji bo plana xwe pêk bîne êrişî gerîla dike. Sibê îhtimale li derdora Hewlêr, Silêmaniyê, Ranya, Herêma Barzan eskerê xwe bicîh bike û çawa Efrîn û Serêkaniyê dagirkiriye van herêman jî dagir bike. Hebûna PKK’ê hincet nişan bide. Bibêje ez li vêderê pêşî li lojîstîka PKK’ê digirim.

 

Heger tiştek wiha biqewime ew roj PDK wê ji Hewlerê baz bide, berê xwe bide wan qesr û vîllayên li derveyî welat kirine. Ew hêzên îroj li dijî Gerîlla şer dikin jî wî di qereqol û bargehên wan de nobedariyê bikin.

 

Hin kurd jî ji vê yeke ditirsin û PDK’ê hişyar dikin û carnan jî lawa dikin.

 

Em jî wek van kesan di weşanên xwe de, di rojnamegeriya xwe de bal dikişinin ser van metirsiya. Ev yek jî ihtîmal nîne. Em dewleta Tirk a dagirker baş nas dikin.